Meha borî 7 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin
![Meha borî 7 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/805680b55a32be7f82522f306825b4f4_L.jpg )
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, meha Sibata îsal 16 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li gorî raporta Hengawê, 7 kes ji wan kolberan canê xwe ji dest dane û 9 kolber jî birîndar bûne.
3 ji wan kolberan ji aliyê pasdaran ve hatine kuştin û 4 kolber jî ji ber rûdanên din canê xwe ji dest dane.
Basnews