• Sunday, 05 May 2024
logo

Azadkirina Şengalê Û Perçekirina Dewleta Xîlafeta Îslamî, Modeleke Nû A Serketinên Pêşmerge Ye Di Şerê Dijî DAIŞê De

Gulan Media November 22, 2015 Raport
Azadkirina Şengalê Û Perçekirina Dewleta Xîlafeta Îslamî, Modeleke Nû A Serketinên Pêşmerge Ye Di Şerê Dijî DAIŞê De
Ji meha Huzeyrana 2014ê ve, ew axa ku terorîstên DAIŞê dewleta xwe li ser ragihandin, roj bi roj ferehtir dikin, tenê li Kurdistanê li ew navçeyên ku serok Barzanî yekser serpereştiya eniyên şer dike û hêzên pêşmerge lê ye, terorîstên DAIŞê roj bi roj derdidin û biçûktir dibin û bê omêddibin û ji tamarê ve kişandin nêzîk dibin, ji vê jî zêdetir ew cihên stratîjî ku roj bi roj bi serkirdatiya serok Barzanî li eniyên şer tenê bi dest û bazên pêşmerge li ser erdê û bi hemahengiya hêza esmaniya hevpeymanan ji bin destê terorîstên DAIŞê tên pakkirin û bûye sedema ecêbmayîna temama mediyayên cîhanê çêkerên siyasetê û jeneralên leşkerî yên hemû dewletên hevpeymana nêvdewletî a li dijî terorîstên DAIŞê, vê yekê jî rehindeke nêvdewletî daye serketinên pêşmerge û şêwazê serkirdatîkirina wan ji aliyê serok Barzanî ve û bûye cihê giringiyeke wiha ku zanista leşkerî a hevçerx bê deng bûne û leşkerên kilasîkî yên hevçerx li hemberê bê bersiv mane.

Ew a li roja 12/11/2015ê ve bi hûrî pêdaçûn li ser serkeftinên pêşmerge di nav hemû mediyayên cîhanî de tê kirin paş ku serok Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de mizgîniya azadkirina temama Şengalê ji bo Kurdistan û cîhanê ragihandî, nexşeya cografî a navçeyê ye û em ê giringiya ev dastana dîrokî û mezine li ser nexşeyê ji bo xwendevan û temaşevanan re ronbikin. Penabirin ji zimanê nexşeyê bi wataya serketina mezin û tirsa mezin, dîroka wê vedigere bo serdemên şerê cîhanîa a duyê, dema Rozfeltê serokê Emerîka dixwaz Emerîka di wî şerî de beşdar be û kongresê rê nedida, lewra daku Rojfelt metirsiya Hîtler ji bo welatiyên Emerîka ron bike û wan bigehîne wê baweriyê ku eger Emerîka di vî şerî de beşdar nebe wê tirs li ser Emerîka jî çêbibe, lewra ew neçar bû ku daxwazê ji welatiyên Emerîka bike ku her yek ji wan nexşeyeke cîhanê dîne pêşiya xwe daku ew bi rêya lêdwanên heftane bi rêya radiyoyê metirsiyan ji wan re ronbike.

Paş azadkirina Şengalê bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî, mediyayên cîhanê vê carê jî berê xwe dane zimanê nexşeyê, daku meziniya vê serkeftinê ji welatiyên xwe re ronbike û omêdekê ji wan re çêkin ku serketinên pêşmerge metirsiya mezin a DAIŞê li ser mirovatiyê kêmkiriye.

Ji vê rastiyê dema li ser astê hundirê Kurdistanê behsa ev serkeftina mezin a pêşmerge tê kirin, serketin tenê di azadkirina Şengalê de tê berceste kirin, lê pisporên xwendina şer dema li ser vê serketinê diaxfin, ew pir giringiyê bi rêya 47 didin ku Mûsil û Reqayê ji hev dibire, herwiha giringiyê bi azadkirina rêya serekî a başûrê Şengalê didin ku digehe sinûrê Beac bingehê terorîstên DAIŞê li wê navçeyê, wê demê têdigehin ku niha Şengal bûye cihekî aram ji navçeyeke fereh ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê di mawê kêmtir ji 48 kaêran de azadkiriye.

Li vir heger em vegerin roja 20/12/2014ê dema serok Barzanî li ser çiyayê Şengalê mizgîniya azadkirina navçeyeke fereh ragehandî û soz dayî ku nabe bosteka axa Kurdistanê li jêr destê terorîstên DAIŞê bimîne, niha û paş azadkirina Şengalê, em ji wê pilanê têdigehin ku mawê 11 mehên borî serok Barzanî hewildaye hemû rehendên wê li ber çav bigre ku bi şêweyekê Şengal were azadkirin, ku netenê Şengal were azadkirin belku bibe navçeyeke aram di nav navçeyên azadkirî yên Kurdistanê de, ku Şengalê bi şêweyekî bi Kurdistanê ve girêbide ku carek din di çi cihan re terorîstên DAIŞ û dijminên Kurdistanê nikaribin nêzîkî Şengalê bibin.

Azadkirina Şengalê Xala Destpêkê a cêbecêkirina
Stratîjiya Hevpeyman Nêvdewletî A Dijî DAIŞê

Profîsor Wolker Pêrses serok û rêveberê cêbecêkar a peymangeha Elmanî (SWP) di semînara xwe a bi navê ((dawiya ew rojhilata navîn a me nasdikirî)) de destpêkê destnîşandike ku ew dewletên berhema rêkeftina Saykspîko bûn, ji ber hev hilweşîne, niha herdu dewlet Îraq û Sûriya wek du dewletên ku xudan axeke hevgirtî bin hebûna wan nemaye, di rojhilata naverast de niha xelafeta dewleta îslamî ji aliyê DAIŞê ve hatiye damezrandin, ev dewlet tevî ku dewleteke totalîtarî û hov e, lê modeleke nû a avakirina dewletê ye li navçeyê û di nav ev dewleta hov û totalîtariye de dezgehên dewletê hene û dewleta DAIŞ şiyana firotina neftê heye, ev dewlete bûye gef ji bo navçeyê û ji bo bi dawî bûna rojhilata naverast bi şêweyekî trajîdî, li hember ev modela ne şêrîn a DAIŞê, modeleke ciwan a avakirina netewe û dewletê li navçeyê heye, ew jî modela Hukumeta Herêma Kurdistanê ye li Îraqê.

Profîsor Wolker di vê berhevkariyê de dixwaze vê yekê ji me re bêje ku Rojhilata Naverast a berhemê nexşeya SayksPîko bi dawî bûye, êdî dewletên navçeyê nikarin kêşeyan çareserbikin, Sûriya û Îraq nemane, Erebistana Seûdî eger bikare li ser astê leşkerî serkirdatiya hevpeymaniya dijî DAIŞê bike, lê ji aliyê aydyolojî ve mizgeft û dibistanên Erebistana Seûdî baştirîn çavkanîne ji bo berhemanîna hizira DAIŞ û tundrewiyê, lewra ew a pêwîste helwêst li ser were dan û cîhan piştgiriyê lê bike, ew modela avakirina netewe û dewletê ye ku niha Herêma Kurdistanê li Îraqê mijolêye ku ber bi serkeftineke mezin ve gavan davêje.

Giringiya ev destnîşankirina profîsor Wolker ji bo modela serkeftî a avakirina netewe û dewletê ji wan xalan çavkaniyê dibîne, ku ew modela li Başûrê Kurdistanê heye take navçeye li ser astê rojhilata naverast herwiha ji pakistan heta bi Neycîriyayê ku weke dewleteke hevçerx bikare terorîstên DAIŞê bişkêne û şiyana wê hebe ku axa xwe biparêze û serweriya yasayê piyade bike û dezgehên wê şiyanên liveke baş hebe.

Heger em van sê xalên ku Firansîs Fokoyama ji bo dewletê destnîşankirine li ser erdê di şerê li dijî DAIŞê de praktîzebikin, wiha Fokoyama di şiroveya bo dewleta îslamî DAIŞê de dibêje: ((dema em dibînin ku dewlet ji Pakistanê heta bi Neycîriya, xwe li hemberî êrîşên terorîstên DAIŞê nagirin û axa wan tê dagîrkirin, ev wê watayê nade ku terorîstên DAIŞê yan xelafeta îslamî dewleteke bi hêz e, belku ev şikestine wê yekê ji me re dibêje ku dewletên vê navçeyê zeîf û faşilin)).

Fokoyama di vê xalê de hewildaye careke din li proseya pirtûka (avakirina dewletê) veger ku wî bi xwe paş sala 2003yê wek piroseyek ji bo avakirina herdu dewletên Îraq û Efganistanê kar li ser kiriye, lê paş 8 salan wate li sala 2011ê û paş ku Emerîka di piroseya avakirina herdu dewletan de biserneket û nikanî li Îraqa paş Sedam Husên û Efganistana paş Talîbanê du dewletên hevçerx avabike, di vê hewlê de Vokoyama li wê nehêniyê geriya ka çawa dewlet dikarin axa xwe biparêzin, ji bo vê yekê jî amaje bi modela dewleta Çînê dike wek bihêztirîn dewlet di dîrokê de ku kariye sinûrê xwe biparêze, wate mezintirîn kêşeya dewletê li rojhilata naverast û cîhanê ew e ku li pir cihan li vê cîhanê dewlet nikarin axa xwe biparêzin, di vê xalê de renge Îraq baştirîn nimûne be ka çawa leşkerê wê li hember terorîstên DAIŞê hilweşiya, ew leşkerê ku tenê rêveberiya Emerîka 25 milyar dolar pere lê xerckiribû, hemû çekên pêşketî yên hevçerx jê re peydakiribûn, lê bê ku fîşekekê li hember terorîstên DAIŞê bipeqîne, ew leşkerê mezin ji ber hev hilweşî û hemû çekên xwe radestî terorîstên DAIŞê kir.

Ji vê xalê û hember şikîna leşkerên teqlîdî yên dewletên navçeyê, dewletên rojava bi giştî û Emerîka bi taybetî rastî pirseke mezin hatin ku gelo çima leşkerê van welatan xwe li hember terorîstên DAIŞê nagirin? Lewra li destpêkê Rojava nikarîn destêwerdanê bikin û nikarîn tu biryarekê jî bidin, heta ew dema ku terorîstên DAIŞê êrîşî Şengalê kirin û dest bi komkujî cînosayda kurdên êzîdî kirî, lê destêwerdana wan jî tenê bi rêya êrişên esmanî bû, lê dema dîtin li ser erdê hêzek weke hêza pêşmergê Kurdistanê û serokek weke Mesûd barzanî hene ku bi çekên salên heftiyan ji sedsala borî li hemberê terorîstên DAIŞê disekinin û karîne sinûrekî ji pêşketinên DAIŞê re dînin, hêdî hêdî ji êrîşên esmanî gav hatin guhertin ji bo dariştina stratîjiya şikandina û ji ber hev hilweşandina terorîstên DAIŞê.

Tevî ku ev stratîjiyete li meha Eylola 2014ê ji aliyê serok Obama ve hate ragihandin, lê bikirdar tenê li Kurdistanê û li ew navçeyên ku serok Barzanî serokatiyê dike encamê xwe hebûn, ji vê jî zêdetir bi ragihandina stratîjiya dijî DAIŞê û şandina hêza pêşmerge bo Kobanê û guhertina arasteya şer ji ketina Kobanê bo rizgarkirina Kobanê di mawê nêzîkî 85 rojan de, herwiha azadkirina bi hezaran KM çwargoşe bi destê pêşmerge li dawiya 2014ê, ev hemû bûne sedema ku hevkarî û piştevaniya locîstî û çek i bo hêza pêşmergeyê Kurdistanê di qûnaxeke din keve, lê paş azadkirina Şengalê û ew baweriya mezin ku li cîhanê bi giştî û li Emerîka bi taybetî bi şiyan û moral û îrada bilinda pêşmerge çêbûyî, guhertineke din çêbû ew jî perçekirina dewleta îslamî ye li Îraq û Sûriya ku ew jî ji hev qutbûna Mûsilê ye ji Reqayê, ev dike ku hevpeymana nêvdewletî bi giştî û Emerîka bi taybetî zêdetir cihê xwe li Kurdistanê bihêz bikin û ji Kurdistanê stratîjiya şikandin û ji ber hev hilweşandina terorîstan bi kirdeyî destpêbikin.

Tenê Bilindkirina Ala Kurdistanê Û Dûrketin Ji Alayên Partiyan

Waneyeke din ku em ji azadkirina Şengal û peyama serok Barzanî bi helkefta azadkirina Şengalê fêr dibin, tekeza serok Barzaniye li ser tenê bilindkirina Ala Kurdistanê ye li Şengalê û dûrketin ji hevrikiya siyasî û hizbî yedaku ev serkeftin wek serkeftina netewe û pêşmerge wek leşkerê bergiriya Kurdistanê derkeve. Ev tekezkirina serok Barzanî li ser ala Kurdistanê û hêza pêşmerge wek hêza bergirî û rizgarkerê axa Kurdistanê, ku çêdibe weke beşeke din a proseya avakirina netewe û dewletê di hizira Barzanî de were temaşekirin, mixabin li ser astê navxwe û hizira tenga hizbayetî bi coekê ji coran rûyê vê serkeftinê neşêrîn dikin ev di demekê deye ku Kurdistan îro di qûnaxekê re derbaz dibe ku gavên çetin û mezin li pêşê ye û geheştiye qûnaxa ku êdî gavan ber bi lotkeya herî bilind a serfiraziyê davêje lê hizir û berjewendiyên teng yên hizbî di hewleke nizim dene ji bo ku astengan li hember ev piroseya niştimanî dirustbikin.

Ew a ji bo niha û paşeroja Kurdistanê di nêrîna cîhanê de giringe, ew e ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê leşkerê paşerojê a Kurdistanê be, dewleta Kurdistanê jî ku heta niha li cem hinek aliyan ne cihê bawerî pêkirinê ye, lê li ser erdê û di çarçoveya têrwanîna hevpeymaniya nêvdewletî de ji bo çawaniya serkeftin di şerê li dijî DAIŞê de ev dewlete bûye pêwîstiyek ji bo serkeftin di vî şerî de, herwiha damezrandina dewleta Kurdistanê bûye pêwîstiyek ji bo çawaniya dariştina stratîjiya nêvdewletî li rojhilata naverast û cardin vegerandina aramiyê ji bo ev navçeya hestyar û giring, li hember vê rastiyê, renge nêrîna kevin ji bo rojhilata navîn yan bergiriya welatên navçeyê ji bo mana sîstema kevin û cografiya dewletên kevin, lê ev tu tiştekî ji wê rastiyê naguhêrin ku sîstemê kevin û cografiya dewletên kevin yên navçeyê çavkaniya kirêz û giriftên vê navçeyê ne û gereke delîfe were dan ku dewletên nû ji bo çareserkirina vê qeyranê ji dayik bibin û cwantirîn model jî ku bikare terorîstan bişkêne, modela dewleta Kurdistanê ye.
Top