Çend boçûn di derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdadê de
Derbarê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdadê de li ser pirsa neftê Musena Emîn perlemantarê lîsta Yekgirtû di Perlementoya Îraqê de bi vî rengî hizira xwe ji Gulanê re xisterû:
(Ev rêkeftine, rêkeftineke pir baş e hum di berjewendiya Bexdadê de ye û hum jî di berjewendiya Hewlêrê de, xala yekem bo Bexdadê ji ber ku Hukumeteke nûye û ev rêkeftine wiha dike ku ew hukumete serketîbe, ev şerê nêvdewletiya DAIŞê hatiye pêş ku şerekî hevbeşe ji bo Îraq û ji bo Herêma Kurdistanê jî, ji vê jî zêdetir rewşa abûriya herdu hukumeta xerab bû, lewra pêwîstiya herdu aliyan bi rêkeftinê bû, bi taybet ku Bexdadê nedikarî nefta Kerkûkê bîşîne ger ne bi rêya Kurdistanê be, vê yekê jî guvaşek peydakir ku Hukumeta Bexdadê sazişê ji Kurdistanê re bike, ev rêkeftine çêdibû sala çûyî jî bata kirin, lê ku nehat kirin herdu hukumetên Hewlêr û Bexdadê ziyaneke mezin kirin, lê ku niha ev rêkeftine hate îmzekirin, dikare beşekî giring ji daxwaziyên herdu aliyan cêbecêbike û dibe bingehek ku bilez bodceya sala 2015ê li perlementoyê were pesendkirin, bi vê jî para Herêma Kurdistanê tê û jiyan û bazar geşdibe, lewra ez dikarim bêjim ku ev rêkeftineke baş e).
Erdelan Nûredîn ji Partiya Demokrata Kurdistanê bo Gulan: Li gor vê rêkeftinê êdî Bexdad nikare bi tenê biryarê li ser nefta Kerkûkê bide.
Pirsa Pêşmerge li gor vê rêkeftinê dere ser bodceya serweriya Îraqê, evî wate danpêdane bi rolê Pêşmergê Kurdistanê, herwiha şandina nefta Kerkûkê bi rêya boriyên neftî yên Kurdistanê aliyekî dinî vê rêkeftinê ye, ji bo axaftin li ser van aliyan Erdelan Nûredîn perlemantarê lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê di Perlementoya Îraqê bi vî corî boçûna xwe ji Gulanê re rêxist:
(Ev rêkeftin navbera Herêm û Bexdadê dedi pir aliyan de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, a yekê: êdî Bexdad nikare bi tenê û bi pê biryara kesane, biryarê li ser wê yekê bide ku her ew nefta Kerkûkê dedixîne û difroşe, ev bi xwe jî danpêdanek bû bi mafê Kurd di nefta Kerkûkê de, Duyem: ew e ku Hukumeta Herêma Kurdistanê bi xwe astê şandina nefta xwe diyardike, wate tu aliyekî din nikare guvaşan li Herêma Kurdistanê bike ku hemû nefta xwe yan her rojê 400 hezar bermîl bide Îraqê ku di pirojeyên salên 2013 – 2014 an de wiha hatibû bi navê piroja SOMO, wate Hukumeta Herêma Kurdistanê bi xwe biryarê dide ku tender were ne Hukumeta Bexdadê. Sêyem xalên bi mifa a rêkeftinê ew bû ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi kiryar kete naf sîstema hêza bergiriya Îraqê û moçeya wan bi sîstemekî tê xerckirin û dikeve ser para bodceya Hukumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî vê jî misogerkirina rêjeya 17% bû di bodceya sala 2015ê de, giringtirîn xal jî di vê rêkeftinê de ew e ku em nebûn rêgir li hember şandina bodceya sala 2015ê a Îraqa Federal û ew pirojeyasaya bodceyê wê di demê xwe de bigehe perlementoyê û perlemento wê biryara xwe li ser bide.
Arêz Ebdulla ji Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bo Gulan: Ev rêkeftine du aliye û di berjewendiya hukumeta Hewlêr û Bexdadê de ye
Rêkeftina Hevsengiyê erkê cêbecêkirina wê du aliye û ew a di rêkeftina vê carê a navbera Hewlêr û Bexdadê de hest pê tê kirin, hevsengiyeke ku ew rêkeftine pê hatiye îmzekirin, di vê derbarê de Arêz Abdulla perlementarê li ser lîsta Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê, taybet ji Gulanê re gut:
(Ev rêkeftine du aliye, Yekem: hum di berjewendiya Îraqa Federal de ye û hum jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, Duyem: gaveke baş bû di vekirina asoya pêwendiyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de û hatin bo ser rêya çareserkirina kêşeyên bidarvemayî, heger goftûgo li pê wê werin bêgoman wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be, em bi hêvîne ku ev bibe gavek ji bo çareserkirina kêşeyên bidarvemayî yên din). Wî perlementarî xaleke dina rêkeftinê bi ji hev têgehiştin û ji hev ve nêzîkbûn bi nav kir û got: (ew a giring danpêdanan bû bi mafê destûriya Herêma Kurdistanê di piroseya şaandina neftê de, raste 250 hezar bermîl ji destpêka sala nû bi rêya SOMO tê firotan, lê ew a din Hukumeta Herêma Kurdistanê bi xwe birêvedibe. Ew yek jî destnîşankir ku Herêma Kurdistanê li sala 2014ê rastî birîna para bodceya xwe hat ji aliyê Îraqê ve, lê di pêre Îraq jî rastî vê qeyranê hat ew jî bi sedema şer û bi sedema kêm şandina neftê bo derve herwiha bi hokarê nizimbûna nirxa neftê, û got jî: (baştirîn rê ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hevdem baştirîn rê ji derbazbûn ji ev qeyrana darayî rêkeftin bû di navbera Hewlêr û Bexdadê de.
Kawa Mihemed ji Tevgera Goran bo Gulan: Ev rêkeftine destpêkeke baş e ji bo peydabûna baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdadê de
Rêkeftin ligel Bexdadê li mîratê ew siyaseta şaş ku Hukumeta Nûrî Malikî ji bo Hukumeta Nû a Îraqê hîştibû, ne karekî bi asan bû, lewra paş rêkeftin li ser pirsa neft û pêşmerge pir çavdêran dîtin ku ew ji bo çareserkirina kêşeyên din jî bingehê xweşdike, di vê derbarê de Kawe Mihemed perlemanter ji lîsta Guran di Perlementoya Îraqê de di axaftinekê de ji bo Gulan wiha boçûna xwe rêxist:
(Ev rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdadê de bi arasteyeke pozetîv de dere, ji ber ku rêkeftin ji bo herdu aliyan (Bexdad û Hewlêrê) pir giring bû, herwiha di berjewendiya herdu aliyan deye, ev rêkeftine di demekê de îmze li ser hatiye kirin, ku hukumeta Nûrî Malikî bingeheke pir xerab ji bo ev hukumeta nû hîştibû, di hukumeta Nûrî Malikî de siyaseteke pir xerab li hember Herêma Kurdistanê dihate meşandin, herwiha siyaseteke xerab li hember gişt kêşeyên Îraqê dihate piyadekirin, lewra ev rêkeftine dibe destpêkekî baş ku cardin bawerî di navbera Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê de çêbibe daku em jî bikarin li ser kêşeyên din û hûrbîniyên cêbecêkirina wan baxfin û hewil bidin bigehin çareseriyê ji bo hemû kêşeyên din yên navbera Hewlêr û Bexdadê de di çarçovê destûra Îraqê de. Rêkeftina vêcarê ku di piroje bodceya sala 2015ê de tê nivîsandin, cudaye ji salên borî, ji ber piroje bodceya sala borî ku di pêre li perlemanê nehat pesendkirin, hinek birgehên sizayî wate wek sizadan bo Herêma Kurdistanê têde bû, lê vê carê ev rêkeftine rêkeftineke hevseng û hevtaye, herdu alî gereke pabend bin bi cêbecêkirina rêkeftinê ku gereke Herêm her rojê 250 hezar bermîl neft bide Îraqê û rê bide her rojê 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê di boriyên Kurdistanê re bişîne, li hemberê gereke Hukumeta Îraqê 17% para Kurdistanê ji bodceya Îraqê bişîne Kurdistanê, herwiha gereke tirlyonek û dused milyar dînar jî wek sulfe ji bo pêşmerge xerc bike, vêca her aliyek vê rêkeftinê bin pê bike, aliyê din jî dikare pabendî rêkeftinê nebe).
Ehmed Hacî Reşîd ji Komeleya Îslamî ji bo Gulan: Ev rêkeftine bingehê xweş dike daku em kêşeya axê jî bi Bexdadê re çareserbikin.
Hukumeta Îraqê û Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bilî ku herdu aliyan kirêza abûrî hebû û ne bi hev re ba rastkirina wê ne asan bû, di heman dem de dujminekî wan yê hevbeş jî heye ku ew jî terorîstên DAIŞê ye, di vê derbarê de perlementar Ehmed Hacî Reşîd ji lîsta Komela Îslamî di perlementoya Îraqê de di axaftineke taybet de ji bo Gulan bi vî rengî boçûna xwe rêxist:
(Ev rêkeftina di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê de rêkeftineke li ser pirsa avûriye û ev rêkeftine li ser arasteyekê hatiye dirustkirin, ji ber ku di çarçoveya vê rêkeftinê de Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Îraqê ji kirêza abûrî rigardibin û ber bi kenarên aramiyê ve diçin, bi taybet di vê rewşê de ku em herdu alî rastî şerekî giran hatine bi terorîstên DAIŞê re, lewra heger hewil nehatiba dan ew kêşane werin çareserkirin wiha hebûna kêşeyan di navbera Bexdad û Hewlêrê de wê di berjewendiya terorîstên DAIŞê keta, win bi xwe dizanin mawê 11 mehane moçeya fermanberan giraniyeke mezin xistibû ser Hukumeta Herêma Kurdistanê, beşeke mezin a pirojeyên Herêma Kurdistanê hatibûn seknandin, lê paş vê rêkeftinê hum giraniya moçeyê wê were çareserkirin û hum jî piroje wê destpêbikin, giringtirîn çavkaniya dahataa Herêma Kurdistanê pêkdihat ji şandina neftê, lê bi sedema daketin nirxa neftê û kêmiya berhemanînê me nedikarî temama dahata Kurdistanê peydabikin, lê bi vê rêkeftinê temama dahatê peyda dibe û tenê rojane 250 hezar bermîl neft dide Îraqê, di hemberê de Hukumeta Îraqê rastî kirêzeke mezin a abûrî bibû, ji ber ku nedikarî nefta Kerkûkê bişîne, lewra di demekê de Herêm hevkariya Bexdadê dike ji bo firotina wê neftê, ev ji bo Bexdadê jî dergehekî giring û mezine daku kurthênana bodceyê kêm bibe, ji hemûyan giringtir ev rêkeftine amajeye ji bo çareserkirina kêşeyên din jî, me sê kêşeyên serekî bi Hukumeta Îraqê re heye, kêşeya herî giring kêşeya axê ye, me kêşeya hevbeşîkirin û şeraketê di deshelata siyasiya Îraqê de heye, herwiha me kêşeya abûrî jî hebû, di ev rêkeftina dawî de me karî kêşeya abûrî çareserbikin, ev rêkeftine jî piştrast wê destpêkek be ji bo rêkeftinên din jî).