Seredanek di qûnaxeke hestyar û demeke çarenivîsaz de, guhdarîkirina serokekî ji bo paşeroja Rojhilata Naverast
Robin Rayt
Muhazera Rojhilata Naverast li 2015ê
Navenda Wordo Wilsin
Rojhilata Naverast tunebûna pêguhork û hizira nû
Cêmis Cêfrî balyozê Emerîka yê berê li Îraqê û diplomatkarê naskirî li ser astê Rojhilata Naverast, destpêka meha borîdi penêleke peymangeha Waşintonê a ji bo xwendinên Rojhilata Nêzîk de, Rojhilata Naverast wek topekê pênasekir ku ji esmên bi lez û bê hebûna tu rêgirekê dikeve û nayê zanîn ka heger li erdê ket wê çibibe. Dînîs Ros jî ku mawê 21 salane di çwar rêvebiriyên cuda de kar kiriye, di heman penêlê de got: ((berî ez têkevim holê yek ji haziran ji min re got rûyê te xweşe, tu dibêjî qey tiştekî nû li cem te heye, di bersivê de min got: ez behsa rewşa seqayê nakim heta ez ji te re bêjim îro wê befir bibare, yan na, ez behsa Rojhilata Naverast dikim û niha ez piştevaniya boçûna Cêfrî dikim ku paşeroja Rojhilata Naverat nediyare)).
Heger em wek van du diplomatkarên mezin yên Emerîka li rewşa niha a Rojhilata Naverast binêrin, em ê hest bikin ku rêvebiriya niha a Emerîka ku Barak Obama serokatiyê dike û xudanê pirtûka wêrekiya hêviyê (AUDACITY OF HOPE) ye, niha li hember boyerên Rojhilata Naverast bê hêvî bûye, Tomas Firîdman got: (Nîva porê wî sipî bû heta biryara dijî DAIŞ derxist, nîva din jî partî wê sipî bike)! Ev gotina Firîdman ji rehindekê zêdetir jê tê xwendin û amajeyeke zelale ji bo şêweyê çêkirina biryaran li nav rêveberiya niha a Emerîka, ev ne tenê li ser astê siyaseta derve belku li ser astê siyaseta hundir jî, lewra heger biryara serok Obama ji bo destpêkirina êrîşên esmanî li dijî DAIŞ paş êrîşa DAIŞê bo ser Kurdistanê ji berxudana hêza pêşmerê Kurdistanê çavkanî girtibe, wate heger hêza pêşmergê Kurdistanê li ser erdê nikarîba berxudanê bike û êrîşa terorîstên DAIŞê bisekinîneû berûvajî bike wê demê serok Obama nedikarî wê biryarê bide ku bi hêza esmanî li DAIŞê bide, ji ber ku hêza esmanî bi tenê di şerê li dijî terorîstan de tu mifayek tuneye, lê dema ku Mesûd Barzanî wek fermandeyê giştî yê hêza çekdarên Kurdistanê biryara şerê man û nemanê ragihand, şeş rojan piştî wê biryarê, rêveberiya Emerîka jî biryara xwe da, bitaybet paş ku hêza pêşmergê Kurdistanê bendava Musil azad kirî serok Obama stratîjiya şikandin û bêomêdkirê ragihand, ev stratîjiye jî heta niha ji Pakistanê heta digehe Lîbiya û Neycîriya, tenê li ser destê hêza pêşmergê Kurdistanê encam hebû, ku hemû welatên hevpeymana dijî terorê pesnê didin, lewra ji ew dema Receb Teyib Erdogan serok komarê Turkiya di kongreyeke rojnamevanî de ketina Kobanê radighand û Emerîka û hevpeymanan jî êrîşên xwe bo ser DAIŞê siqdikirin, lê nedikarîn pêşketinên DAIŞê bisekinînin, ev yeke bûye sedem ku serok Obama bi ew pêşinyara serok Barzanî razîbin ku ji Herêma Kurdistanê pêşmerge herin Kobanê, ji bo vê pirsê wek ku rojnamevanên turk belav kirin, serok Obama bi xwe hatibû ser xetê û bi Erdogan serok komarê Turkiya re axifî bû, ku heger Turkiya razî nebe pêşmerge di axa wê re here Kobanê wê demê wê rêyin din bikarbînin. Dema ew derfete çêbû û cîhanê pêşinyara Barzanî pesendkir. Serok Barzanî nameyek ji Perlemana Kurdistanê re şand, daku perlemana Kurdistanê biryarê bide ku hêza Pêşmerge wek leşkerê bergiriya Kurdistanê bi fermî here Kobanê. Ev nameya serok Barzanî ji bo perlemanê û biryara Perlemana Kurdistanê (ne Perlemana Îraqê!!) ji bo şandina hêza leşkerî ji bo derveyî sinûrê Başûrê Kurdistan û Îraqê, pêşveçûneke mezine û heybeta Başûrê Kurdistanê li ser astê Civaka Nêvdewletî hên jî wek pêwîst helwêst li ser nehatiye dan, çûna pêşmerge jî ji bo Kobanê di demekê de bû ku zêdetir ji 75-80% a bajêr ketibû bin destê terorîstên DAIŞê, lê bi hevkariye hêza pêşmerge û alîkariya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava, Kobanê hat azadkirin û heftiya borî jî wek me hemûya dîtî hêza pêşmergeyê Kurdistanê paş temambûna erkê xwe û azadkirina Kobanê vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Ev rewşa niha li Başûrê Kurdistanê û Rojava ji Kobanê heta Celewla heye ku hêza Pêşmerge û Şervanan modêleke nû ye ji bo şikandina DAIŞ û jinavbirina evsaneya DAIŞê berhemê ew serkirdatiya hekîmaneye ku serok Barzanî di ev rewşa hestyar û çarenivîsaz de serkirdatî dikir, serok Barzanî ne tenê karî bi siyaseta xwe a lojîkane nav mala kurd li Başûr û Rojava rêkbixe, lê belê Rojava û Başûr kire yek enî û hemû kurd bihevre di wê eniyê de li dijî terorîstên DAIŞê kirin yek, vê yekê jî rewşeke nû li navçeya Rojhilata Naverast peydakir ku karisatên mezin sekinandin!
.
.
Nêrîna Barzanî ji bo rastkirina SayksPîko
Berî ku serokê Herêma Kurdistanê wek take serokekî bê dewlet beşdariya konfransa 51ê a Miyonêx ji bo asayîşê bike, di pir çavpêkeftinên rojnamevanî de zelal amaje bi wê yekê dikir ku gereke şer û xwînrêtin û tevheviya Rojhilata Naverast bidawî bibe, û tekez li wê yekê dikir ku gereke şaşiyên di nexşa SayksPîko de werin rastkirin, ji vê jî zêdetir di konfransê de û di ew penêla ku têde axifî, cardin ji serkirde û nûnerê piraniya welatên cîhan û Rojava re ragihand ku kêşe bi rastkirina SayksPîko tê çareserkirin. Ev nêrîna serok Barzanî renge yek du mehan berî niha û li Miyonêx ne li gor dilê diplomatkarên niha a rêveberiya serok Obama ba, lê guhertinên boyerên du mehên borî, bi taybet paş serketina pêşmerge di azadkirina çiyayê Şengal û beşeke giring a nav bajarê Şengalê, bi taybet ku Emerîka nikarî li Îraqê heman serketina pêşmerge ligel çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya komara îslamî a Îranê dobare bike, lewra ew gîştin wê baweriyê ku şikandina terorîstên DAIŞê li ser destê pêşmerge sedemên wê ne tenê alîkariya esmanîa hêza Emerîka û hevpeymanan e, yan hebûna çekên moderin di dest çekdaran de, belku vedigere bo şêweye serkirdatî kirin û çawaniya birêvebirina şer û baweriya hêza pêşmerge bi ew şerê ku ew dike, wate ev yek ji me re dibêje: veguhastina modêla serketinên pêşmerge ji Kurdistanê bo beşek din a Îraqê, yan Rojhilata Naverast, ne tenê veguhastina wan alîkariyane ku ji pêşmerge re tê kirin, belku veguhestina modêla serketina pêşmerge wate rastkirina şaşiyên SayksPîko ye, her ji bo vê yekê pêşmerge û temama hêzên Kurdistanî dikarin bi hev re şer bikin û biserkevin. Heger armanca serekî ne parastina axa Kurdistanê û paşeroja serweriya vê axê be, wê demê hêza pêşmerge ne hazire ji bilî Kurdistanê ji bo tu tişteke din bi vî corî xwe bike qûrban. Gereke Emerîka ji vê rastiyê li dîroka şerê heşt salî a Îran – Îraq binêre, ka çawa rejîma Sedam Husên bi hemû hovîtiya xwe karî Enfal û kîmiya baranê li Kurdistanê encambide lê nikarî kurdan neçar bike ku beşdariya ew şerê ne rewa bike, lewra heger armanca serokê Herêma Kurdistanê û hêza pêşmergê Kurdistanê di vî şerî de ne serwerî û serfiraziya Kurdistanê be, wê demê tu carî serok Mesûd Barzanî bi temenê xwe yê 69 salî evqas mehe li kêleka pêşmerge li eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê nedima, ji vê jî zêdetir vî şerî cihê Barzanî ji serokê herêmekê guhert bo bavê damezrêner yê kiyaneke siyasî ji bo Kurdistanê, Emerîkî berî her neteweyekî din ji wata û mebesta bavê damezrêner famdikin û dizanin, bavên damezrêner ne tenê ew serkirde ne ku berî du sedsalan Emerîka rizgarkirin, belku ew hemû bi bavên damezrêner tên hejmartin yên ku azadî û serweriya Emerîka diparêzin, lewra gereke rêveberiya niha a Emerîka ji astê guh bide peyamên serokê Kurdistanê û di wî astî de jê fam bike, ku rêzgirtin li axaftina Barzanî rêzgirtine li îrada neteweyekî ku sed salin ji bo azadî û serfiraziyê qûrbaniyan dide.
Dewleta Kurdistanê
Vegera serdemê Emerîka li Rojhilata Naverast
Profîsor Emaziya Baram ku li serdemê rêveberiya Corc W Boş yek ji wan ekadîmîstên ku şîret dane rêveberiya Baş di hilweşandina rejîma Sedam Husên de, di dîmaneyeke Gulanê de ku di vê hejmarê de belav dibe, derbarê giringiya seredana serok Barzanî di vê wextê de ji bo Emerîka ji bilî ku seredanê pir pir giring wesif dike, di heman dem de bi demeke dîrokî dizane daku rêveberî û kongrês bi hûrî û ji nêzîk ve guh bidin peyama Barzanî. Profîsor Emaziya derbarê vê seredanê de amajê bi wê dike ku kongrês û rêveberiya Emerîka niha li ser Îsraîl û herwiha li ser rêketina di navbera Emerîka û Îranê ne li hev in, lê li ser pirsa kurd û pirçekkirina pêşmerge yek helwêstin, lewra niha dem guncayî ye ku serok Barzanî peyama serbixweyiya Kurdistanê bi Emerîka re behs bike. Ev boçûna profîsorekî wek Emaziya Baram ku mawê nêzîkî 40 salin li ser dosiya Îraqê kardike û pir pirtûk û bi dehan vekolîn li ser Îraqê nivîsandine û rêveberiya Emerîka ji bo hilweşandina rejîma berê şîret jê birine, herwiha ne axaftineke ji xwe re ye û nîşana lojîk û dûrbînî û siyaseta hekîmane a serok Barzanî nîşandide ka çima cara berî niha daweta rêveberiya Emerîka redkir? Bêgoman wek ku cenabê wî di dema xwe de ragihandî, sedema serekî a redkirinê, li ser nêrînên cuda a Kongres û rêveberiya Emerîka bû derbarê danîna PDK û YNKê di lîsta reş de, lê niha nêrîna Kongresê hatiye guhertin û lîjna leşkerî a kongresê bi nêzîkî gişta dengan daxwazê dikin ku rastewxo pêşmerge were pirçek kirin, di heman dem de rêveberiya Emerîka jî bi fermî û di astê serokê dewletê de daweta serok Barzanî dike. Ev wate ew taboya li ser behskirina damezrandina dewletê di nav siyaseta Emerîka de ku heta çend mehan berî niha hebû, di vê seredanê de heger ew taboye bi temamî ranebibe jî wiha êdî kalbûye û bûye cihê danûstanê û çawaniya gav avêtin ber bi paşerojê ve yan çêbûna guhertinekê di asta siyaseta Emerîka de li hember Îraqê, di vê çarçovê de jî Kurdistan wek dewleta dîfakto di nav Îraqê de were hejmartin û gavên mezin li ser astê nûneratiya Emerîka û astê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Waşintonê de çêbibin, lê pirsyara giring li vir ew e: gelo rêveberiya Emerîka di ev rewşa niha de wê bi temamî bi damezrandina dewleta Kurdistanê razîbe û pişta wê bigre? Bersivdana vê pirsyarê di vê qûnaxê de û di ew asta di kongres û li ser asta komîta leşkerî axaftin li ser hatiye kirin, bersiv ne bi wî corî ye ka Emerîka wê pişta wê bigre yan na, belku dîfaktoya niha a Rojhilata Naverast û Îraqê wê yekê ferz dike, lê gelo Emerîka wê wek dewleta dîfakto piştgriya Kurdistanê bike yan wek dewletek xudan serwerî û endam di rêxistina giştî a neteweyên Yekgirtî de? Bersivdana şêweyê wê piştgiriyê ji wê yekê kêm nake ka Kurdistan bûye dewlet yan na, belku ji wê bingehê rengvedide ku Kurdistan di bin siya hukumraniya (Mesûd Barzanî) de, hemû bingehên dewleta hevçerx avakiriye û tenê pêwîstî bi piştgriyeke mezin a nêvdewletî heye, ew piştgiriye jî di vê seredanê de temam berceste dibe, heta heger yekser paş seredana Barzanî dewleta Kurdistanê neyê ragihandin.