Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo azadiya rojnamegeran tekez kir
![Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo azadiya rojnamegeran tekez kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1b840d7258097b6f3629a5748a41aca5_L.jpg )
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand:’’Ligel Sendîkata Rojnamegeran me behsa karên girîng ê rojnamegeran kir. Me piştgîriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadîya rojnamegerî û dûr li her tundutîjî û tirs û toqandinek tekez kiriye.’’
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye ku azadiya rojnamegeriyê binemayeke serekî ya her komelgeyeke demokrat e û Kurdistan jî ji wî alî pêşketinên giring bedest xistine.
Basnews