Dewleta Pêşmerge wek modêleke nû ji bo pênasekirina Dewleta Modêrin di cîhanê de
Firansîs Fokoyama
29 Oktobera 2014ê
Zeîfiya Dewletê Kêşeya herî bizehmet ji bo cîhana hevçerx
Sala 2014ê sala guhertinê bû di têgeha dewletê de û dawî hatina sîstema cîhanî a paş şerê sar, di vê salê de Rûsiya Kirêma bi xwe ve zeliqand, lê Civaka Nêvdewletî nikarî ew a bi Sedam Husên kirine li sala 1990î paş zelqandina Kuweytê bi Îraqê ve, nikarî wê yekê bi Filadîmêr Potên bike, herwiha di sala 2014ê de terorîstên DAIŞê karîn paş dagîrkirina Mûsilê di Hezîrana sala borî de, Xilafeta Îslamî a Îraq û Sûriya rabigehînin, lê dîsan ew serok Boş li sala 2001ê bi dewletê Talîban li Efganistanê kir, nikarî li Îraq û Sûriyê bi xilafeta Ebobekir Bexdadî bike, ji vê jî zêdetir ew hêza nerim a ku Emerîka û Rojava serê xwe pê bilind dikirin û bi kiltûrê lîbral demokrat û azadiyê bala cîhanê dikişand, wiha ev hêza nerim li sala 2014ê bû baştirîn jîngeh ji bo balkişandina cîhanê li hember terorîstan bi gîştî û terorîstên DAIŞê bi taybetî, ji vê jî bi ecêbtir, destsekinî mayîn û bêşiyana NATOyê li çawaniya muamelekirin bi van kêşeyan re, bi taybet kêşeya Rûsiya û Çîn û Koriya Bakur li aliyekî ku ev çend dewletên sentralî yên bihêzin û herwiha hejmarek dewlet ji Pakistanê heta bi Neycîriya, ku ev jî ew dewletên faşil û zeîfin ku bûne sedem terorîstên DAIŞê wek dêwekî derkevin û dewletên vênavçeyê nekarin li hemberê bisekinin, wate ev arasteye pênaseya corên dewletan di cîhana îro de bi van şêweyan dike:
Dewletên Sentralî yên bihêz wek Rûsiya, çîn û Koriya Bakur, ev şêwazê dewletan her yek bi şêweyekî modêlê wan dewletane ku fermanrewayên wê dewletê bi mulkê xwe dizanin (New Patrimonial State), ev jî wate niha li Rûsiya Filadîmêr Potên wek serkirdeyekî popolîstî hemû tişt yê wî ye herwiha li Koriya Bakur û Çînê jî, partiya komunîst a Koriya û Çînê xwe bi xudanê dewletê dizanin, ev şêweyê nû yê (Patrimonial State)e, cudahiya wê bi şêweyê wê yê berê re ew ku di a kevin de kesekî û bijardeyên hukumraniyê xwe bi xudanê dewletê dizanîn, lê di a niha de partiyeke siyasî yan wek Rûsiya helbijartin jî têne kirin û dezgehên siyasî jî hene, lê bikiryar yek kes xudanê wê ye û rewatî jî bi helbijartinan pê tê dan, lewra ev corên dewletan tevî ku dibine dewletên mîlîtarî totalîtarî di heman dem de jî tirsin li ser gelê xwe û cîhanê.
Dewletên Zeîf û Faşil, wek dewletên Rojhilata Naverast û Bakurê Efrîqiya û Seb Sehra û Neycîriya û Pakistan û Efganistan, berê tenê dewletên faşil û zeîf bi tirs li ser sîstema cîhanî a paş şerê sar dihatin hejmartin, lê şerê Îraq û Efganistanê û paş hewlên Emerîka ji bo avakirina wan du welatan derket ku tu dema ew navçeye ji kêşeya dewletên zeîf û faşil rizgar nabin, heger Civaka Nêvdewletî bi gîştî û Emerîka bi taybetî nehêniya koda perepêdana dezgehên siyasî li wan welatan nebîne, Fokoyama perepêdana dezgehên siyasî bi perepêdana bayolojî re berhevdike û dibêje, ew a perepêdana bayolojî di hevgirtina spêrim û hêkê û parvebûna xaneyan diguhêre daku bibe mirov û ev geşeye berdewam be heta mirov digehe astê temambûnê, ew vedigere bo ew koda ceynî ku taybetmendiyên mirov dixe nav wê perepêdanê û ber bi arasteya mirovbûnê ve dibe, heger em li ev hevberkirina Fokoyama li xerciyên herdu şeran û piroseya avedankirina Efganistan û Îraqê binêrin, wiha amareyên fermî yên Emerîka behsa lêçûna 5-6 Tirilyon Dolar dikin, ev ji bo temama dewletên din jî raste, ji ber ku Emerîka paş şerê cîhanî a duyê heta serhildanên ereban li dawiya 2010ê, li her welatekî ji wan welatan bi qasî Îraq û Efganistanê pere serif kirine, lê encam ew e a ku îro em dibînin û dawî bi sîstema cîhanî a paş şerê sar anîn.
Corê sêyê yê dewletê, nimûnê dewletên Rojava û Emerîka ye, ku hemû hizirmend û siyasetmedar, paş bi dawîbûna şerê sar û şikîna eniya komonîst gîştine wê baweriyê ku modêla sîstema hukumraniya lîbral demokrat baştirîn sîsteme ji bo mirovatiyê, lê niha ev sîsteme bi xwe li hember tirs û tehediyeke mezin deye, tevî ku ji aliyê hêza leşkerî, pêşketina teknolocî, hemû zanistên mirovî û dahênanê di pêşketineke mezin deye, lê nikare bi leşkerê pêşketî lipêşiya êrîş û metirsiyan bisekine, ne pêşketina teknolociya û dahênana di warê hemû zanistan de kêşeyên nav civaka xwe çareserkir ji vê jî zêdetir heger kêşeya dewletên faşîl û zeîf yên Rojhilata Naverast û Efrîqiya û Asya, çokdanîn be li hember terorîstan li wê demê metirsiya dewletên lîbral demokrat çokdanîne li hember leşkerê nexuya a tundrêyên li nav civaka wan de û herwiha çokdanîne li hember pêşketina teknolociyayê ku roj bi roj çîna navend dipokîne û sîstema hukumraniya lîbral demokrat ber bi pepolîstiya rastgir ve dibe, ev jî ber bi tirsa lihevketina zêdetir a şaristaniya me ve diçe.
Wate di vê arastê de, cîhan li hember ev şêwazê teqlîdî a dewletê sekiniye û tu ji van şêwazan nikare bersiva tehediyên serdemê bide, bi taybet ku niha dewletên lîbral demokrat û dewletên zeîf û faşil zêdetir rastî tehediyan dibin û karîgeriya wê li ser heye, lewra tirs heye, dewletên din yên pêşesaziyê wek dewletên Rojhilata Asiya berê xwe bidin modêla dewleta çînê, ev jî wate dewleteke mîlîtarî û totalîtarî a bihêz. Li hember ev pirsa aloz de, niha hizrmendên felsefa siyasî û pêwendiyên nêvdewletî wê pirsê diazirînin heger herdu şêwazên dewletên faşîl û mîlîtarî totalîtarî bibin çavkaniya kêşeyên mezintir ji bo mirovatiyêû di heman dem de jî dewletên lîbral demokrat bersiva pêwîst a sedsala bîst û yekê nedin, gelo wê dem gereke li pêguhorka lîbral demokrat bigerin yan hewil bidin piroseya werçerxanê di sîstema lîbral demokrat de destpêbikin û dewletê modêrin ji bo bersivdana van kêşeyan dabimezrînin? Fokoyama derbarê piroseya werçerxana şêwazê van dewletên niha bo dewleteke hevçerx ku bersivderê tehediyên sedsala bîst û yekê be, wiha dibîne ku ev piroseye pir girantire ji piroseya werçerxana sîstema hukumraniyê ji dîktatoriyetê bo demokrasiyê, ev jî ji ber ku demokrasî û yasayên civaka demokrasî bi xwe bûne sedema beşek ji kêşeyan, lewra di vê çarçoveyê de giringe em pirsyarên nû biazirînin û bersivên nû werin berhemanîn, gereke em bipirsin çima pêşketina teknolociya û dahênan, nebûne sedema bihêzbûna dezgehên siyasî û çi nemaye bibe sedema jiberhev hilweşandina dezgehên siyasî? Gereke em bipirsin çima geşeya abûrî û werçerxana civakî arasteyeke nerênî peydadike û di werçerxana civakî de berpirsyaretî û zelalî berhemnîne, çima helbijartin bi rêkûpêkî tên encamdan, lê berpirsyariya demokrasî nayê berhemanîn? Rîçard Has serokê tîma pilanderên siyasetê li serdemê rêveberiya Kilênton û serokê niha a şîretgeha pêwendiyên derve di nûtirîn lêkolîna xwe de derbarê paşagerdaniya cîhanê û dawî hatin bi sîstema cîhanî a paş şer ê sar,tevî ku ev paşagerdaniya cîhanê bi ser çend beşan de dabeşkiriye û şêwazê paşagerdaniya cîhanî ji hev cudakiriye, lê para mezin a kêka ev paşagerdaniyê ji bo Rojhilata Naverast daniye, her Rîçard Has di pirtûka (Siyaseta Derve ji navxwe ve destpêdike) bi rengekî behsa sistiya hukumeta Emerîka dike û dibêje: ew perê Hukumeta Emerîka ji bo çavdêriya tendirustiyê terxankiriye pir zêdetire ji ew xizmetguzariyên ku hukumet pêşkêşî welatiyan dike, ev axaftina Has ji bo siyaseta bergirî û siyaseta navxwe û hemû siyasetên din yên Emerîka raste, ev amajeyên rast heger ne amajebin bo diyardeya gendeliyê, zelal amajeye ji bo karnekirina dezgehên hukumeta Emerîka wek ku jê tê çaverêkirin, ev rastiya Emerîka ji bo temama dewletên din yên lîbral demokrat û dewletên Yekîtiya Ewropa raste, ji bo zêdetir ronkirina ev rastiya ku dezgehên lîbral demokrat ketinê ye, Firansês Fokoyama dipirse: heger welatiyekî emerîkî bixwaze zengînbibe kê heldibjêre ji bo karkirinê li hemberê heger welatiyekî welatên nû gîştî bixwaze zengîn be berê xwe dide kê? Di bersiva vê pirsyarê de Fokoyama dibêje ger welatiyekî emerîkî bixwaze dewlemend be berê xwe dide kerta taybet, lê welatiyekî welatên nû gîştî berê xwe dide siyasetê daku di hukumetê de postekî wergire, ev jî ji ber wê ye ku li welatên nû gîştî hukumet çavkaniya zengînbûnê ye, ne kerta taybet. Vêca heger ev kerta taybet a bihêz a Emerîka nîşan be bo çalakî û bihêziya Hukumeta Emerîka, berûvajî bûye sedema peydabûna nehevsengiyê, ji ber ku wek Tomas Firîdman dibêje heger rêya te bi Kongresê yan Koşka sipî keve û tu bixwazî bi peyayekî kongresê yan berpirsekî hukumetê re biaxfî û tu wî neçarbikî ku serê xwe ji ser komputerê xwe rake û tu binêrî wiha tu yê bibînî ku ew mijolî kompaniyan û Silîkon Valî ye, ne mijolî karên xwe yên giştî ye.
Tevî ku vê pêşekiyê em hinekî ji navenda behsa xwe dûrxistin, lê a giring ew e em helwîstê li ser wan tehediyan bidin ku bi şêweyekî gîştî niha di rûyê dewletan de derketiye, lewra di nav vê kêşmekêş û tehediyên rastî dewletan tê de, hinek ji hizirmendên ku di piroseya werçerxana dewletê de ne ber bi dewleta hevçerx, dixwazin cardin pênasa Makis Vîber ji bo dewletê li ser dewletên hevçerx pênasbikin ku bizanin pêêwîste ew dewlete çi modêleka dewletê be ku bikare monopoliyê bihêz bike û rewatiya bikaranîna temama wê hêzê hebe daku bikare di nav sinûrê cugrafiya xwe de asayîş û tenahiyê peydabike û sinûrên xwe biparêze? Di bersiva vê pirsyarê de kovara Forîn Efîrz dibêje: ew dewlete Kurdistan e ku hên nehatiye damezrandin, ew hêza bikare bi şêweyekî balkêş û serketî terorîstan bişkîne pêşmerge ye, ew serokê bikare hemû ol û neteweyan komî hev bike Mesûd Barzanî ye. Pêşmerge dewletê Kurdistanê radigehîne.
Hizirmendê mezin yê Ferensa Rêcîs Dubriyê di dîmaneyeke taybet a Gulan de ku li hejmara 996 a roja 13 Tişrîna Yekem a 2014ê belvbûye de, di bersiva pirsyareke Gulan de derbarê hevkariya hêza esmanî a Ferensa ji bo pêşmerge dibêje: ((li şûna ku ferensa bi balefir balefirvanên xwe ji esmên hevkariya pêşmerge bike, baştire balefiran bide Kurdistanê û meşq bi pêşmerge bike daku pêşmergeyan bike balefirvan û ew bi xwe bikarbînin, ne em)). Ev axaftina buha a Dubriyê yê hevalê Gîvara ku ezmûna 50 salî a xebata partîzanî û şoreşgêrî heye, nîşana famkirina kûratiya îradeya pêşmerge ye, ku tenê pêşmerge dikare çekan wek xwe bikarbîne û gereke ev hêze leşkerê dewletekê be ku nav Kurdistan e. têgehiştina vî hizirmendî ka çawa hevpeyman wê di şerê dijî terorê de serbikevin, girêdayiye bi damezrandina dewleta Kurdistanê ve, çûnkî ew hizirmende dizane çawa diaxfe dema daxwaz dike Ferensa wek endamekî hertim yê Civata Ewlehiyê balefirên şer bide Kurdistanê û bi xwe meşiq bi pêşmerge bike û bike balefirvan, zelale ev gava Dubirê behs dike paş ragihandina dewleta Kurdistanê destpêdike, lewra dema Dubirê amajê bi ragihandina dewleta Kurdistanê nake û zelal daxwazê dike ferensa balefiran bide Kurdistanê, ev wê watayê dide ku cîhan di pêşwazîkirina damezrandina dewleta Kurdistanê de li şûnmane.
Ev hestpêkirina hizirmendan bi pêwîstiya damezrandina dewleta Kurdistanê, ji ew serinca kûr ve çavkanî girtiye ku dibînin pêşmerge bi çekên sivik yên salên heftê û heştêyî a sedsala borî karîn li hember terorîstên DAIŞê bisekinin û bişkênin, lê li hemberê ji Pakistan heta bi Neycîriya tu hêzeke dewletan nekariye bi çekên dehsala yekem ji sedsala bîst û yekê li hember terorîstan bisekine, nimûneya pir nêzîk jî di şerê vê carê de xwe radestkirina 6 firqeyên leşkerî yên Îraqê bû ku bi buhayê 25 Milyar Dolar çekên moderin di bin destan de bûn, lê pêşmerge niha jî ji bilî hejmareke pir kêm a çekên navend a sedsala borî ku Elemaniya û Ferensa ji bo pêşmerge şandin, hên jî çekên teqlîdî yên nû jî negeheştiye ber dest, herwiha heta niha Hukumeta Herêma Kurdistanê di çarçovê ew kirêza diravî de ku Hukumeta Îraqê jêre dirustkirî ku şiyan tune ye mûçeyên pêşmerge di demê xwe de bide, ku mûçeyeke pir kême û em dikarin bêjin bi hevberkirin di gel mûçeya leşkerên welatên hevpeymanan de pêşmerge her mûçe jî tuneye, heger îrada hêza pêşmerge yuneba ku pozê DAIŞ şikand wiha serketinên yek li pê yek yên DAIŞê dibûne sedema ku niha welatek nemaba navê xwe Îraq be û niha wê helwesta hinek welatên endam di hevpeymaniya nêvdewletî de wek niha nedihate guhertin.
Lewra di vê rewşê de ji bo ku dewletên hevpeymanan li hember terorîstan şikoya wan neşkê tenê rêyek li pêşiya wan dimîne, ew jî bawerî anîne ku dewleta Kurdistanê wek pêwîstiyek ji bo serxistina aştî û asayîşa cîhan gereke were avakirin.
Serok Obama di şerê Kobanê de gîşte wê baweriyê ku cihê rêzlêgirtinê ye, ew baweriye jî ew bû heger her 60 dewletên hevpeymanên Hevpeymana Nêvdewletî li dijî DAIŞê bihev re bibin hevkarê şervanan li Rojava nikarin arasteya şer berûvajî bikin, ew şer tenê bi pêşmerge arasteya wê berûvajî dibe, xuyaye haşatî li wan qehremana nayê kirin ku şerê DAIŞê dikin û rê nedan Kobanê di bin destê DAIŞê keve, bexudana Kobanê cîhan ecêbmayî kir, lê bi çûna 150 pêşmerge û hinek çekên piştevaniyê arasteya şer hate guhertin, dema pêşmerge çûye Kobanê tenê 30% a wî bajarî di destê Pêşmerge û şervanan de mabû, lê berî gu wecba sêyê a pêşmerge were guhertin, sipas ji xwedê re ji nav Kobanê hate ragihandin ku 95% ji bajêr di destê hêzên kurdî deye, xuyaye hevpeymaniya nêvdewletî, neketina Kobanê di vî şerî de wek şikoya xwe temaşe kiriye, lewra ku pêşmerge kariye vê hevkêşê berûvajî bike û li aliyê başûr jî çiyayê Şengalê û beşeke mezin ji bajarê Şengalê jî azad kir, hevpeymana niha di wê hizirê dene ka çawa muamelê ligel serketinên li dijî DAIŞê bike, çawa berdewamiya wê hebe? Bêgoman tevî ku heta niha dewletên cîhanê di çarçovê sîstema kevina a paş şerê sar di medyayan de li ser damezrandina dewleta Kurdistanê diaxfin, lê wek dîfakto piroseya serketina di şerê dijî terorê de gorankariyeke diramatîkî di lezkirina bo ragihandina dewleta Kurdistanê de peydakiriye.
Sîstema Cîhanî A Sedsala Bîst Û Yekê Bi Jidayikbûna Dewleta Kurdistanê Re Destpêdike
Yek ji ew metirsiyên ku ji destpêka ragihandina dewleta xelafeta îslamî bûye metirsî û pêşbîniya hizirmendan, ew bû ku ev şer e dirêjbike û bibe şer ê 30 salî a olî wek şer ê olî a sedsalên naverast li Ewropa, metirsiya ji vê mezintir ew bû ku ev şer e hemû welatên Rojhilata Naverast vegire û li Rojava jî şebeha hêzeke nexuya derkeve, hizirmendên Rojava hemû bê cudahî gîştibûne wê baweriyê ku gelên sune mezheb li cîhana îslamî bi dilxweşî yan bi neçarî derencam bi hukumraniya DAIŞê razîbibin û her çiqas şûnketiyên mezheba şîe bi hesabê ku şîe li nav cîhana îslamî kêmîne ne û 10% zêdetir nabe, lewra boçûna wan ew bû ku şîe tenê dikarin şerê bergiriyê ligel terorîstên DAIŞê bikin û DAIŞê jî ku gelên sune mezheb li xwe girt wiha wê bi nave mezheb sune şer bikin, mezhebê şîe jî di cave Rojava de ne cihê baweriyê bûn di wî şerî de, ji vê jî zêdetir renge ev şer ku destê şîe bi dawî kir zêdetir kÛr bibe û xwînîtir bibe, lê pêşmerge li ser pir astan arasteya vî şerî guhert, ji aliyekî ve serketinên hêza pêşmerge ev şer li ser astê Îraq û navçeyê ji şerê mezhebî a di navbera sune û şîe de guhert bo şerê di navbera terorîstan û azadîxwazan de, li ser astê navçeyê jî seredana berpirsên Komara Îslamî ya Îranê û seredana serok wezîrê Turkiya jib o Hewlêrê û herwiha vekirina konsulgeriya Erebistana Seûdî div ê demê de li Hewlêrê, amajeyeke dine ku dibe dewletên sune û şîe bi hev re jib o lêdana terorîstan hevpeymanbin, li ser astê cîhanê jî ku mebesta terorîstan ew bû vî şerî bikin şerê di navbera şaristaniyeta Rojava û Şaristaniyeta Erebî û Îslamî, dîsa pêşmerge ev hevkêşeye jî rêkxist ku di şiyan deye şaristaniyeta Îslamî û Erebî û Rojava bi hev re di eniya dijî terorê de hevpeymaniyê bikin.
Ev rewşa ku pêşmerge li ser erdê peydakirî li cem cîhanê tenê xewek bû lê pêşmerge kire rastî, lewra ji bo niha û paşeroja aştî û asayîşa cîhanê û daku sîstemeke cîhanî peydabibe ku bersiva tehediyên sedsala bîst û yekê bide wiha gereke cîhan danoêdanê bi wê yekê bike ku berî damezrandina dewleta Kurdistanê ew sîstema cîhanî jidayiknabe.