• Saturday, 04 May 2024
logo

Hemû rê diçin cem Barzanî Kurdistanê jimareya senga guhartina hestiyar û aloziyên rojhilata navîn e

Gulan Media December 20, 2015 Raport
Hemû rê diçin cem Barzanî Kurdistanê jimareya senga guhartina hestiyar û aloziyên rojhilata navîn e

Xala bihêza cudakera pêşmerge ewe ku karê teroristên DAIŞ têkbişkênin, û karîn serkeftinên mezin bi dest xin bê ku derdanên mezinên giyanî bidin ew derdanênên ku henê jî ji nebûna çekê pêtivî û giran bû , ji ber wê yekê gerek Emrîka bizanibe ku heya ev erdê mezin di dest teroristan de be Emrîka venahese, lewre biya min bi hevkariya me tev hevpeymanên me yên zemînî em dikarin dawiyê bi metirsiya DAIŞ ê bînin, ew pirojeyê ku civata peywendiyên derve yên kongirêsî pesendkirî daxwazdike ku çek û kelopelên serbazî rasterast bi hikumetê herêma kurdistanê bidin, bi taybet dijetank û topên dûrhavêj û zirîpoş gelekên din, hinartina çekan ji herêma kurdistanê re pêtir ji wê egerê ye ku ew çekên ku berê biryarbûn ji aliyê Bexdayê ve bigehên H.Kurdistanê li dema pêdivî negehiştin.

Sînator Ros Rayid
Serokê Civata peywendiyên derve li Kongirêsê Emrîka 10/12/2015

Tev cîhana azad dişerê dijî DAIŞ ê deye û Kurdistan li Eniya pêşîn a wî şerî ye

Li dema 3/8/2014 serok barzanî biryar şerê man û nemanê dijî teroristên DAIŞ ê da û koşka serokatiyê bicêhîşt û vegera pêşmergatiyê û eniyên şerî, hêzên pêşmerke hind çekên kevin û kêm li ber destîbûn û necardibûn ji qeçaxşiayan jî bikirin di hember de teroristên DAIŞ ê çekê Îraqê ku yê modrên û bibihayê 25 miyar dolaran û çekê dewleteka mîna Suriya didest de bû, wate pêşmerge bi çekekê kevin û kên di şerê deye hember tewleteka teroristî ya ku xwedî çekê du dewletane, ji bilî vê jî ew xelkê ku piştî dagirkirina Musilî peywendî bi DAIŞ ê kirî xwedî pile û evserên rijêma pêşn ya sedamî bûn. Ku ne tenê di ware çekan de pisporbûn belkî di şerê dijî pêşmergey jî de pisporbûn.

Di hefteya yekê ji vî şerî de û azadkirina Mexmurê ji aliyê peşmergey ve ku bi serperiştiya Mesud Barzanî şer dikir jinêralên pitagonê matmayman bi wêrekiya pêşmerge. Taku wan xuyakir ku serkirdatiya wêrekaneya barzanî û pêşmerge bibe sede ku êdî cîhan rêzê li kurditanê bigre, her ew serkeftin bune sedem ku paş 3 salan Obama biryarê bide ku birêya Esmanê hevkariya kurdistanê bike.

Eger em temaşekin rodanên 18 mehên burî yên şerê li dijî Daişê em dê bîninku hemo guhartin girêdayî serkeftinên pêşmergene ku yek ji mezintirîn wan guhartinan hinartina pêşmergeye ji bo piştgêriya şervanan li kobanê bû, ji serok Obama re ketina Kobanê girêyek bû bi taybet dema serokê Turkiyê gotî Kobanê dikeve Obama biryar de ku hêrişên esmanî pêtirbike ser teroristan li Kobanê daku hêrişên teroristan rawestînin, lê pir pisporan da zanîn eger emrîka çiqas hêrişên esmanê jî bike ser teroristan li Kobanê her li diwiyê de vekêşe û nikare biparêze, lê piştî hinartina pêşmergey bo Kobanê ku wê demê25% ji Kobanê di destê şervanan de mabû pêşmergey karî di mawê 85 rojan de balensa şer biguhurîne û azadkirina Kobanê ragehîne, ku berê jî bi serperiştiya barzanî pêşmergey karîbû çiyayê Şingalê azadbike, ev serkeftin ne tenê egera kuhartina siyaseta hevpeymana dijî DAIŞ ê bû belku ev yek bu sedeme ku li şiyata 2015 li kongireya Miyonix tenê yê ku serokê çi dewletên serbixwe ne û hatiya bangkirin Mesud barzanî bû û hevdîtin tev Engêla Mîrkil li jêr ala Kurdistanê sazda bi wê wateyê dihat ku kurdistan beşeka giringa sitratîjîka parastina ewlehiya tev cîhanê ye, herweha li meha marta 2015 emrîka biryar de weke welatekê serbixwe tikilyê bi kurdistanê re bike û çekan bide kurdistanê, ku vê pirojê pirsgirêk dinavbera kongirês û rêveberiya emrîka de anî holê, lê paş seredana barzanê bo koçka sipî li eyara 2015 ev pirse yek alî bû daku barzanê helwîstê rêveberiya Emrîka neşkêne razî bû ku çek di rêya Bexdadê re bigehe kurdistanê, lê di van mehên bûrî de Bexada pêgirî biryarê nebû û çexê pêwîst li demê pêwîst negeha destê pêşmerge, ev care kongirês dê bi eşkera ji rêveberiya Emrîka re bêje eer tu bixwazî teror ji Emrîka dûrbikeve gereke vê pirojê pesendkî ku di pirojey de pêdiviye tev curên çekên teqlîdî ji bo berevaniyê bidin H.kurdistanê û bo mawê sê salan H. kurdistanê dikare li gor pêdiviya xwe çekan bikire.

Seredana Barzanî bo welatan û pêşwazîkirina wî bi alayê kurdistanê

Azadkirina Şingalê wêzgeyekê giringê vejîna sitratîciya cîhana azad û dawî anîn bi teroristên DAIŞ e, ew serkeftina bi serperiştiya Barzanî û hêza zemînî ya pêşmerge û esmanî ya hevpeymana li şingalê ku kêmtir ji 48 dejmêran bidesanî, ji bilî ku ev serkeftine dirbekî çergbirbû ji DAIŞ ê re herweha buye ciyê matmayina tev bisporên serbazî û hewalgêrî, ji berku wan fikir dikir şerê azadkirina Şingalê şerekê bidumê kulana be, lê piştî ku pilana serok Barzanî bicî hatî û Şingal azad bû, teroristan li Ewropa tevgerên xwe encam dan mîna 13 novemberê li Parîsê, vê yekê kir ku civata ewlehiya cîhanî biryar da ku gerek DAIŞ li tev dera were ji navbirin. Ji navbirina vê metirsiyê jî ewe ku hat xuya kirin hevpeymana rasterasta Emrîka herêma kurdistanê ye û gerek raste rast çek pê were dayin, ev yek li seredanên vê dawiyê yên barzanî ji bo Kendv û Turkiya pêtir xuya dibû.

Eger li seredana kendavî û Siudî de behis li dawî anîna DAIŞ ê û dirustkirina dewleteka Sune li Îraqê û Suriyê û nehêlana şerê mezhebî be di seredana Turkiyê jî de behis li xalên hevbeşên di navbera turkiyê û Kurdistanê de hatekirin serbarî ku tewerê sereke şerê DAIŞ ê bû her weha Barzanî bi HDP re civiya serok barzanê take kese ku di vê pirsê de tev hikumeta Turkiyê gengeşê dike û dibe navbeynkar daku aştî were holê.


Top