• Monday, 01 July 2024
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê çûne nav gundeke nêzîkî Pirdê!

Fermandarekî Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê çûne nav gundeke nêzîkî Pirdê!
Fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê radigehîne ku çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê çûne nav gundeke nêzîkî Pirdê.

Fermandarê fermandariya Kerkûkê yê hêzên Pêşmerge Lîwa Heme Rêgir ji BasNewsê re ragehand, çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Şanşîn dest bi tevger û kiryarên terorîstî kirine.

Lîwa Heme Rêgir ragehand, di çend rojên borî de çekdarên DAIŞê çûne nav gundê Şanşîn û nan û xwarin wekî bac jî xelkê standine.

Gundê Şanşîn dikeve nêzîkî bajarokê Pirdê û nêzîke li rêya serekî ya Pirdê û Kerkûkê.

Basnews
Top