• Monday, 01 July 2024
logo

Rapirsiya dawî: Hevpeymaniya Cumhur li pêş Hevpeymaniya Milet e

Rapirsiya dawî: Hevpeymaniya Cumhur li pêş Hevpeymaniya Milet e
Li gor dawî rapirsiya dawî ya Avrasya Hevpeymaniya Cumhur %42, Hevpeymaniya Milet %40 e.

Kompanya Avrasya ya Lêkolînan encamên dawî rapirsiya xwe eşkere kir û li gor wê, rêjeya dengên hevpeymaniya AKP û MHP dadikeve û MHP di jêr benda hilbijartinê de dimîne. Serokê Kompanya Avrasya ya Lêkolînan Kemal Ozkiraz, encamên rapirsiya xwe ya dawî parvekirin.

Li gor rapirsiyê, rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 34,8 û MHP ji sedî 7ê dengan bidest dixe û di jêr benda hilbijartinê de dimîne. Rêjeya dengên Hevpeymaniya Milet ji sedî 40 e û li gor rapirsiyê rêjeya dengên HDPê ji sedî 9,1 dixuye.

Ozkiraz li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên rapirsiya xwe ya dawî eşkere kirin. Li gor rapirsiyê Heraketa Memleket a bi serokatiya Muharrem Înce û Partiya Guherînê ya Tirkiyê (TDP) ku Mustafa Sarigul serokatiya wê dike ji sedî 3ê dengan werdigrin û dengên Hevpeymaniya Cumhur kêm dibin.

Ozkîraz dibêje: “Di rapirsiyên me de ligel ku zêdetir DEVA û Partiya Pêşerojê derdikevin pêş, lê em pêrgî hilbijêrên partiyên wek Hereketa Memleket û TDPê jî dibin. Me di rapirsiya xwe ya vê mehê de navê partî û serokên wan hejmartin û pirsî ka deng didin kîjan partiyê.”

Li gor Ozkiraz, dema bêbiryar tên cudakirin di rêjeya dengên partiyên serekî de kêmbûnek heye û di heman demê de partiyên ku rêxistin an teşkîlatên wan hene, kêm zêde rêjeyeke dengan werdigrin. Di vê derbarê de jî Ozkiraz dibêje: “Ev rewş kêm zêde dê bandorê li encama dengan bike? Ez bawer nakin bo herdû aliyan bandor yeksan be. Yên ji desthilatê cuda bûn gotareke îdeolojîk pêşxistin. Lê yên ji opozisyonê cuda bûn nikarîn gotareke îdeolojîk pêş bixin.”

Encamên Rapirsiyê:

AKP: 34,8

CHP: 26,2

ÎYÎ Partî: 13,1

HDP: 9,1

MHP: 7

Partiya Pêşerojê: 2,7

DEVA: 2,5

TDP: 1,6

Hereketa Memleket: 1,5

SP: 0,7

YRP: 0,4

BBP: 0,2

Vatan: 0,2

Li Gor Hevpeymanan:

AKP+MHP+BBP= 42.0

CHP+ÎYÎ Partî+SP= 40.0

DEVA+Partiya Pêşerojê=5.1

HDP=9.1

MH+TDP+Vatan+YRP=3.7



Rudaw
Top