Til Rifet û gundên Şehbayê bi dijwarî hatin topbarankirin
![Til Rifet û gundên Şehbayê bi dijwarî hatin topbarankirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/557636Image1.jpg )
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgir, ji duh Duşemê ve êrişên xwe bo ser bajarokê Til Rifet û gundên ser bi herêma Şehbayê ve tundtir kirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgir derdora bajarokê Til Rifat û gundên Merenaz, Eyn Deqnê û Bîlûne li navçeya Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê topbaran kirine.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di topbarana nevçeyê de pêgehên YPGê û hêzên ser bi wê ve hatine hedefgirtin, bêyî ku ti zanyarî li ser encamên wan êrişan diyar bibin.
Di 6ê vê mhê de jî, hêzên Tikiyê û grûpên çekdar ên alîgir navçeyên di jêr kontrola YPGê de li gundewarê bakurê Helebê û bi taybet Firokexaneya Minnix û gundê Merenaz topbaran kiribûn.
Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.
Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.
Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.
Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.
Rudaw