• Monday, 01 July 2024
logo

Iraq: Em operasyonên yekalî yên li nav axa xwe red dikin

Iraq: Em operasyonên yekalî yên li nav axa xwe red dikin
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand ku ew her operasyoneke Tirkiyê ya yekalî li nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê red dikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî re pêk anî û wê hevpeyvînê gelek karvedan li pey xwe anîn û heta ku weke karvedanek li hember gotinên Balyozê Îranê yê Bexdayê, Tirkiyê Balyozê Îranê yê li Enqerê Muhemed Ferazmend bang kir û piştre jî Îranê Îran Balyozê Tirkiyê yê Tehranê bo Wezareta Derve bang kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf beşdarî bultena Rûdawê bû têkildarî aloziyên di navbera Îran û Tirkiyê de ku piştî wê hevpeyvîna Rûdawê çêbûnê û derbarê operasyonên Tirkiyê yen li nav axa Başûrê Kurdistanê axivî.

Ehmed Sahaf diyar kir ku parastina serweriya Iraqê di berpirsiyariya hikûmeta Iraqê de ye û ti mafê dîplomatên biyanî nîne xwe tevlî karê me yê navxwe bike û got: “Wezareta Derve pabendê yasa ye û di awayekî dîplomatîk bi her awayî bersîva xwe bide.”

Derbarê operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê de Sahaf got: “Me gelek caran helwesta xwe bi zelalî nîşan daye. Em operasyonên bêyî hevahengiya Iraq û yekalî têne kirin red dikin. Di encama operasyonan de gelek sivîl şehîd bûne û jêrxaneyên deverê têk çûne. Em wan pêngavên yekalî red dikin.”

Sahaf anî ziman ku divê Tirkiyê rewşa li herêmê li ber çavan bigire û got: “Iraq li dijî her hewla gef e li ser berjewendiyên hevbeş. Berjewendiyên me yên hevbar hene û divê gavên hevbeş bêne avêtin. Welatê cîran divê Tirkiye dema ku di nav axa me de operasyonan dike bi hikûmeta Iraqê re hemaheng be. Ziyaneke mezin digihêje bakurê Iraqê.”

Têkildarî Rêkevtina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî Sahaf diyar kir ku armanca wan ji wê rêkevtinê ew e ku ew asayişa herêmê pêk bînin û serweriya Iraqê cîbicî bikin û wiha pê de çû: “Cîbicîkirina rêkevtina Şingalê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e. Hevehengiya di navbera hêzên ewlekariyê de berdewam e. PKK dikare here ciheke ku li ser me herdu aliyan ne gef e.”

Çi bibû?

Balyozê Îranê li Iraqê, Îrec Mescidî ji Rûdawê re ragihandibû ku ti pêwendiya Şingalê bi Tirkiyê re nîne heya ku biryaran li ser bide. Ew bi hemû awayekî gefên Tirkiyê red dikin.

Balyozê Îranê li Iraqê herwiha gotibû: “Hêzên Tirkiyê nabe bi ti awayekî axa Iraqê dagîr bikin, Tirkiyê û ti welatekî din nabe destwerdan û pêşvebirina armancên xwe yên serbazî li Iraqê bikin.”

Mescidî tekez kiribû ku divê Tirk vegerin sînorên xwe yên navdewletî û gotibû: “Binere, Pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve heye, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe çareser bikin. Endaman werbigirin û biryarê li ser bidin, dibe ku beşek pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hebe, pêwendî bi Şingalê bi xswe ve hebe, pêwendî bi hikûmeta navendî ve hebe, ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan bixwe yan jî biryarê li ser vê babetê derbixwe. Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin.

Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin. |Divê hêzên Iraqî bi xwe asayîşê peyda bikin, Hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe asayîşê biparêzin û asayîş li navçeyê bê cêgîrkirin. Em vê yekê rast nabînin ku Tirkiyê yan jî her welatekî din li Iraqê destwerdana serbazî bike, yan jî pêşveçûneke serbazî encam bide, yan jî hebûna wê ya serbazî hebe. Min di bersiva pirseke pêş de jî got, divê Tirkiyê vegerin ser hêl û sînorên xwe yê navdewletî û li wir cêgîr bibin û asayîşa Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve bê peydakirin.”

Li gorî zaniyariyên nûçegihanê Rûdawê di roja bêhnvedanê de balyozê Îranê hatiye vexwendin , jêre gotine ku ew dixwazin li şerê li hember terorê de Îran li kêleka Tirkiyê bisekine û alîkariya wan bike nek dijayetiya wan bike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniya Îrec Mescidî ya derbarê binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî ret kiriye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê gotibû operasyonên Tirkiyê di çarçoveya hewlên dijî terorî de ne ku li dijî PKKê ye ku aramiya Iraqê û ewêlekariya wê dike aramnc û dibêje berpirsên Iraqê haydarî wê yekê ne.

Wezareta derve ya Tirkiyê ji balyozê Îranê re daye xuyakirin ew alîkariya hikûmeta Iraqê dikin ku bikarin tevahiya grûpên çekdar bixin bin kontrola hikûmetê de.

Nerazîbûna Îranê li hemberî Tirkiyê

Pîştî ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû PKK yî li Îranê hene, Îran Balyozê Tirkiyê yê Tehranê Derya Ors bangî Wezareta Derve kir.

Wezareta Derve ya Îranê Balyozê Tirkiyê Derya Ors vexwendiye û nerazîbûna xwe li hember daxuyaniya Fatih Yildiz nîşan daye.

Wezareta Derve ya Îranê herweha ji daxuyaniyên wezîrê navxwe yê Tirkiyê li ser hebûna endamên PKK di nav axa Îranê de, nerazî ye, ragihand, ew yek nayê qebûlkirin.

Fatih Yildiz: Îran kesê dawî ye ku waneyan bide Tirkiyê

Ew gotinên Balyozê Îranê bûne sedema helwestgirtina Tikriyê.

Balyozê Tirkiyê li Îraqê got: “Balyozê Îranê kesê herî dawî ye ku derbarê rêzgirtin li sînorîn Îraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Piştî ku balyozê Îranê li Bexda, Îrec Mescidî di bernameyeke Rûdawê de rexne li hebûna hêzên Tirkiyê li axa Iraqê de girtin û got: “Ew qebûl nakin Tirkiyê û welatên din destwerdana serbazî li Iraqê bikin.”

Rudaw
Top