Şikestina sîstema dewletê li Rojhilata Naverast
Dînîs Ros
Peymangeha Waşinton Ji Bo Xwendina Rojhilata Nêzîk
1 Nîsana 2015ê
Hewildan ji bo famkirina Rojhilata Naverast a niha
Famkirina ev tevheviya ku niha Rojhilata Naverast têre derbaz dibe ne karekî asane, ev yek ne tenê ji bo Rojnamevan, yan çavdêrekî li ser astê welatên Rojhilata Naverast, belku heta li ser astê navendên hizir û vekolînan jî li cîhanê û herwiha li ser astê navendên çêkirina siyasetê û derxistina biryaran di nav Emerîka bi xwe de, niha ev navçeye ti tengasiyekê re derbaz dibe ku paş sala 1979ê tiştekî wiha nehatiye dîtin, ev jî wate paş rûxana rijîma Şahê Îranê û hatina Komara Îslamî û dîl girtina endamên konsolxaneya Emerîka li Îranê û paşê şerê Îraq - Îranê ku 8 salan dirêjkir û şerê hundir yê Libnanê ku bi xerabtirîn demên Rojhilata Naverast tê hejmartin paş şerê cîhanê yê duyemîn, lê tevheviya niha li Rojhilata Naverast ji wê demê jî zêdetire û temama navçeyê li ser hemû astan, Siyasî, Cografî, Îtnî û Olî li hember guhertineke mezine û di wan hemû astan de tê çaverêkirin gorankariyên mezin çêbibin. Derbarê metirsiya van kêşe û kirêzan navenda Wordo Wilson Ji Bo Xwendinên Stratîjî di meha Kanona Duyê sala 2015ê penêlek bi navûnîşana: (Saleke tijî tengasî, Rojhilata Naverast di sala 2015ê de) li darxist, di vê penêlê de xaton Robin Rays Rojnamevan û şirovekarê siyaseta derve û mezine vekolera peymangeha navborî ku seredana Rojhilata Naverast kiribû, bi vî rengî behsa rewşa navçeyê kir: ((Ji mêje behsa têgeha dewleta faşil tê kirin li Rojhilata naverast, lê paş ev serdana min ji bo çend welatên navçeyê, behsa navçeya faşil dikim û niha Rojhilata Naverast hemû bûye navçeyeke faşil, bo nimûne: Cezaîr li pêşiya guhertineke mezin daye, raste li Tunisê hilbijartin hatine kirin, lê zêdetir ji 3000 welatiyên Tunisê di nav çekdarên DAIŞê de ne û rê li pêşiya 9-10 hezar kesên din hatiye girtin, li Misirê em hest dikin ku welat ber bi deshelateke take kesî ve diçe, li Yemen rewş tevliheve û kontrol di dest hukumetê de nemaye, şahê Erebistana Seûdî nexwaşe û nikare karan bi rêvebibe û ew welate di guhertineke mezin daye, Lîbiya dewleteke faşil e û di nav şerekî navxweyî mezin de ye, Urdin û Libnan ji koçberan tijî bûne, Îraq û Sûriya ji ber hev hilweşîne û di nav tevliheviyeke mezin dane, lewra tê pêşbînî kirin ku Rojhilata Naverast îsal ji sala borî zêdetir rastî kêşe û kirêzan were, ez wiha dibînim ku li serûbenda wê yekê ye li ser astê siyasî û cografî pênasa xwe bike)).
Heger em bala xwe bidin ew rewşa ku Robin Rayt li 20 Kanona Duyem sala 2015ê xuyakirî, tenê sê roj berî mirina şah Ebdulayê padîşayê Seûdiya û hatina Şah Selman bû herwiha tenê du mehan bû berî destpêkirina hevpeymaniya Erebî bi navî Bahoza yekalîker (Asîft Elhezim) bû ku ji aliyê şah Selman ve ji bo lêxistina Hosiyên Yemenê, ev bahoz e wek Cîmis Cîfrî balyozê berê yê Emerîka li Bexdadê li roja 1 Nîsana 2015ê destnîşankirî, yeke ji bûyerên mezin û hevdeme ligel rizgarkirina Tekrîtê bi piştevaniya hêzên esmanî yên Emerîka, ev du guhertinên mezinin li asta navçeyê, bi taybet ku Emerîka piştevaniya temam ji bo Bahoza Yekalîker bi serokatiya Seûdiye derbirî herwiha rê da ku Misir çekan bikire, ev hemû wate navçe li hember pêşveçûneke mezin û hemalî û di dema hevpeymaniya hemalî de ye.
Ew a Cîmis Cîfrî wek dîplomatkarekî bi ezmûn û şareza di karûbarê navçeyê de bi eşkere behis kirî, nîşaneke ku sîstema dewletê li ser astê nêvdewletî ketiye jêr pirsyarê û welatiyên navçeyê jî ewqas xwe ji tevgerên îslamî wek DAIŞ û Elqaîde dihesibînin xwe ji welatên xwe nahesibînin, ji vê jî zêdetir navçe ber bi perçebûneke mezhebî di navbera şîe û sune de gavan davêje, ji aliyekî din ve hinek alozkarî ta astekê çêbûne ku Emerîka xistiye di navbera du dijminan de, bo nimûne niha rejîmeke sitemkar wek rejîma Esed li dijî li dijî terorîstên DAIŞê û Bereya Nusre ku ser bi rêxistina Elqaîdê ne şer dike, ev du aliyan herdu dijminê Emerîka û Rojava ne, lewra di nav vê tevliheviyê dema em vedigerin ji bo dîroka siyasî a Emerîka li hember kêşe û tengasiyên cîhanê, em hest dikin ku di wê dîrokê de Emerîka her dem pêrewiya çend perensîpên dîplomasî û ewlehiyê kiriye, lê di nihaya Rojhilata Naverast de ew pirensîpane di destpêka karê rêveberiya serok Obama de nayê dîtin, lewra û di vê derbarê de Cîmis Cîfrî wek rêgirtin li gefa hilweşîna sîstema dewletê li Rojhilata Naverast daxwaz dike rêveberiya serok Obama gavên pêwîst bavêje ji bo sekinandin li pêşiya van gefan bi vî corî:
Berî her tiştî gereke Emerîka hemû şiyanên xwe bixe kar ji bo parastina rewatiya dewletên nîştimanî li navçeyê.
Gereke bersivên leşkerî yên pêwîst li hember gefên leşkerî hebin ku niha li navçeyê hest pê tê kirin.
Gereke texmîna metirsiyan were kirin û bi asta wan metirsiyan amadekarî werin kirin.
Derbarê van xalan metirsiya Cîmis Cîfrî ew e ku Emerîka hejmareke xalên din kirina destpêka siyaseta xwe ku ew jî ev in:
1- Rêketin ligel Îranê li ser pirsa çekên etomî.
2- Xwe dûrxistin ji operasyonên leşkerî û tirs ji qûrbanî danê û tunebûna şîretkarên pêwîst yên Emerîka ji bo meşiq û rahênana hêzên îraqê.
3- Stratîjiyeta bêomêdkirin û jinavbirinê li hember terorîstên DAIŞê lê bi vî şêweyî ev armance çênabe.
Heger em pir bi hûrbînî bala xwe bidin axaftinên Cîfrî û texmînên wî wek dîplomatkarekî ligel destpêkatiyên niha a siyaseta rêveberiya Obama li hember Rojhilata Naverast hevberbikin, wiha em ê hest bikin ku rêvebiriya Obama li hember Rojhilata Naverast kêşeya çêkirina siyaset û biryarê heye ev jî ji ber wê yekê ye ku di dîroka dîplomasiyeta Emerîka de her dema serok yan rêveberiya Emerîka kêşeya çêkirina biryarê hebe, berê xwe didine du şêwazan, wek li salên 1941-1942ê ji bo beşdarbûna Emerîka di şerê cîhanî yê duyem de wiha Rozfelt berê xwe da Gelê Emerîka, yan paş hilweşandina dîwarê Berlînê û şerê Kiweytê û lotkeya Medrîdê, Corc Boşê kal karî qûnaxan bi hev ve girêde, lê heta niha rêvebiriya Obama tu kar ji van du şêwazan nekir.
Ji aliyekî din ve û derbarê paşeroja Îraqê û pirsa serbixweyî ya Dewleta Kurdistanê, xuyaye Balyoz Cîfrî wek di texmînên xwe de amaje pêkiriye û mebesta wî ew e ku rêveberiya Emerîka jî bi wî corî destpêkatiyên siyaseta xwe dabirêje, pêktê ji rewatiya dewleta nîştimanî, ev jî wate parastina sinûrên niha û rêgirtin li pêş çêbûna dewletên nû ku mebesta wî dewleta Kurdistanê ye, Cêfrî zelal wan tehidiyan bi çend pirsyarên bê bersiv bi vî corî destnîşan dike:
1- Çawa em ê bikarin yekperçeyiya Îraqê biparêzin?
2- Çawa em dikarin wiha bikin ku Kurd di Îraqê de bimînin?
3- Çawa em dikarin destdirêjiya Îranê di Îraqê de kontrolbikin?
Heger em ev xalên girêdayî bi Îraqê ve berdin û bala xwe bidin ew hevpeymaniya ku niha wek pispor amajêpêdikinku li dijî ferehbûna şîe ye ji Sûriya bo Libnan û Behrên û Yemenê, em ê hest pê bikin ku cardin di nav tengasiyê de kêşeya pênaseya dewletê serêxwe bilind dike ku sê têgehên cuda li xwe digre ew jî ev in:
1- Têgeha dewletê li cem DAIŞê, ku vezelka têgeha dewletê ye di hizira Îxwan Muslêmîn û Selefî Wehabî de, ku pêwîsta îslam li dora yek serkirde û di nav yek welat de kombibin ku ew jî dewleta îslamê ye, DAIŞ di vê xalê de cudaye ji Qaîde ji ber ku Qaîdê damezrandina Dewleta Îslamî xistibû paş lêxistina Emerîka û Rojava.
2- Têgeha dewletê bi wateya Wîlayeta Fîqhî di mezhebê şîe de, ji bo vê jî zelal e ku ev rewte ji Sûriya bo Libnan û Behrên û Yemen destpêdike, derbarê metirsiyên vê rewtê Erebistana Seûdî ş welatên Tengavê û Misir û endamên hevpeymaniya bahoza yekalîker bi Turkiya û pakistanê ve ji tirsa çêkirina çekên otomî bi tirstir dizanin.
3- Têgeha dewletê bi hizra Erebistana Seûdî û welatên hevpeymaniya Bahoza Yekalîker, ev têgehe pêktê ji ew sîstema kevin a dewletê ku niha hene û bi berhemê rêkeftina SaykisPîko tê danîn.
Di derbarê van sê têgehên li ser dewletê, niha şerekî hemealî û hevpeymaniyeke hemealî li hev dikevin, rêçika bûyeran wê yekê destnîşandikin ku tu têgehek ji van sê têgehan nikarin aramiyê ji bo navçeyê vegerînin ev yek tevî ku Emerîka bi şêweyekî serekî û cidî piştgiriya mana têgeha kevin dike, lê wek Rîçard Has û Fokoyama tekezê li ser dikin, ew sîstema kevin êdî nemaye û sedema serhildana dewleta îslamî a DAIŞê jî, ne ew e ku DAIŞ wek rêxistinek pir bihêz e, belku sedem ew e ku welatên sîstema kevin faşil û zeîfin, derencam jî wek Robin Rayt bi ciwanî pênase kiriye navçe bi temamî kiriye navçeyeke faşil.
Rêkeftina di navbera Îran û Emerîka de
Guhertineke li ser astê navçeyê
Rêkeftina Emerîka û Îran li ser pirsa çekên otomî ya Îranê, ji pir aliyan ve rengê rêkeftina di navbera Îraq û Îranê de dide li sala 1988ê di çarçovê biryara 598 a Civata Ewlehiya Nêvdewletî, ev jî wate li sala 1988ê dema Komara Îslamî ya Îranê bi biryara 598 ji bo sekinandina şer bi Îraqê re razîbû, ku wek ew bi xwe dibêjin ((vexwerina perdaxek jehir)) bû, ew ne razîbûn bi rêkeftinê , niha jî ev rêkeftine ji bo Emerîka wek profîsor Kîns Polak şîretkarê berê yê Ajansa Hewalgiriya Emerîka di pirtûka bi navê Hizirlênekirî (Unthinkable) de behsê kiriye, Emerîka ji bilî bijardeya rêkeftinê tu rêyeke din li hemberê tunebû, ew jî ji ber du sedeman:
Emerîka nikare êrîşî ser îranê bike û kûrên wê yên etomî ji nav bibe.
Emerîka ji sala 1979ê heta niha siyaseta îhtîwayê bi Îranê re piyade kiriye, ev siyasete tevî ku mifadar bû, lê nekariye îranê ji bernama etomî dûrbixe.
Ev destnîşankirina Polak ji bo helsûkewtkirin ligel pirsa pêşxistina pirojeya etomî a Îranê çend xalên giring yên veşartî eşkere dike, ew jî ew e gelo pirojeya etomî a Îranê dibe gefeke yekser bo ser Seûdiye? Di bersiva vê pirsyarê de Polak dibîne ku pirojeya çekên etomî yên Pakistanê bi pereyên Seûdiyê hatiye çêkirin, ev jî zelal wate çekên Pakistanê wek ku çekên Seûdiye ne, herwek çawa paş Bahoza Yekalîker bi seokatiya Seûdiye, Pakistanê ragihand ku her metirsiyek bikeve ser Seûdiyê em ê bi tundtirîn şêwe bersivê bidin, ev bi hev ve girêdana Polak ku Çekên etomî yên Pakistanê wek çekên Seûdiye bin, carek din axaftinên Dînîs Ros diplomatkarê Emerîkî piştrast dike ku roja Çwarşema borî li Peymangeha Waşinton bo xwendinên siyaseta Rojhilata Nêzîk destnîşankir û got: ((Seûdiye ji çekên etomî yên Îranê natirse, ew ji şerê bisiposer ditirse ku ji Yemenê heta bi tengava Eqebe a Urdinê dûrgirtiye, mebesta Seûdiye niha wî şerî ji xwe dûrbixîne)). Berdewamî maye