• Monday, 01 July 2024
logo

Trump: Weke Komariyekî ji her caran bihêztir vedigerim

Trump: Weke Komariyekî ji her caran bihêztir vedigerim
Piştî 6 heftiyan ji bicîhiştina Koşka Spî, serokê berê yê Amerîka Donald Trump derket û ew dengên dirustkirina partiyeke nû ji aliyê xwe ve red kirin, bi awayekî ne rasterast amaje bi wê yekê ku wê xwe ji bo hilbijartinên bê yên Amerîka berbijêr bike.

Donald Trump di konferaseke muhafizkaran de peyameke neçaverêkirî pêşkêş kir û got, ji Komariyan cuda nabim û yekgirtî û bihêztir vedigerim.

Ev yekem gotara serokê berê yê Amerîka bû û tekez jî kir ku ew dê weke hêzeke xwedî cemawer di nava Partiya Komariyan de bimîne.

Donald Trump ji alîgirên xwe re pesna karê 4 salên borî kir û got, wan bihevre geşteke bê mînak destpê kir û tekez kir ku hêj gelek maye ku bidawî bibe.

Weke ku dihat pêşbînîkirin, Trump êrîşî serokê Amerîka Joo Biden kir û got, meha yekem ya serokatiyê herî karesatbar bû di dîroka serokê Amerîka de. Trump dibêje, Joe Biden dijî kar e, dijî malbat e, dijî sînor e, dijî enerjiyê ye, dijî Jine û dijî zaniste.

Konferansa îsal ya muhafazkaran li Orlando birêve çû, ji ber rêkarên Korona li Washingtonê birêve neçû.

Piştî bûyerên êrîşkirina ser avahiya Kongirêsê, Demokratan hewl da lêpirsînê li gel Trump bikin û rê li ber wî bigirin ku careke din beşdarî çalakiyên siyasî bibe yan jî hewla bidestxistina ofîseke fermî bide lê di civîna dawî ya encûmena Pîran de, pirsa dadgehkirina Trump dengê pêwîst bidest nexistin û bi vê yekê Trump ji wê rizgar bû û dikaribe careke din xwe berbijêr bike.

Rudaw
Top