• Sunday, 05 May 2024
logo

Hevjîna pêşmergeyekî kêmendam daxwaza yekrêziya kurdan dike

Gulan Media November 5, 2015 Raport
Hevjîna pêşmergeyekî kêmendam daxwaza yekrêziya kurdan dike
Serhildana terorîstên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê ku bi DAIŞ tên naskirin, ne tenê li Sûriya û Îraqê bûne sedema xwînrêtin û komkujî û tawanên şer, heta li başûrê Kurdistanê jî şerê wan hemû sinûrê tawanan derbazkir û ew dirindeyî û hovîtiye wan bi komkujiya kurdên êzîdî li Şengalê destpêkir, çekdarên mejî genî a wê dewletê dixwazin cîhanê bixin jêr destê xewnên xwe yên genî û bi navê pîroza îslamê bi hezaran mirovên kêm fam û sade şaşkirindane û ji her nirxeke exlaqî û olî û mirovatiyê qutkirine. Lê ew bilind firîn û pozbilindiya wan bi fermaneke serokê pêşmerge û mêraniya pêşmergên çav netirs û welatparêzên Kurdistanê hate şikandin û heta niha her roj li paş her êrîşeke pêşmerge axa Kurdistanê ji gemara wan tê pakkirin, û li hember van serkeftin û serfiraziyê de hejmareke mezina lawên kurd can yan beşek ji endamên xwe bexşîne Kurdistanê. Yek ji wan pêşmergeyan ku bi hezara bombeyên çandî yên DAIŞê jinavbirine, li dawî karê xwe yê lehengî de li rojavayê Kerkûkê, destekî xwe ji dest da û hevjîna wî jî ku kincên pêşmerge li xwe kirine, xudan peyameke dîrokî ye û di axaftinekê de ji bo Gulan behsa serbestiya welat û armancên xwe û hevjînê xwe dike.

Bi hejmarek ji hevsengerên xwe re ji nexweşxana hawarhatinê a rojava li Hewlêrê derdikevin derve, her çiqas serê wî bi şaşeke sipî girêdayî ye lê cilên pêşmerge li xwe kirine, ew cilên pîroz ku regeza nêr û mê nasnake, ew cilên reng pilingî ku tirs xistiye dilê hovên DAIŞê. Kurd dibêjin: - şêr ji dergoşa xwe derket, çi mê be çi nêr be (şêr şêr e, çi jine çi mêre), di rûxsarê wê de heybeta jina kurd derdikeve, tevî birîna kûr û xema mezin ji bo hevjînê xwe lê bi moraleke şêrane bersiva pirsyarên Gulan dide.

Zuhre Zahêr wek ku behs dike, jiyê wê 24 sale û mawê 5 salane bi pêşmergeyekî rojhilatê Kurdistanê re zewiciye. Nêzîkî salekê ye jî ku li kêleka hevjînê xwe li kela bergiriya rojhilat li sinûrê rojavayê Kerkûkê li hêla pêş a eniyên şerê dijî DAIŞê ye, axa Kurdistanê ji terorîstan û bombeyên çandî pakdikin.

Ew jina dilşêr, hum pêşmergeyeke jine û hum jina pêşmergeyekî ye, lewra hevdem bi birîndarbûna hevjînê xwe re ku destekî xwe li dema hildana mînên DAIŞê ji dest da û nû neştergerî jê re hatiye kirin, bi bêhneke niştimanperwerane dibêje: ez bi xîreta hevjînê xwe serbilindim, perçek ji canê xwe ji dest da, nîv can û sûlavxwîn bû, lê her li rewşa hevalê xwe dipirsî, wî xol kiribûn, pir şareza û çavnetirs bû. Hevjînê min rojane bi sedan bombeyên terorîstên tirsonek ji nav dibirin, heger me pêşmergeyên wiha tunebin, wê rojane bi sedan pêşmerge şehîdbibin.

Zuhre di dirêjiya axaftina xwe de bo Gulanê tekezê li wê yekê dike ku pêşmerge sembola fedakarî û cangoriyê ye û got jî: leşkerê mezin û pirçek yê Îraqê li hemberî DAIŞê nikanin bisekinin, ax û bajarên xwe bi bingehên leşkerî û çekan ve teslîmî wan dikin, lê her ew terorîstên hovane yên DAIŞê bi sedan car li hemberê hêzên pêşmerge ketine ser kabên xwe.

Ew jina pêşmergeamajê bi hêmayên neteweyî yên kurdan dike û dibêje: ala Kurdistanê ne tenê ji bo yek perçeyê Kurdistanê ye, duhî ew ala ye li Mehebadê li rojhilatê Kurdistanê hate hildan, niha jî li başûr û rojavayê welat tê venan, lewra jin û mêrê kurdan li her dereka cîhanê bin, wek hev li hember ew destkeftên Kurdistanê berpirsyarin. Got jî: ez piştrastim heger hinek aliyên kurdî nekevin di nav pîlanên derekî de, wêdemê serbixweyiya Kurdistanê nêzîke û serok barzanî ku yadgarê komara Kurdistanê ye bi piştevaniya xwedayê mezin û pêşmerge wê ew komare zindî bibe, lewra ez wek jineke pêşmerge daxwazê ji hemû part û aliyên Kurdistanê dikim ku ji bo berjewendiyên neteweyî hevbigrin û hemû bihevre sengerên pêşmerge bi hêztir bikin ji bo parastina axa welat çûnkî hertim sedema şikestina kurdan n yekbûna wan bû, ûtu kurdekî dilsoz û niştiman perwer rê nade ew şikestine carek din dobare bibe.

Zuhre di bersiva wê pirsyarê de ka çawa dikare zarokên xwe li pê xwe bêle û berdewam li eniyên şer bî, got: ez û hevjînê min em rêkeftin ku rizgariya kurd ji bindestiyê armanca me a serekî be, lewra me xwe ji xweşiya zarokan û perwerdekirina wan bêbeş kiriye û heta niha em nebûne dayik û bav.

Ew jina pêşmerge helgirê pir peyaman bû. Wê tekez kir ku DAIŞî enternet û mizgeftan bikartînin û li jêr navê quran û ola pîroza îslamê mebestên xwe yên pîs vedişêrin, lewra pêwîste kurd hemr rêyekê ji bo hatina wan hovana bo nav Kurdistanê bigrin, bêgoman pêşketina teknolojiyayê leşkerekî veşartî yê terorîstî di torên civakî de li ser enternetê dirustkiriye, hovên mejî pîs yên tundrê jî bi deh hezaran mejiyên kêmfam ber bi tarîperestî û tundiyê ve biriye, lewra çirkesata yek rojî bi sedan sal cîhan ber paş ve bir. Rûdanên 11 Septemberê hevkêşên demî guhert û navendên siyasî tûşî şokê kir, jidayikbûna Dewleta Îslamî DAIŞê jî hemû hevkêşên dewlet û parastina sinûrên dewletan tevlihevkir, kar gîşte wê astê ku çekdarên Ebo Bekir Bexdadî serweriya sinûrê welatan bişkênin û ji bo bidestxistina (beyetê) dest bi komkujiyê bikin û tu tawaneke dijî mirovahiyê nehîştin ku wan nekir, beşek ji çekên leşkerê Beşar Esed dîktatorê Sûriya û hemû kerestên modern yê ku leşkerê Emerîka ji bo leşkerê bê bingeh yê Îraqê hîştibû li bajarê Mûsilê kete destê DAIŞiyan û bi wê bêtir li xwe bayî bûn û xwastin di şevekê de rêya hezar salî bibirin û dewleta îslamî li îraq û şamê dabimezirînin, bi xeyaleke herifî deriyê kesekî ji deriyê kurdê bê dewlet kintir nedî, lewra bi lez berê xwe badan û li sinûrekî fereh bela xwe bi başûrê Kurdistanê dan. Bilandanerên DAIŞê wiha dizanîn ku şînwarên du îdareyî û yeknexistina hêza pêşmerge di leşkerekî rêkxistî û meşqpêkirî û pirçek de, axa kurdan kiriye pariyekî şil û wê bi asan were daqiltandin, heta astekî di hizira xwe de biserketin, lewra bi asanî beşek ji başûrê Kurdistanê dagîrkirin û êzdî jî di qûrbanî bûnê de para mezin ber wan ket û heta paqijiên wan wek destkeftiyên şer birin bazaran û DAIŞê kirîn û firoştina wan pîrozkir! Lê lawên wan di eniyên şerê terorîstan de îrada xwe kirin yek û berî hatina çekên giran û alîkariya nêvdewletî, pêşmerge karî telesîma DAIŞê bişkîne û hemû axa navçeyên derveyî herêmê jî kontrol bike.

Zuhre ya pêşmerge di dawî peyama xwe de tekezê li wê yekê dike ku di şerê malîna DAIŞê de nabe rolê pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê ne li ber çavan be. Bi taybet ew hêza bi navê Kela Xweragiriya Rojhilat û dûr ji hizbatiya berteng û nûneratiya rojhilatê Kurdistanê heta niha berdewame di şikandina êrîşên DAIŞê yên ji nişkave li sinûrê Kerkûkê û di şerê hovên DAIŞê de xwîn û xuhê wan tev hev bûye û pir qurbanî dane.
Top