Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Joe Biden pîroz kir
![Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Joe Biden pîroz kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1611308118ebru-gunay.jpg )
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê da axivî û di dawiyê da bersiv da pirsên rojnamegeran.
Ebru Gunay li ser pirsa ji bo Kurdan çi hêviya we ji serokatiya Biden heye, bersivand û got, em wek HDPê destbikarkirina Biden pîroz dikin û hêvîdar in ku bo Rojhilata Navîn bibe sedema destpêka rojên baş. Her wiha Gunay da zanîn, ji bo Kurdan ya girîng divê tifaqa nav Kurdan be.
Gunay diyar kir: “Em dest bi karkirina serokatiya Joe Biden pîroz dikin.Hêvîdar im ku destpêkê ji bo Amerîka, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê rojên baş wê dest pê bike. Em ji bo Rojhilata Navîn, ji bo pêşeroja gelê Kurd em bi xwe bawer in. Ger tifaq û têkoşîna gelê Kurd mezin bibe, ji bo gelê Kurd wê pêşerojekê baştir çêbibe. Helbet serok û rêveberiyên nû yên welatên cîhanê wê bandorekê mezin bike li herêmê. Lê ya esas, li ser vê axê wê tifaqa Kurd bandorê bike.”
K24