• Monday, 01 July 2024
logo

Rojnameya Xaminêyî: Bila Xatemî li ber çavên her kesî tobe bike!

Rojnameya Xaminêyî: Bila Xatemî li ber çavên her kesî tobe bike!
Rojnameyeka Îranî ya nêzîkî rêberê Îranê Elî Xaminêyî bang li serkomarê berê yê wî welatî Mihemed Xatemî kir “li ber çavên her kesî tobe bike!”

Du meh berê serkomarê berê yê Îranê Mihemed Xatemî, ku xwe wek kesekî reformîst dide nasîn, nameyek li ser xwe û rewşa Îranê ji rêberê Îranê Elî Xaminêyî re şandibû.

Heta niha naveroka nameya Xatimî nehatiye eşkerekirin lê tê gotin ku Xatemî di nameyê de pêbendbûna xwe bi rêjîma îslamî ya Îranê û Xaminêyî aniye ziman û çend pêşniyar jî bo hinek pirsgirêkan kiriye.

Li ser wê nameyê, rojnameya Îranî ya bi navê Kêyhan, ku rojnameyeka nêzîkî Xaminêyî ye, di hejmara xwe ya îro de bang li Xatemîr kir, Xatemî daxwaza lêborînekî li hember wê xiyaneta ku sala 2009 li gelên Îranê kir, deyndar e!

Kêyhanê her wiha ji Xatemî xwast, eger bi rastî dixwaze lêborînê bixwaze û ji reftarên xwe poşman bûye, bila eşkere û li ber çavên her kesî tobe bike!

Mihemed Xatemî ji sala 1997 heta 2005 serkomarê Îranê bû. Piştî wî, Mehmûd Ehmedînejad bû serkomar. Di hilbijartinên serkomariyê yên sala 2009 de, Ehmedînejad dîsa bibû kandîd. Li hember wî jî kandîdê reformîstan Mîr Husên Mûsevî hebû. Xatemî piştevaniya Mûsevî dikir.

Piştî ku dengdan xilas bû, Mehmûd Ehmedînejad wek serkomar hat ragihandin û pesendkirin.

Li hember vê yekê, Mûsevî û Xatemî û alîgirên wan li dijî encamên hilbijartinan bertek nîşan dan lê ji ber vê yekê alozî û xwepêşandan derket. Gelek kes hatin kuştin, bi hezaran kes hatin girtin û birîndarkirin.

Xaminêyî û yên derdora wî Mûsevî û Xatemî bi wê yekê tohmetbar kirin ku dixwazin rêjîmê hilweşînin. Ji ber wê jî Mûsevî û kandîdê din yê reformîstan Mihemed Kerubî girtin, Xatemî jî îzole kirin. Ji wê demê de heta niha Xatemî rastî xezeba Xaminêyî hatiye.

Basnews
Top