• Monday, 01 July 2024
logo

HDP: AKPê Mutabakata Dolmabahçeyê kir qurbaniya desthilatdariya xwe

HDP: AKPê Mutabakata Dolmabahçeyê kir qurbaniya desthilatdariya xwe
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay têkildarî Mutabaqata Dolmabahçeyê ku AK Partiyê fersendeke dîrokî kirin qurbana desthilatdariya xwe.

Berdevka HDPê Ebru Gunay piştî civînên partiya xwe, ku ev du roj bûn di civînê de bû bo diyarkirina nexşerêyekê li hember zêdebûna guvaşên li ser partiyê, îro li navenda giştî ya HDPê li Enqerê kongreyeke rojnamevanî saz kir û encamên civînan eşkere kirin.

Ebru Gunay behsa wê kir ku guvaşên li ser HDPê zêde bûne û tekez kir ku ew dê bi encamdana çalakiyan li ser mijarên cuda li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Berdevka HDPê behsa girîngiya Mutabakata Dolmabahçeyê kir ku di navbera hikûmet, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û HDPê de roja 28ê Sibata 2015an di heyama proseya çareseriyê de hatibû îmzekirin û paşê ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû redkirin û got, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane fersendeke dîrokî bû.

Li ser pirsa “Desthilatdarî dibêjin emê reforman hiqûqî pêkbînin lê ji aliyê din ve ji bo girtina HDPê fezlekeye dişînin meclisê. Hun van yekan çawa dibînin in?” Gunay wiha got: “Ev polîtikiyên û rê û rêbazên AKPê ne. AKP hertim dixwaza bi gotina reforman bi gotina makezagonê dixwaze bixapîne. Lê gel û raya giştî polîtikayên AKP dizane û baweriya kesî wan bi AKP'ê tûneye.”

Beşa Kurdî ya axavtina Berdevka HDPê Ebru Gunay wiha ye:

Mutabaqata Dolmabahçeyê riya çareseriyê û aştiyê ye

Endamên rêzdar ên Çapemeniya, wek hûn dizanin şeş sal berî niha dema 'Pêvajoya Çareseriyê' berdewam dikir li Dolmabahçe mutabaqatek ji 10 xalan pêkhatî bi raya giştî re hat parvekirin. Ev mutabaqat di navbera birêz Ocalan û rayedarên dewletê de bi awayekî hevpar derketibû holê. Li gor me, ev mutabaqat, ji bo pirsgirêka gelê kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin û magezagoneke demokratîk pêk were wek fersendeke dîrokî bû. Em îro jî bi vî çavî lê dinêrin.

Vê firsende dîrokê qurbanê desthilatdariyê kirin

Lê mixabin Erdoğan derket û got 'Mutabaqata çi? Mutabaqateke wisa tune ye'. Piştî wê rojê li hemû qadên jiyanê li pêşber hêzên demokratîk şerek û zordariyeke mezin hat meşandin û heta îro jî ew şer û zordarî didome. Bi wê daxuyaniya Erdoğan re, fersendeke dîrokî kirin qurbana desthilatdariya xwe! Li ser birêz Ocalan tecrîd û îzolasyoneke dijwar heta vê rojê jî didome û ev tecrîd îro li seranserê vî welatî belav bûye. Van rojan dîsa berdevk û wezîrên dewletê dixwazin partiya me di ser Pêvajoya Çareseriyê re reş bikin. Dixwazin rol û erka me ya wê rojê wek sucekî derxin pêşiya me.

Hewldana wan a li ser vê pêvajoyê suçdarkirina me vala ye; Em xeta aştiyê û demokrasiye ne

Em li vir bang li hemû raya giştî dikin! Em doh çi bûn em îro jî ew in! HDP xeta aştî û demokrasiyê ye! Wan rojan jî me barê aştî û wekheviyê dabû ser milê xwe, îro dîsa ew bar bikeve ser milê me, em îro jî amade ne. Lewra em xeta demokrasî, aştî û azadiyê ne.

Dixwazin li ser pêvajoya çareseriyê me terorîze bikin, me sûcdar bikin. Em wek wan li ser xwînê, kuştinê û şer xwe ava nakin. Em xwe li ser aşitî û azadiyê ava dikin. Ew kesên ku li ser çapemeniyê derbarê wê pêvajoyê de diaxivin, bila bizîvirin li gotinên xwe yên wan rojan binêrin. Di wan rojan de piştî dehan salan li nav gelan hêviyeke mezin ava bûbû, cenazeyên ciwanan nediketin erdê û agir bi tu malan nediket. Ev kesên ku îro wê pêvajoyê kirêt dikin şêrxwaz in û dixwazin li ser xwîn û malxerabiyê desthilatdariya xwe berdewam bikin. Lê em wekî HDP wekî xeta azadî, aramî û wekhevî bê vî welatî em ê têbikoşin. Em ê bi gelê xwe re heya dawî vê têkoşînê bidomîn in. Em ê bi gelên xwe û rêhevalên xwe re vê xeta xwe biparêzin û berdêl çi be bila bibe em paşve gavek jî naavêjin.”


Rudaw
Top