• Sunday, 05 May 2024
logo

Pêşwaziya şah Selman bo serok Barzanî, Kurdistan kiriye hevşanê Seûdiyê

Gulan Media December 31, 2015 Raport
Pêşwaziya şah Selman bo serok Barzanî, Kurdistan kiriye hevşanê Seûdiyê

Ji dema ku şa Selman bûye padîşahê Seûdiyê, ev cara yekemîne ku ew bi ev astê bilind pêşwaziyê li serokê welatekî cîhana îslamî dike wek ev pêşwaziya ku vê carê li serok Barzanî kirî, medyayên seûdî û ew ên ku li Londonê derdikevin, bi şêweyekî pêşwaziya şa Selman bo Barzanî destnîşankirin ku wek pêşwaziya serok welatekî serbixwe pêşwazî li serok Barzanî hatiye kirin, bêgoman ev yek raste, şa Selman bi rêûresmê serokê dewletan pêşwazî li serok Barzanî kir, lê cihê gotinê ye ku şa Selman tenê mawê 11 mehane bûye padîşahê Erebistana Seûdî û di vê mawê de pir biryarên wêrek û giring dane û kariye ji cîhanê re biselimîne ku Erebistana Seûdî bi kirdeyî dikare serokatiya cîhana erebî û îslamî bike, cîhan jî vê serokatîkirinê bi hejî Erebistana Seûdî dizane, lewra û li ev cihê nû a li gor pêgeh û meqamê şa Selman, di mawê sala borî de, pir serokên cîhana îslamî û erebî û rojava seredana Erebistana Seûdî kirin, lê di çi ji wan pêşwaziyên ku li serokên cîhanê kiriye de, wî ew germa bê wêneyî nîşan nedaye wek vê carê ku di pêşwziya li serok Barzanî de nîşandayî.

Şa Selman ku niha temenê wî 80 sale, mawê 60 salane karê dewletmedariyê li Seûdiyê dike û ji bilî ku di mawê salên 2012-2015ê Weliyê Ehdê Seûdiyê bû, di heman dem de wî pir postên hestyar jî hebûn û şîretkarê taybet yê padîşahên berî xwe bû û herwiha ew emîndar û nehênîhilgirê binemala padîşayetî bû û dîsan ew serokê civata binemala padîşatiya Seûdiyê ye jî, lewra dema şa Selman ligel hemû kesatiyên diyar yên binemala padîşatiyê pêşwaziyê li serok Barzanî dike û di dema pêşwaziyê de ala îraqê li pişta Barzanî nayê dîtin, ev wê watayê dide ku di stratîjiyeta Seûdiye de dewletek nemaye bi navê Îraqê, her wek çawa di stratîjiyeta Seûdiye de dewletek nemaye bi navê Sûriyê, lewra niha dema pêşwaziya dewleta nû ye, ev jî wê watayê dide ku di stratîjiyeta nû a Seûdiyê de, pêwîste dewleteke serbixwe ji bo erebên sune li Îraq û Sûriye were damezrandin û li kêleka vê dewletê, pêşwazî li dewleta serbixwe a kurdî jî were kirin.


Pêşveçûn di stratîjiyeta Erebistana Seûdî de paş destbikarbûna Şa Selman

Şa Selman li roja 23 Kanûna Duyê a sala 2015ê bi fermî bûye padîşahê Seûdiye û cihê şa Ebdula girt, di mawê tenê 60 rojan de karî hevpeymaniyekê ji bo lêdana Husiyan avabike û nav li vê hevpeymaniyê kir Bahoza Yekalîker (Asîfit Alhazim), ku ji 10 dewletan pêktê, ew jî: Seûdiye, Îmarat, Kiweyt, Qeter, Behrên, Urden, Mîsir, Sûdan, Mexrîb û Pakistan in, ji vê jî zêdetir ew dewletên di cîhana îslamî de xwe bi sune dizanin û ne endamê vê hevpeymanê ne bi temamî piştgiriya xwe ji bo Seûdiyê derbirîn, ji wan Turkiye û Endenûsiye herwiha Emerîka û Yekîtiya Ewropa jî.

Ev biryara wêrek a şa Selman ku berî 8 mehan ji bo lêdana Husiyan û danîna sinûrekê ji bo berferehbûna rewta şîe li navçeyê ne tenê cihê matmayiya piraniya serokên cîhanê bû, di heman dem de cihê matmayî û ne çaverêkirî bû di asta navendên hizir û lêkolînan de jî ku li ser siyaseta Rojhilata Naverast kardikin. Heta Robert Satlof serokê programa xwendinên siyaseta rojhilata naverast li peymangeha Waşintonê, di penêlekê de li ser rewşa rojhilata naverast û bi amadebûna balyoz Cêmis Cêfrî balyozê berê yê Emerîka li Îraqê û balyoz Dînîs Roz balyozê berê yê Emerîka li Îsraîlî, eşkere ragihand ku ev biryara şa Selman cihê ecêbê bû, ji ber ku hemû texmîn bi wî rengî bûn ku heger carekê hevpeymaniyeke îslamî dirust bibe ji bo şerkirinê wê ji bo şerê bi Îsraîlê re be, ne ji bo danîna sinûrekî ji belvbûna rewta şîe re li navçeyê.

Wate ev axaftina Robert Satlof wê yekê nîşandide, ku xwendina şa Selman ji bo gefan û ji bo paşeroja navçe û welatên erebî û îslamî, guhertineke mezin têde çêbûye, ev tevî ku li serdemê şa Ebdula destpêka vê guhertinê destpêbibû, lê bi hatina şa Selman, ev guhertine pir bi ronî û mezinî hate pêş, ji vê pêşveçûnê jî, ev xal tên xwendin:

1- berî ev biryara şa Selman, gefa belavbûna rewta şîe li Kendav û Yemenê, herwiha li Îraq, Sûriye, Libnan û Urdenê, gîştibû wî astî ku gelek ji siyasetmedarên Îranê bi eşkere digotin: ((êdî rolê Erebistana Seûdî li navçeyê namaye)), ev peyama Îranê a ji bo Seûdiyê, nîşana guhertina Kevana Şîe bû bo Bazina Şîe li derdora Seûdiyê, di vê rewşê de jî gereke Seûdiye teslîm bibe û carek din bangeşa serkirdatiya cîhana îslamî a sune neke, lê bi pêkanîna vê hevpeymaniyê û piştgiriya temama Rojava û hemû welatên îslamî yên sune, Seûdiye ne tenê pêgeha xwe a berê bidestxist belku piştgiriya welatên îslamî yên sune ew nîşanda ku hemû welatên îslamî yên sune razîne bi serkirdatiya Seûdiyê û piştgiriya Yekîtiya Ewropa û Emerîka jî pêdana rewatiya nêvdewletî bû bi wê serkirdatîkirinê, ev biryara şa Selman du diyardên giring ji hev cudakirin û nîşanî cîhanê da, ew du diyardane jî ev in:
1- Erebistana Seûdiye wek civak.
2- Erebistana Seûdî wek dewlet û hukumranî.
Wate raste Erebistana Seûdî wek civak, jîngeheke ku hizira îslamî wehabîzmî lê heye, wehabîzim jî çavkaniya tundiya îslamî ye, lê ev jîngehe tenê di çarçoveya mizgeftan de ye û mizgeft jî dûrin ji çêkirina biryara siyasî li Erebistana Seûdî, lewra Erebistana Seûdî wek dewlet û hukumranî xwedî hejmareke buhayên hevpare ligel welatên hevçerx û welatên rojava, di heman dem de ew gef û tehedayên rûbirûyî dewletên hevçerx û rojava dibin, heman ew gef û tehedane rastî Erebistana Seûdî jî tên wek dewlet, lewra di vê xalê de şa Selman carek din pêgeha nêvdewletî a hejî Seûdiyê di nav civaka nêvdewletî de bidestxist.

Tevî ku helwêsta Seûdiye derbarê serhildanên welatên erebî de ji sala 2011ê heta niha ron û eşkerebû û li dijî belavbûna rewta îslamiya siyasî û Îxwan Muslimîn bû, herwek çawa li dijî hizira Qaîde û DAIŞê ye jî, lê bi hatina şa Selman hewlên ji bo jinavbirina hukumraniya Îxwan Muslimîn li Mîsrê zêdetir encamên pozetîv jê berhemhatin û Mîsrê karî helbijartinan encambide û ber bi aramiyê ve here, siyaseta wî li hember erebên sune yên Îraq û Sûriyê jî her di vê çarçovê de rengvedide. Seûdiya veneşartiye ku ew li dijî hemû wan rewtên îslamî ye ku welatên din piştgiriyê lê dikin, ew piştgiriya wan erebên sune dike ku dixwazin dewletekî ji erebên sune re damezrînin û ev dewlet wek dewleteke hevçerx birêve biçe, ne dewletekî wek Îxwan yan DAIŞê.

Ev guhertina stratîjî a Seûdiyê ku li ser destê şa Selman derdikeve, ew e ku êdî Îraq û Sûriya wek du dewlet nemane û heta ew taybetî jî nemaye ku pêkhatên cuda bikarin di nav van du dewletan de bihevre bijîn, ji vê jî xerabtir ev rewşa siyasî a niha ku Beşar Esed û berî niha Nûrî Malikî li Îraq û Sûriyê peydakirine, bûye jîngehek ji bo berhemanîna tundrêyiya mezhebî û neteweî, ji vê jî zêdetir ew siyaseta mezhebgerî a şîe ku sêkuçka başûrê Lubnanê û Dîmeşq û Bexdadê bi piştgiriya Tehranê bi hev ve girêdide, wê siyasetê derfete nehîştiye ku carek din sune û şîe bi hev re bijîn. Çekdarên Huzbulah a lubnanî û Esaîbî Ehlî Heq ku berî niha yekser ji aliyê Malikî ve li Sûriyê dihatin serpereştî kirin, eşkere dibêjin em şer ji bo bergirîkirin li şîe dikin, niha li Îrqê ew ê ku jê re tê gotin Heşda Şeibî, pareke mezin ji wan mîlîsên Esaîbî Ehlî Heq û serkirdeyên Huzbulah û şîretkarên leşkerî yên Îranê ne, vê rewşê wiha kiriye ku erebên sune li Îraq û Sûriyê di navbera Heşdî Şebî û mîlîsên şîe li aliyekî û terorîstên DAIŞê li aliyekî din, terorîstên DAIŞê helbijêrin, vê yekê jî jîngeha dujminatiyê di navbera şîe û suneyan de gehandiye wî astî ku bi tu rengan nabe û nayê kirin carek din ev du civak werin têkelkirin, lewra gereke gavên cidî û yekalîker yên mezin ji bo vê pirsê werin avêtin û piştgiriya ew erebên sune bê kirin ku ne beşekin ji DAIŞê, ev jî wek Dîvîd Kamîron serok wezîrê Berîtaniya amajepêdike, gereke piştgiriya leşkerê azad yê Sûriyê were kirin ku hejmara wan 70 hezar kes e û ne DAIŞ in, herwiha li Îraqê jî piştgiriya ew êlên ereb were kirin ku li sala 2007ê civata Sehweyan avakirin û karîn rêkxirawa Qaîde a tayê Îraqê bişkînin.

Li vir heger em di derbarê eniya li dijî DAIŞê de helwîsta Seûdiye bixwînin, xuyaye Seûdiye dixwaze di şerê li dijî DAIŞê de jî rolê xwe hebe û dixwaze li cihê xelafeta DAIŞê, xelafeteke din a ew rewtên îslamî peydanebe ku kok û tamarên wan diçin ser Îxwan Muslimîn, yan bask û balên rêxistina Îxwan Muslimîn in. Herwiha Seûdiye baş dizane paş azadkirina Şengalê bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî û bi hemahengî di navbera hêza pêşmerge li ser erdê û hêza hevpeymanan ji esmên, şer ketiye qûnaxeke din bi taybetî piştî ew şikestina ku DAIŞê li Şengalê xwarî, DAIŞê êrîşî Ferensa kir û çend hewlên din li welatên ewropî yên din hatin poçkirin. Niha hemû cîhan bi giştî û welatên ewropî û Emerîka gîştine wê baweriyê ku tu rêyên din tunene ji bilî şikandina DAIŞê, ji bo vê yekê jî hemû rojava niha mijolî dariştina stratîjiyeteke nû yê leşkerî ne ji bo şikandina DAIŞê li Sûriya û Îraqê û aliyên herêmî yên beşdar di şerê li dijî DAIŞê de, her yekî doseyeke taybet û bername û nêrîneke cuda ji bo qûnaxa paş şikandina DAIŞê hene, li hemberê jî Yekîtiya Ewropa û Emerîka jî nêrîn û bernameya xwe heye ji bo qûnaxa paş DAIŞê, lewra dema Erebistana Seûdî dibe beşek ji ew stratîjiya nû a ji bo şikandina DAIŞê, ew dixwaze wê eniyê bi hêz bike yên ku dixwazin paş nemana DAIŞê, dewleteke hevçerx li cihê ev dewleta hovane were avakirin.

Dewleta Barzanî di nav stratîjiyeta nû a Yekîtiya Ewropa û Emerîka de

Hemû welatên Yekîtiya Ewropa û Emerîka gehiştine wê baweriyê ku take rêya rizgarbûn ji DAIŞê, şikandin û hilweşandina dewleta xelafeta îslamî ye, ji bo ev stratîjiya nû jî, tevî ku biryar dane ku hêzeke leşkerî a taybet bi asteke diyarkirî bişînin navçeyê, lê hêla giştî û serekî a ev stratîjiya nû, hevpeymanîkirin û piştgirîkirineke zêdetire ji bo ew hêzên lokalî yên li navçeyê ku dikarin li ser erdê terorîstên DAIŞê bişkînin. Li ser vê pirsê, Rîçard Has serokê peymangeha civata pêwendiyên derve û serokê stafê pilandanana siyaseta derve a Emerîka di rêveberiya Bêl Kilênton de, tekezê li wê yekê dike, ku take hêza bikare li ser erdê hevpeymanekî serekî be, Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ye. Rîçard Has pêgeha hemû hêzên din tîne rojevê, ji wan ew amajê bi Mîsir û Seûdiyê jî dike, lê her yek ji wan hêzan ji ber hejmarek sedemên cuda, bi boçûna Has nikarin werin nav hevpeymaniyê û bibin ew hêza ku pişt pê were girêdan. Pirsyara serekî li vir ev e: gelo Hêza Pêşmergê Kurdistanê dikare terorîstên DAIŞê li herdu eniyên Sûriye û Îraqê bişkîne? Yan bi rengekî din, gelo pêşmerge dikare wan navçeya azadbike û ev yeke nebe sedema peydabûna tengasî û hestyarî di navbera kurd û erebên sune û şîe de?. Di bersiva vê pirsyarê de Pro Stîvin Bîdil şîretkarê jeneral Petryos li Îraq û Efganistanê û xudanê hizra pêwîstiya zêdekirina hêza leşkerî bo Îraqê li sala 2007ê, ew di çarçoveya proseya zêdekirina bilez a hêza leşkerî de ji bo şikandina DAIŞê û têgeha serketina di şerê DAIŞê de, di gotarekê de ku heftiya borî li Waşintonê belvkiriye, ew tekezê li ser wê yekê dike, ku pêwîste şerê şikandina DAIŞê ji şerê hilweşandina rejîma Talîbanê li Efganistan û helweşandina rejîma Sedam Husên li Îraqê cudabe, ev jî ji ber wê yekê ye ku raste Corc W Boş karî Îraq û Efganistanê bidestxe û herdu rejîmên Sedam û Talîban hilweşîne, lê wî nikarî di wî şerî de biserkeve û Îraq û Efganistanê bike du welatên hevçerx yên serkeftî, niha jî heger armanc ji stratîjiyeta nû ya leşkerî tenê hilweşandina dewleta xîlafeta îslamî ya DAIŞê be, wiha Stîfin Bîdil wek şîretkarekî stratîjî û leşkerî dibêje: ((em dikarin tenê bi 27 hezar serbazan, dewleta DAIŞê hilweşînin û Reqeya paytexta wê dewletê kontrolbikin, lê pirsa serekî di vê stratîjiyetê de nabe tenê hilweşandin û şikandina DAIŞê be, belku pirsa serekî gereke ew be: çawa piştî hilweşandina DAIŞê, em rewşê bi corekî normal bikin ku pêkhateyên cuda bikarin bi hev re bijîn? Yan çawa proseya siyasî li Îraq û Sûriyê were rastkirin û proseya bingehdanîna dewletê û perpêdanê destpêbike?)).

Wate stratîjiyeta nû a leşkerî ji bo şikandina DAIŞê li Sûriye û Îraqê, tevî ku di wê xalê de komdibe ku ji bilî jinavbirina terorîstên DAIŞê tu rêyeke din tune ye, di heman dem de ev stratîjiyete cudaye ji ew stratîjiya ku Barak Obama li sîptembera 2014ê ragihandî ku armanc jê şikandina DAIŞê bû, lê dîsa jî cudahiya serekî di cewherê daraştina stratîjiyetê de ye û ew cudahiye jî ew e ku şerê şikandina DAIŞê nabe tenê di hilweşandina dewleta îslamî a DAIŞê de were kurtkirin, ji bo vê jî wek Pro Barak Mîndilson di gotarekê de ku li roja 29 meha 11 a sala 2015ê di kovara Forên Efêrz bi navûnîşana, perçebûn û zalbûn li Sûriya û Îraqê ((Divide and Conquer in Syria and Iraq)) belavkirî, ew zelal wê xalê destnîşandike, xala cewherî ku pêwîste Emerîka û hevpeyman di şerê li dijî DAIŞê de li ber çav bigrin, ew e ku Îraq û Sûriye êdî wek du dewletên berê bingeha wan nemaye, lewra gereke di nav cografiya van du welatan de, dewletin din werin avakirin, ku yek ji bo erebên sune ye li Sûriya û Îraqê, ev jî bi wê watayê ye ku êdî ne li Sûriyê erebên sune tepeserê destê şîeyan bin û ne li Îraqê tepeser û dûrxistiyê destê şîeyan bin, derbarê dewleta Kurdistanê jî, xuyaye Mîndilson ew berçavkiriye ku bi damezrandina dewleta erebên sune, êdî Kurdistan bi temamî ji Bexdadê cuda dibe û dewleteke nû dikeve di navbera Kurdistan û Îraqa şîenişên de, lewra di vê rewşê de Pro Mîndson damezrandina dewleta Kurdistanê wek dewleteke dîfakto di nivîsandina xwe de aniyeziman û zêdetir tekezê li ser avakirina dewletekê ji bo erebên sune dike, bi heman şêwe her heftiya borî balyoz Con Boltin li navenda Emerîkan Enter Prês gotarek belavkiriye têde tekezê li wê yekê dike ku damezrandina dewleta Kurdistanê xizmeta berjewendiyên Emerîka dike, lewra giringe ji vir û wêve ji bo erebên sune, hizir di damezrandina dewletekê de were kirin.

Li vir heger em li dewleta Barzanî binêrin ku niha pir ron di tiyora siyasî a cîhanê de navê Barzanî dibe elternatîv bo navê Kurdistanê, wiha giringiya dewleta Barzanî di stratîjiyeta nû a şerê li dijî DAIŞê de, ne tenê serketina pêşmerge ye li eniyên şer, belku jîngeha siyasî a dewleta Barzanî ye ku piştî serketinên li eniyên şer , hum li ser astê hundirê Kurdistanê, aramî rihetî û tenahî peydadike û hum ev dewleta dîfakto a Barzanî bûye sedema aştî û aramiyê li ser astê navçeyî û nêvdewletî jî, lewra û ji vê rastiyê, pêgeha dewleta Kurdistanê niha wek dewleta dîfakto û paş şikandina DAIŞê wek dewleteke karîger li navçeyê, wê pêgeheke hemealî hebe û hevpeymaniya nêvdewletî jî bi pir rehendan li vê dewletê dinêre û bi hemû wan rehendan bi hev re jî arasteyek çêdibe, çawa tenê bi hevkariya locîstî û leşkerî a hevpeymanan, dewleta Kurdistanê bi locîka serok Mesûd Barzanî hatiye pêş wiha jî gereke bi hevkariya hemealî a hevpeymaniya li dijî DAIŞê û bi hevkarî û locîka Serok Barzanî hewil were dan dewletek din taybet ji bo erebên sune li Îraq û Sûriyê were dirustkirin. Lê pirsyara giring li vir ew e, gelo her dewleteke din ku li navçeyê were damezrandin, wê wek dewleta Barzanî tevbigere û bibe çavkaniya aramî û tenahiyê li hundirî wê dewletê bi xwe herwiha bo aştî û aramiya navçeyî û nêvdewletî, yan cudahiya di navbera dewleta Barzanî û ew dewletên din ku li navçeyê dirustdibin wê wek cudahiya di navbera Danîmark û Somalê de be? Sebaret bi bersiva civaka nêvdewletî û wek ku kesên xudan hizir û ezmûn li ser diaxifin, hemû amajê bi wê yekê dikin ku di proseya avakirina dewletê li Îraq û Efganistanê, şaşîtiyên me di ku de bûn? Yan dipirsin: gelo di çarçoveya nexşeya SayksPîko de dişiyan de ye dewleteke serketî û demokrat were avakirin? Gera li pê bersiva van pirsyaran û serketina Herêma Kurdistanê di bin sîbera locîka serok Mesûd Barzanî de wiha kiriye ku kesên pspor û bi ezmûn, ew kêmasiyê ku di proseya avakirina dewletê de li Îraq û û Efganistanê li salên 2001 û 2003ê hebûn, ji wan re eşkere bibe û giheştine du xalên serekî, ew jî pêktên ji:

1- Dewleta serketî di jîngehekê de dirustdibe dema kiltûra lêborîn û bi hev re jiyanê hebe û li wî welatî serokek hebe giyanê lêborîn û bi hev re jiyanê biparêze, di vî dewletî de fere ol û netewe û pêkhatên cuda dibine hêz ji bo parastina dewletê, herwek çawa ferehiya ol û netewe û bi hev re jiyanê bûye hêzek ji bo parastina dewleta dîfaktoya Kurdistanê.
2- gereke wê dewletê leşkerek hebe ku hestê întîmabûna niştimanî li cem hebe û xwe bi xudanê wî welatî bizane, fermandeyekî wî leşkerî hebe ku di yek dem de serbaz û fermande be û di eniya şer de bi leşkerê xwe re amade be, herwek çawa serok Mesûd Barzanî bi dirêjiya şerê DAIŞê, bi xwe pêşmerge bû û li kêleka pêşmerge li hemû eniyên şer amadebû.

Paş ev du xalên ku dibine hevêna serekî a dewleta hevçerx, xaladin ew e ku dewletek bikare koka terorê li jîngeha siyasî a welat bikşîne, vêca rola civaka nêvdewletî destpêdike, ku gereke bi hemû şêweyan piştgiriya vê dewletê bike, daku bikare berdewam be, û bikare berdewam rûbirûyî terorê bibe û damarên terorê ji kokê ve bikşîne.

Di ev xalên me amaje pêkirine de, niha welatên Yekîtiya Ewropa û Emerîka çinemaye bigehin kodengiyê û çaverêya wê yekê ne ku modela wek şêweyê dîfaktoya Kurdistanê bi şêweyekî xumalî li navçeyê peydabibe, ev model û nêrîna herêmî ji bo hukumranî û dewletê zêdetir ji nêrîna Seûdiyê ve nêzîke heta Îran û Turkiyê, lewra hevdem ligel seredana Barzanî a ji bo Erebistana Seûdî û pêşwaziya bê wêne û gerim a şa Selman li serok Mesûd Barzanî, corek ji karvedana necor di mediyayên hendê aliyan de bi eşkere dihat hestpêkirin, ev karvedane coreke ji derbirîna ew êşa ku di dilê wan deye ji encama bilindbûna pêgeha Kurdistanê û yekgirtina gavên Kurdistanê ligel arasteya Yekîtiya Ewropa û Emerîka, lê wek niha bi zelalî hemû gav ji bo paşerojeke pir nêzîk dibînin, hemû welatên Yekîtiya Ewropa di nav wan de Elemaniya û Ferensa û Berîtaniya, ew rastîye binavkirine, ku ji vir û pêde wê zêdetir ji berî niha piştgiriya Kurdistanê bikin û wê zêdetir alîkariyan pêşkêşkin û baştir werin nav şerê li dijî DAIŞê.

Wergêran j.k.xarê
K.Kalo
Top