• Monday, 01 July 2024
logo

Parlementerê Diyarbekirê, Îmam Taşcier: Barzaniyê Nemir ti carî teslîmî dijmin nebûye

Parlementerê Diyarbekirê, Îmam Taşcier: Barzaniyê Nemir ti carî teslîmî dijmin nebûye
Parlaenterê HDPê û nûnerê bajarê Diyarbekirê li parlementoya Tirkiyê, Îmam Taşçier dibêje, Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî di nava kurdan de sînor nas nedikir û hemû Kurdistan wek axa xwe didît.

Îmam Taşçier, bi helkefta çil û duyemîn salvegera wefata Barzaniyê Nemir ji malpera fermî ya PDKê re gotiye: “Barzaniyê Nemir li herçar perçeyên Kurdistanê sînor nas nedikir û ew herçar perçeyên Kurdistanê wek mala xwe didît, ku doza azadî û serbestiya herçar perçeyên Kurdistanê dikir.”

Taşçier wiha gotiye: “Barzaniyê Nemir têkoşîneke mezin kiriye ji bo ku gelê Kurd serbixwe û azad bibe û yekîtiya Kurdan çêbibe û Kurd yekgirtî û yekrêz bin.”

Îmam Taşçier daye xuyakirin jî: “Li Mihabad Barzaniyê Nemir ligel Qazî Mihemed ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşîn kiriye û qet xwe nedaye destê dijminan. Li çiyayan xebat kiriye û karê dîplomatîk mezin ligel welatên cîhanê kiriye. Di 42yemîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de em birêz vê rojê bibîr tînin.”

Basnews
Top