• Sunday, 24 November 2024
logo

Hêza Pêşmergê Rojava beşeke ji ew leşkerê ku bergiryê li hemû Kurdistanê dike

Gulan Media October 21, 2015 Raport
Hêza Pêşmergê Rojava beşeke ji ew leşkerê ku bergiryê li hemû Kurdistanê dike
Dariştina bingeheke bihêz ji bo Hêza Pêşmergê Kurdistanê wek sopayê bergiriyê li hemû sinûrên kurdistanê û parêzerê takên kurdistanê li seranserî kurdistanê, ne tenê projeya meşiq û rahênana leşkerî û çawaniya bikaranîna çek û şarezabûn li ser çekên serdem e, belku ev projeyeke hemealî û li ser bingehê hizira neteweyî û nîştimanî ye ji bo bonyadnana îradeyekê ye li cem takên Kurdistanê, bi rengekî ku bikare kurdistanên, îraq û sûriya û îran û turkiye bike kurdistana kurd û kurdistaniyan, zelaltir wek hizirmendê mezin yê turk û dostê nêzîkê kurd Îsmaîl Bêşikcî amaje bêkiriye, ((niha her yek ji çwar dewletên dagîrkerên kurdistanê, her yek û kurdistaneke xwe heye, lê tenê kurdistana kurdan tuneye)), li gor vê nêrînê projeya avakirina leşkerê rojê yê hêza pêşmergê rojava, gaveke lojîkî kirdeyî ye ji bo damezrandin û parastina kurdistana kurdan û kurdistaniyan.

Wate projeya avakirina leşkerê rojê yê Hêza Pêşmergê Rojava, ne tenê projeyeke serbazî ye, belku projeyeke nîştimanî dûrbîne ji bo avakirina îrada mirovê kurd û kurdistanê ku ka çawa pênaseya kurd wek netewe û kurdistan wek nîştiman dike, zelaltir wek Mistefa Barzanî dibêje: ((ne giringe ka tu bi çi çekekî şer dikî, a giring ew kesê li pişt wî çekî ye û bi wî çekî şer dike)). Li ber roşnahiya ev hizira mezin, serok Mesûd Barzanî bûye hevkar û alîkar daku leşkerê rojê yê hêza pêşmergê rojava were damezrandin, pêşmergeyên di nav vî leşkeriyê de li ser bingehê hizira neteweyî û nîştimanî hatine perwerde kirin, ku êdî kurdistanê bi çwar perçeyî nebînin, êdî têgeh û zaravên dagîrkerên kurdistanê bikarneînin û cêwaziya di navbera perçeyên kurdistanê de nehêlin, rast wek leşkerê Mistefa Barzanî ku xwe bi pêşmergê hemû kurdistanê dizanî û cihekî kurdistanê hewceyî bi bergiriyê baya Mistefa Barzanî û leşkerê wî li wî cihî hazirdibûn, hizira Mistefa Barzanî li serdemê şerê sar û pîroziya serweriya dewlet û pîroziya sinûrên çêkirî, ne tenê karî li ser astê başûrê kurdistanê dawiyê bi navçegeriyê bîne, belku li seranserî kurdistana mezin karî hizireke neteweyî û nîştimanî wiha li cem her takekî kurd û kurdistanê çêke ku nasnama kurdistanîbûnê li cem kurd û netewe û olên cuda yên kurdistanê çêkir, niha ku rewşeke pir cuda ji yê serdemê Mistefa Barzanî hatiye pêş û êdî sinûrên çêkirî wek berê pîroz nemane û navçe bi temamî li hember guhertineke seranserî deye, wiha ne her niha, belku paş serhildana gelên sûriyê li 2011ê, serok Mesûd Barzanî gav ji bo wê yekê avêt ku kurdên rojava tenê hizir li berjewendiya kurdî bikin û bi hev re ji bo azadkirina ev beşê kurdistanê li ser bingeha kurdbûn û kurdistanîbûnê hizirbikin, lewra ji sala 2012ê ve ew bûye çetrek ji bo dirust kirina leşkerê rojê yê hêza pêşmergê kurdistanê , niha ev hêze hazire ber bi rojava ve birêkeve daku bibe hokar û alîkar ji bo bihêzkirina eniya rojava, lê ew li başûr jî li eniyên pêş yên li dijî DAIŞê ne û heta niha ji bo parastina sinûrên başûr bi dehan şehîd û birîndar dane û hevdem ew di amadebaşiyê dene ku ber bi rojava ve birêkevin, heger siba rojhilat û bakur jî bêwîstî bi alîkariya vê hêzê hebe, ev hêze wê li rojhilat û bakur jî amade be.

Şandina Pêşmerge ji bo Kobanê, rewatiya nêvdewletî bû ji bo leşkerekî nû

Şandina hêza pêşmerge li ser fermana serok Barzanî ji bo Kobanê, û baweriya serok Obama bi wê yekê ku tenê hêza pêşmerge dikare li ser erdê hevkariya birayên xwe şervan an bike û bibe sedem ku Kobanê nekeve destê DAIŞê de, ev hemû bûne egerê ku serok Obama bi xwe û bi telefonê guvaşê li ser Receb Teyib Erdogan serok komarê Turkiya bike daku hêza pêşmerge wek hêza leşkerê dewleta dîfakto a kurdistanê, di nav axa turkiya re derbazî Kobanê bibe, bi gîştina ev hêza pêşmerge bo Kobanê hevsengiya hêzê bo berjewendiya eniya kurdistanê de hate guhartin û stratîjiya şer jî ji bergiriya qehremanane a şervanan hate guhertin bo êrîşa hevbeş a şervan û pêşmergeyan û azadkirina Kobanê ji destê terorîstên DAIŞê.

Ketina Kobanê di destê DAIŞê de, bi qasî şikestina Vîtnamê ji bo Emerîka giring bû, Profîsor Maks Bot rêveberê programa asayîşa niştimanî li peymangeha pêwendiyên derve yê Emerîka û xudanî prtûka (leşkerê nexuya) li roja 22 Oktober 2014ê derbarê êrîşên esmanî yên siq yên Emerîka bo ser DAIŞê di gotarekê de bi navûnîşana (şer bi DAIŞê re, ji eniyeke şer zêdetire), di rojnameya Wol Strît Jornal de nivîsiye: ((Emerîka çawa li sala 1968ê li herêma Saygonê li başûrê Vîtnamê hemû hêza xwe bikaranî daku XîSane yê biparêze û nehêle bikeve di dest vîtnamiyan de, lê derencam tevî hemû êrîşan nikarî şerê XîSane yekalî bike û bi neçarî ew navçeye berde, vê carê jî tevî hemû ew êrîşên esmanî yên emerîka bo ser DAIŞê li Kobanê, wiha Kobanê nayê parastin û wê heman sînaryoya şerê XîSane a Vîtnamê dobare bibe)). Ew xwendevanên ku Profîsor Maks Bot dinasin, dizanin ev vekolere herdem wek şîretpêkerekî mezin çiqas boçûnên wî giringbûn ji aliyê komîta bergiriyê a Kongres û stafê Pentagonê ve, hersalekê çendîn rûniştinên guhdarîkirinê bi wî re encamdidin daku mifayê ji boçûnên wî wergirin ji bo dariştina siyaseta asayîşa emerîka.

Lê ka em vegerin rojên destpêka meha Oktobera 2014ê û pelên erşîvê vedin, ji bo em bizanin serok Mesûd Barzanî çawa hokar û fakterê serkî bû daku Kobanê nekeve û ketina ku dihat çaverêkirin guher bo ew serketina mezin:

1- li roja 9 Oktobera 2014ê, serok Mesûd Barzanî nameyek ji Perlemana Kurdistanê re şand daku biryarê li ser şandina Hêza Pêşmergê Kurdistanê bo Kobanê bide.
2- li destpêka meha Oktoberê serok Barzanî hemû hewlên xwe kirin daku carek din hemû aliyên siyasî yên rojava li dora yek mêzê kombike û bigehin rêkeftinê, ji ber ku take fakter ji bo serkeftin û rêgirtin li ketina Kobanê yekrêziya kurd bû bi gîştî û yekrêziya kurdên rojava bi taybetî, ji bo vê yekê jî sipas ji xwedê re li roja 22 Oktobera 2014ê li jêr çavdêrî û serpereştiya serok Barzanî hemû aliyên rojava li Duhokê gîştine rêkeftinê û rêkeftina Duhokê di navbera aliyên siyasî yên rojava de hate îmzekirin.
3- li roja 22 Oktoberê ew roja ku Maks Bot gotara xwe belavkirî û tekez li ser ketina Kobanê dikir, Perlemana Kurdistanê bi çepikan nameya serok Barzanî kir bi biryar ji bo şandina hêza pêşmerge bo Kobanê.
4- di mawê tenê yek hefteyê de ji 22 Oktober heta bi 30 Oktoberê, hêza pêşmergê kurdistanê sinûrê her 3 dewletan Îraq, Turkiye û Sûriyê birî û gîşte nav bajarê Kobanê.
5- li roja 1 Novembera 2014ê ku yekemîn roja hevkariya navbera hêza pêşmerge û şervanan bû,tenê 20% a bajarê Kobanê di destê şervanan de mabû, lê li roja 26 Jenywarî 2015ê 100% a bajarê Kobanê bi destê şervan û pêşmerge hate azadkirin. Derbarê ev serkeftina mezin a cîhanî, ajansa nûçeyan BBC belavkir ku hêza kurdî selimand ku DAIŞ ne ew hêze ye ku nayê şikandin.
6- cihê destnîşankirinê ye ku azadkirina çiyayê şengalê bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî, tenê 37 rojan berî azadkirina temama Kobanê bû, lewra azadkirina Kobanê bûye taca serketinên Şengalê û pêşmerge bûye sîmboleke cîhanî û nêrîna cîhanê ji bo şervanan û temama hêzên kurdî li navçeyê guhertin bi ser de hat, lê ev nêrîna cîhanî bi çetra Mesûd Barzanî ve hate girêdan û li jêr sîbera Mesûd Barzanî de cîhan muamelê pêre dike. Her van serketinan yên bi şêwazê serkirdatîkirina Mesûd Barzanî bûn wiha kir ku îro cîhan damezrandina dewleta kurdistanê wek pêwîstiyekê bibîne.
7- niha damezrandina dewleta kurdistanê, ew dewleteye ku bikare sinûrên xwe ji terorîstan biparêze û pêwîstî bi alîkariyê ye daku leşkerê wê bê pirçekkirin, abûriya wê serbixwe be, serokê wê yê lêborde wê ji fîtne û guvaşên herêmî û şerên biwekalet biparêze, ev modêle, modêleke nû yê dewletane û cîhan bi pêwîst dizane ku li ser axa kurdistanê dirust bike. Têgeh û pênasa ev dewletê nû ji wê yekê mezintire ku nuxbeya siyasî a lokal û bê agah bikarin pênase bikin, yan jê fam bikin, ji ber ku ev dewlete her gereke li ser destê Mesûd Barzanî were avakirin û ew serokê wê be, ji vê zelaltir, ew ên agah ji naveroka hûr a ji nû ve dariştina sîstema nû a cîhanê û hukumraniya cîhanê, gereke bizanin ku dewleta Mesûd Barzanî wê dawiyê bi hukumraniya lîbral demokrat bîne û şêwazeke din a hukumraniyê wê têde were taqîkirin ku niha navlêdikin: (hukumraniya zîrek, yan hukumraniya aqilmend ji bo sedsala 21ê), di nav hukumraniya zana de êdî cih namîne ku Pepolîstên Çep û Rast û DAIŞî bi yasayên dewletê bilîzin û jîngeha azad buguhêrin bo tevhevî û berhemanîna nearamî û terorê di nav civakê de.

Giringiya Hêza Pêşmergeyê Rojava û amadeyiya hevpeymanan û Emerîka bo alîkarîkirina wê

Yê ku arasteyê nêrîna Emerîka û hevpeymanên dijî terorê guhert bo alîkarîkirina şervanan li Rojavayê Kurdistanê, hewlên serok Mesûd Barzanî bû ji bo komkirina hemû aliyên rojava, destpêkê li Hewlêrê û piştre li meha Oktobera 2014ê li Duhokê û gîştin bi rêkeftina Duhokê, xuyaye rêkeftinên Hewlêr û Duhokê di navbera aliyên siyasî yên rojava de, daxwaza serekî a serok Barzanî bo rojavayê kurdistanê ji bo van mebesta bû:

1- serok Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina kêşeya kurd li her çwar barçên Kurdistanê baweriya wî bi pirensîpekê heye ku nabe doseya kurd têkelî doseya tu aliyekî navxwe yan herîmî bibe. Ji bo vê jî li kombûnên Hewlêr û Duhok bi aliyên siyasî yên rojava re, herdem tekez li wê yekê dike ku hevdu qebûl bikin daku rûyekî demokratî û şaristaniyane a ezmûna rojava nîşanî cîhanê were dan.
2- her di çarçoveyê vê lojîkê de, serok Barzanî alîkariya Rojavayê Kurdistanê kir, daku ew xelkê neçar bûne ji rojava berê xwe bidin başûr û mifa ji şiyanên wan xortan bibînin û meşiq û rahênan bi wan were kirin daku bibin pêşmerge û axa kurdistanê ji terorîstan pakbikin û mafê kurdan li rojava biparêzin.
3- serok Mesûd Barzanî bi xwendina hûr ji bo guhertinên rojhilata naverast û bilindbûna dengê kurd di ev helkêşa nû de, hemû xema wî ew bû ku kurd di ev guhertina nû de bi xwe xudanê doseya serbixwe ya xwe be û dûrbikeve ji ecindayê herêmî bi gîştî û ecindayê welatên dagîrkerên kurdistanê bi taybetî, ev jî ji ber ku tu welatek ji welatên dagîrkerên kurdistanê razînabin kurd bibin xudanê dewleteke serbixwe, wê demê jî hewil ji bo damezrandina dewleta kurdistanê digehe qûnaxa kirdeyî û cêbecêkirinê û wiha jî dewletên dagîrkerên kurdistanê wê hemû hewlên xwe bikin daku wê dewletê ji navbibin.
4- ew gavên serok Barzanî bûye hokarê ku guvaşên Turkiya ku zêdetir ji 50 salane endamê NATO ye, nikaribe wiha li Emerîka û hevpeymaniya NATO bike ku wek terorîst li şervanên PYD û gerîlêayên PKKê bike, heger ne ji destêwerdana Îranê baya ku hana PKKê dida hinek karên çekdarî yên bê hesab bike, wiha pir nêzîk bibû ku hevpeymaniya NATO PKKê ji lîsta rêxistinên terorîstî derxîne û ji vê jî giringtir çêdibû ku NATO li endambûna Turkiya vegere heger rijdbû li ser ku PKK wek terorîst were dîtin.
5- li dawî civîna nûerê emerîka ligel Salih Muslêm hevserokê PYDê bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, Turkiya nerazîbûneke hişk nîşanda ku emerîka û hevpeymanan alîkariya rojava bikin, û dobare tekez kir ku çekdarên PYDê beşekin ji PKKê û ew jî terorîstin, lê ji ber ku serok Mesûd Barzanî di wê civînê de endam bû û serok şervanan bi pêşmerge dizane, lewra emerîka û hevpeyman razîbûn hevkariya çekdarên PYDê wek pêşmerge bikin.
6- niha ku leşkerê rojê yê hêza pêşmergê rojava ku hemû corên meşq û rahênanê dîtine û di mawê sala bûrî de wek beşek ji hêza pêşmergê kurdistanê ezmûneke mezin di şerê li dijî DAIŞê de dîtine û li kêleka birayên xwe pêşmergeyan li başûr li eniyên li pêş şerê terorîstên DAIŞê dikin, niha ew amadene vegerin rojava, vê yekê jî hevkêşe ji bo berjewendiya başûr û rojava guhartiye, û amadebaşiya fermî a emerîka ku amadeye wek pêşmerge muamelê bi şervan û pêşmergê rojava re bike, ev wate emerîka û hevpeyman razîne di dariştina nexşeya rojhilata naverast de başûr û rojava bikin yek dewlet û sinûrê vê dewletê jî were dirêjkirin heta bigehe kenarên deriya sipî a naverast.

Ew gereke em ji vegera pêşmergeyên rojava têbigehin, ew e ku vegera vê hêzê rehendên herêmî û nêvdewletî hene li ser astê siyasî ji bilî mebesta vegera wan wek hêzeke leşkerî ji bo hevkariya birayên xwe li rojava, wek fermandeyê hêza yek a leşkerê rojê yê pêşmergeyên rojava di axaftineke taybet de ji bo Gulanê ragihandî, vegera leşkerê rojê ne ji bo wê yekê ye ku em bêjin, em ji şervanan baştir şer dikin, belku ji bo wê yekê ye ku em bi hevre şiyanên xwe bi hev xin daku axa kurdistanê ji terorîstan pakbikin, daku proseya siyasî li rojava di çarçovê feralî û pêkvejiyanê de rêkbixin, û ezmûneke demokrat nîşanî cîhanê bidin û rojava jî wek başûr bibe beşek ji hevpeymaniya nêvdewletî li dijî terorîstên DAIŞê.

Ew gavên serok Barzanî cihê kurdan li ser astê herêmî û nêvdewletî guhert, giringe em di çend xalan de amajê pêbikin:
Hevdem bi nivîsandina van dêran re, Emerîka bi fermî ragihandiye ku amadeye hevkariya leşkerî a rojavê kurdistanê bike, ev jî wate şervanên rojava wek pêşmerge muamele pêre tê kirin û ew jî pêşmerge ne û beşekin ji eniya hevpeymanên li dijî DAIŞê. Pirsyara serekî li vir ew : dema Turkiya dibêje cudahiya DAIŞ û PYDê tuneye, lê gelo Emerîka çawa bersiva hewlên serok Msûd Barzanî daye?

Bi vegera hêza pêşmergê rojava bo Rojavayê Kurdistanê, ku ev hêze li jêr çavdêriya yekser a serok Mesûd Barzanî hatiye damezrandin û wê bibin hevsengerê birayên xwe şervanan li rojava, gelo ev wê wateyê nadeku pêşmerge di demekê de karaktirîn hêze li eniya dijî terorîstên DAIŞê, wê bibe hevsengerê hêzekê ku li gorî Turkiya terorîste? Ev bi xwe jî nîşandana bawerî û rêza cîhanêye bi şikoya serok Barzanî.

Di vê demê de ku hevkêşeya navçeyê bigiştî û sûriyê bi taybetî guhertineke mezin bi ser de hatiye, hevkariya Emerîka û hevpeymanan ji bo Rojavayê Kurdistanê li jêr çetra serok Mesûd Barzanî, wê watayê dide ku êdî Rojava pêwîstî bi wê yekê nabe ku pişta xwe bi Dîmeşq û Tehranê ve girêbide, lewra ev dibe sedem ku hevkêşeyeke nû peydabibe, ew rewşa nû jî ew e ku gereke rojavayê Kurdistanê pişta xwe bi Mesûd Barzanî ve girêbide û di paşerojê de wê bibe beşek ji ew dewleta ku wê li ser destê Mesûd Barzanî were ragihandin.
.
Top