• Monday, 01 July 2024
logo

Demîrtaş: Bila HDP siyaseta xwe di arasteya aşitiyê de sererast bike

Demîrtaş: Bila HDP siyaseta xwe di arasteya aşitiyê de sererast bike
Siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş dibêje, niyeta dewleta Tirkiyê nîne aşitiyê pêk bîne û divê HDP jî siyaseta xwe û zimanê xwe di çarçoveya xebata aştiyane de sererast bike.

Selahedîn Demîrtaş, ku ji payîza sala 2016 ve heta niha di girtîgeha bajarê Edîrne yê Tirkiyê de ye, ji malpera tirkî ya bi navê “Medyascope” re nivîsek şandiye.

Demîrtaş di nivîsê de behsa şerê Garê kiriye û gotiye, ew tirajdeiya ku li Garê qewimî, nîşan a ku aşitî çi qasî pêwîst û girîng e… Çek û tund êdî nikarin bibin çareserî ji ber wê jî divê hemû alî siyaseta demokratîk bidin pêşiya xwe.

Demîrtaş rexne li dewlet û deshilata Tirkiyê jî kiriye û gotiye, niyeta dewlet û desthilatê nîne aşitiyê pêk bîne, ji xwe aşitî bi kêrî wê jî nayê lê nabe mirov li hember kuştin û mirinê bêdeng bimîne. Divê hêz û aliyên aştîxwaz li hev kom bibin û pirojeyeka aşitiyê ava bikin û di vê de jî gîro nebin.

Wî siyasetmedarê girtî yê kurd daye xuyakirin jî ku ji bilî aşitî û pêkvejiyanê ti tiştek çareya derdên Tirkiyê nake û gotiye, divê tevahiya hêzên demokrasiyê û di serî de jî HDP, xebatên xwe bo aşitiyê zêdetir bikin. Gelek hewlên cidî yên HDP di vî warî de hene lê divê rêveberiya HDPê, siyaseta xwe û zimanê xwe di vê arasteyê de sererast bike.

Li ser îhtimala girtina HDPê jî, Demîrtaş gotiye, girtina HDPê xizmeta aşitiyê nake. Ew hesabên erzan in û dixwazin bi girtina HDPê dîsa xeletiyên berê dubare bikin.

Basnews
Top