• Monday, 01 July 2024
logo

Li Kurdistanê 237 kesên din bi Koronayê ketin

Li Kurdistanê 237 kesên din bi Koronayê ketin
ti kesek bi Koronayê canê xwe ji dest nedaye.


Hijmara herî zêde li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 237 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 135 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di heman demê de 83 berketiyên berê jî baş bûne.

Di nava 24 seatên derbasbûyî de ti kesek jiber Koronayê canê xwe ji dest nedaye.
Top