Îradeya Pêşmerge Stratîjiya Dijî Terorê Bo Hevpeymanan Rêkdixîne
Heftiya borî Mesrûr Barzanî berpirsyarê yekem yê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de ligel rojnameya Şerqulewset, derbarê ew alîkariyên ji pêşmerge re hatine şandin, Mesrûr Barzanî got: ((Me ji hêzên nêvdewletî re gotiye ku berdewam pêwîstiya me bi alîkariyan heye ji bo hêzên pêşmerge û pêdana çekên pêşketî, daku em bikarin çiqas zû be terorîstên DAIŞê bişkînin, heta niha ew alîkariyên leşkerî yên geheştine Herêma Kurdistanê, pêktên ji kelûpelên leşkerî û çekên mamnavendî, ji çekên giran ew ên ta niha geheştine destên me, rokêtên dijî tanka ne ku Elmaniya şandine û heta niha Herêma Kurdistanê tu çekên din wernegirtine heta ku balansa hêzê li ser erdê were guhartin bo berjewendiya pêşmerge)).
Di dirêjiya hevdîtinê de Mesrûr Barzanî tevî ku bi şêweyekî taybet rexne li alîkariya leşkerî a Îraqê dike, dibêje: ((Welatên Rojava belên dane me ku alîkariya leşkerî ji bo pêşmerge peydabikin, niha dema wê ye belênên xwe cêbecê bikin, em daxwazê li Civaka Nêvdewletî dikin alîkariya zêdetir a pêşmerge bike ji ber ku DAIŞ çaverêya wê nake çek ji me re werin vêca êrîşî me bike)).
Şihadeta Îlot Ebraham
Li hember Komîta Pêwendiyên Derve a Kongrêsê li 19 Novembera 2014ê
Rolê Şîretkarê Civata Ewlehiya Kurdistanê Di Stratîjiyeta
Hevpeymana Nêvdewletî Ji Bo Şikandina DAIŞê De
Ew stratîjiya ku serok Obama paş kombûna li gel serkirdên leşkerê 21 welatên hevpeymanan behs kirî û nav lê kirî: Stratîjiya Rêveberiya Emrîkî bo Şikandina DAIŞê ku di salvegera 11ê Septemberê ragihand, mihek di sere derbaz nebû li navendên hizir û vekolînên stratîjî, rexneyên hişk lê hat kirin û ragihandin ku ev stratîjiye kar nake. Derbarê vê pirsê ew deqa li pêşiya vê raportê me destnîşankirî, deqa şihadeta diplomatkarê bi navûdengê Emerîka (Îlot Ebraham)e ku şîretkarê siyaseta derve bû di rêveberiya Ronald Rîgin de û herwiha di rêvebiriya Corc W Boş de, ev ji bilî ku niha jî vekolerê bilinde li Şîretgeha Pêwendiyên Derve a Emerîka de û kar li ser siyaseta Emerîka li Rojhilata Naverast û demokrasî û mafê mirovan dike.
Di vê şihadetê de Îlot Ebraham rexne li siyaseta Emerîka a li hember Sûriyê girt û amaje bi wê yekê kir ku ew berî 16 mehan carek din ji aliyê Civata Leşkerî a Kongresê ve hatiye dawetkirin daku guhdariya boçûnên wî bikin, lê ew amajê bi wê dike ku wî berî 16 mehan behsa wê yekê kiriye ku stratîjiya Emerîka li Sûriyê bisernakeve herwiha gotiye: (Berî 16 mehan tenê 100 hezar kes li Sûriya hatibûn kuştin, lê niha ku ez ji komîta derve re daxfim kuştiyên Sûriyê bûne zêdetir ji 200 hezar kes û zêdetrî 7 milyon koçber tenê li Lubnan û Urdin û Turkiya belavbûne, vê jî demografiya û siyaset û abûriya wan welatan lihevxstiye).
Îlot Ebraham ku di çendîn kêşeyên nêvdewletî de nûneratiya Ronald Rîgin û Corc Boş kiriye, bizelalî tekezê li wê yekê dike ku stratîjiya Obama bisernakeve, ji ber ku ew stratîjiye ne dikare DAIŞê bê hêvî bike û ne dikare bişkîne, lewra her ku tê ser behsa DAIŞê li Îraqê, amaje bi wê yekê dike ka kîne ew ên şerê DAIŞê dikin? Ji wan , leşkerê Îraqê, êlên erebên sune û hêza pêşmergê Kurdistanê, di wê şihadetê de wê yekê berçav dike ku pêdana çekan bi leşkerê Îraqê û êlên sune pirsgrêkên xwe hene, lê hêza pêşmergê Kurdistanê ew pirsgrêkane tune ne, hevdem serketinên pêşmerge bi ser DAIŞê de wek serketina Hevpeymana Nêvdewletî wesifdike û rexnê li rêvebiriya Emerîka û hevpeymanan digre ku çavê wan wê rastiyê nabîne ka hêza pêşmergê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞ û şikandina terorîstên DAIŞ de rastî çi zehmetiyan tên, pêşandana ev zehmetiyên şerên pêşmerge li gel çekdarên DAIŞ, nîşandan îrada pêşmerge ye ku pêwîste cîhana azad rêzê li îrade û camêriya pêşmergê Kurdistanê bigre, Ebraham dipirse: (Ku em vê îradê dibînin, bo çi em jê direvin, yan em naxwazin çekên pêşketî bi pêşmerge din? Ev di demekê de ye rêzdar Mesrûr Barzanî şîretkarê Ewlehiya Nîştimanya Kurdistanê di dîmaneyekê de bi Şerqulewset ev rastiye ji cîhanê re ragihandiye).
Amajepêkirina deplomatekî mezin û vekolerekî navendên hizrî bi axaftinên nav hevdîtineka bi Mesrûr Barzanî û paşê danîna lînkê sîtê daku temama endamên komîta pêwendiyên derve a kongrsê bixwînin, wê watayê dide ku ev deplomatkarê bi ezmûn daxwazê ji kongresa welatê xwe dike li ber ronahiya boçûnên şîretkarê Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê, stratîjiya rêvebiriya Obama (Hêvîbirîn Û Şikandina Terorîstên DAIŞê) were rastkirin.
Rastkirina Stratîjiya Hêvîbirîn Û Şikandina Terorîstên DAIŞ
Bi dest xstin û rizgarkirina bendava Mûsilê di naverasta meha Aba borî de ji aliyê hêza pêşmergeyê Kurdistanê ve bûye bingeh hizirkirina hevpeymanan di stratîjiya hêvîbirîn û şikandina terorîstên DAIŞê de, rizgarkirina bendava Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê Bexdad ji metrsiyeke mezin rizgarkir, ji ber ku heger ew bendave di destê terorîstên DAIŞê de bimaya, wiha her dem wê wek kerteke guvaşê ji bo teqandin yan berdana ava wê bihata bikaranîn, bi wê jî wê nîva Bexdadê bin av bibûya, ji vê jî giringtir ew bû ku selimand hêzek li ser erdê heye navê xwe hêza pêşmergê Kurdistanê ye û dikare bi alîkariyeke kêm a esmanî ne tenê terorîstên DAIŞê biseknîne belku arasteya şer biguhêre ji bergrîkirin bo êrîşkirin û rizgarkirina ew navçeyên ku di jêr destê DAIŞê de bûn, ev serketine bû bingeha hizirkirin di Hêvîbirîn û Şikandina Terorîstên DAIŞê de. Xuyaye bingehê guhartina arasteya vî şerî jî ji ew peyama berêz Mesûd Barzanî serçawe digre ku paş dagîrkirina Şengalê ji aliyê DAIŞê ve ragihand ku gereke arasteya şer ji bergiriyê were guhertin bo êrşkirinê. Ev peyama serok Barzanî û cêbicêkirina wê li ser erdê, nîşana baweriya serokê Kurdistanê bû bi ew tîma ku bi wî re kar dike, diyare jî şerê dijî terorîstan erkê wezareta pêşmerge û fermandeyên leşkerî yên pêşmerge ye, lê ewê pêwîste em helwêstê li ser bidin, ew e ku dezgeheke giringa din a Kurdistanê ku dezgeha Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê ye, bûye beşeke din a ew tîma ku li ber destê serokê Kurdistanê ye û hêzeke din çêkir daku ew peyama serok Barzanî baştir li ser erdê were cêbecêkirin, rêzdar Mesrûr Barzanî Şîretkarê Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê bi xwe bû pêşmergeyek li ber destê rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û bi kirdeyî di nav qada şer de karlêkirineke nû di nav wê tîmê de çêkir ku gerekbû arasteya şer di hemû bereyan de ji Kobanê heta bi Celewla û Seidiye biguhêre, ev di demekê de bû ku leşkerê Îraqê û hêzên milî yên şîe ku alîkariyeke mezin a hêza leşkerî a komara îslamî jî digel de bû, nekarîn bi bê hevkariya hêza pêşmergê Kurdistanê derveyî Bexdadê bosteka axê ji terorîstên DAIŞê bistînin, li navçeyên Remadî û başûrê Bexdadê jî ger pêşketinek bibe, ne pêşketina leşkerê Îraq û hêzên milî yên şîe bi tenê bû belku hinek ji êlên sune wek êla Ebonimir li pêşiya DAIŞ seknîn û dît ka çawa DAIŞê wek karvedan li hember êla Ebonimir bi sedan ji wan komkuj kirin, herwiha li Kobanê ji bilî şervanên kurd ku karîn bergiriyeke camêrane li Kobanê bikin, ne yên jê re dibêjin Artêşa Azad û ne ew yên jê re dibêjin Cebhetulnusre ku beşeke ji rêxstina Elqaîde, ne Leşkerê Sûriyê û ne mîlîşiyayên Huzbulah nikanîn li pêşiya DAIŞê bisekinin, yan cihekî giring jê bistînin.
Di nav ev rewşa aloz de dezgeha Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê û şîretkarê wê di nav tîma serokê Kurdistanê de ji ber ezmûna vê dezgehê di şerê dijî terorîstan de û ezmûna şîretkarê wê di pêwendiyên nêvdewletî de, karîn tuxmên nû tevî îrade û xweragiriya pêşmerge bikin û xalên zeîf yên DAIŞê bibînin û arasteya şer buguhêrin ev pêşveçûna di şêwazê şerkirina pêşmerge bi terorîstên DAIŞê re herdu serketinên mezin yên rizgarkirina bajarê Rebîe û Zumar li pê hat, ev du serketine yek li pê yek hevpeyman ecêbmayî kir ku çawa karîn bi îmkanên pir hindik û bi çekên hindik û kevin ev îradeya mezin dirust bikin, lewra paş rizgarkirina Zumarê Perlemana Yekîtiya Ewropa bang li Mesrûr Barzanî Şîretkarê Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê kir daku ew şêwazê nû a şer kirina bi terorîstan re ji bo perlementarên Ewropa behs bike, ev jî zêdetir ji bo wezîrên bergiriyê yên welatên Ewropa bi şîretkarê Ewlehiya Nîştimaniya Kurdistanê re kombibin û ev civate di ew stratîjiya cîhanî a li dijî terorê beşdar be.
Renge ev rêzên ku em dinivsînin wek pesnekê be ji bo dezgeha Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê lê ev dûre ji rastiyê û mebest tenê nîşandana îrade û xweragiriya hêza pêşmergeyê Kurdistanê ye ka çawa heger hemû şiyan bi şêweyekî rast werin araste kirin wê çi muicîzekê li ser astê cîhanê dirust bikin. Ku ez dibêjim muicîze diyare ev li ser zimanê şaraza û deplometkar û navendên vekolîn û hizrê ez wê axaftinê dikim, bo nimûne paş dagîrkirina Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve Profîsor Maîkil Nayt rêveberê programên Îraq û Herêma Kurdistanê li şîretgeha Waşinton ji bo siyaseta rojhilata nêzîk di gotarekê de amaje bi hêza pêşmerge kiribû ku (raste hêza pêşmerge dîrokeke mezin a berxudan û bergiriyê heye di salên şêst û heftê û heştiyan de, lê pêşmergê niha yê Kurdistanê ne pêşmergên salên şêstiyên sedsala borî ne û ew şiyan tune ne, lewra gereke Emerîka vê rastiyê li berçav bigre), lê bala xwe bidin heman nivîser û heman vekoler li heman navend li roja 23yê November (Wate heftiya borî) ev gotare bi vê navûnîşanê nivîsiye (Kuristana Îraqê: gelo wê bibe Esparteyekî biçûk di Rojhilata Naverast de?).
Nivîser di bin vê navûnîşanê de nivîsandiye: dema berpirsên Emerîka pesna şerê leşkerekî nû gîştî dikin, bi zorê zaravê (Esparta biçûk) bikartînin, ev jî wek amajeyek bo dewleta bajarê Esparta a Yonanê ku her demê cihê rêza hemû cîhanê bû, ev jî ji ber leşkerê wê yê biçûk lê bihêz û jêhatî bû.
Em li kovara Gulan di demê seredana şîretkarê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo ewropa me bi wî corî giringiya wê seredanê şopand ku em bersiva pirsyaran ji gotara Mesrûr Barzanî wernagirin belku ji banghêşta Perlemana Ewropa bersiva pirsyaran werdigrin, ku ew jî serketinên Zumar û Rebîe û bendava Mûsilê û temama eniyên şer e li Kurdistanê, vêca ji bo nebe cudakirin di eniyên hêza pêşmergê Kurdistanê de mebesta vê raportê ne ew e serketinên Zumar û Rebîe û bendava Mûsilê ji serketinên eniyên din yên Kurdistanê giringtire, çûnkî pêşmergê Kurdistanê di ser hizbayetiyê re ne û hemû birayên me ne û yek erk cêbecê dikin ku parastina axa Kurdistanê ye, belku li vir ku em amajê bi wan serketinan dikin, mebest ew e ku ev serketinane di çavê Rojava û hevpeyman û fermandên leşkerî yên Rojava de cihê helwîst danê bûû, helwest dan jî pêwendî bi cografiya şer û navenda siqbûna hêza DAIŞê ve heye li wê cografiyê, bo nimûne?
1- Cografiya Rebîe li ser sinûrê Sûriya navçeyeke di nav dilê wan navçeyane ku hêza terorîstên DAIŞê lê ye, herwiha biser parêzgeha Neynewa ve ye, xuyaye ku hemû cîhan zane Mûsil paytexta xîlafeta DAIŞê ye û Ebobekir Elbexdadî ji Mûsilê Xîlafeta Îslamî ragihand. Bêgoman cografiya Zumar ji cografiya Rebîe jî aloztire. Şengal jî ku pêşmerge dikare bi asanî rizgar bike, niha pilan tê kirin ka paş rizgarkirinê wê çawa were parastin û carek din nekeve destê DAIŞê.
2- Di vî sinûrî de tu welatek tuneye ku rastewxo piştfiriya hêza pêşmerge bike, yan leşkerê tu welatekî alîkariyê nake, xuyabû ku Turkiya mercên xwe hebûn li ser hevpeymanan ji bo beşdarîkirin di şerê DAIŞê de û heta niha li ser wan mercan hevpeymanên nêvdewletî li hevnekirine.
3- Di civata leşkerî a xîlafeta DAIŞê ku hejmara wan 20 kesin, 19 ji wan ji efserên berê a rejîma Beisin piraniya wan xelkê Mûsilê ne û berê li feyleqa pênc a leşkerê Îraqê fermande bûn û aje şerê DAIŞê bûn, ne bes li wan navçana belku ji Şengalê heta bi hacî Omeranê, ev jî wê watayê dide fermandeyên leşkerê DAIŞê di şerê bi pêşmergan re bi ezmûnin.
4- Şarezayiya fermandeyên leşkerê DAIŞê li çawaniya bikaranîna çekên karîger di şerê pêşmerge de ev jî wiha dike ku çekên wan karîger bin.
5- Heger em li fîlma Şerê Nû (Modern War) temaşebikin, ku mebest jê şerê rêxstina Elqaîde tayê Îraqê ye berî ku bibin DAIŞ, em ê hest bikin ku leşkerê Emerîka li qeza Hedîse rastî çi karesatekê tên û çawa dişkên, ew fîlima Emerîkî ku renge hîn xatirê leşkerê Emerîka jî tê de hatibe girtin, lê şerê niha a DAIŞê ne şerê Hedîsa a serdemê Elqaîda Îraqê ye, belku şereke ku çek û teqemeniyên pênc firqeyên Îraqî ketine dest DAIŞê, ku ew çekane wek profîsor Kazim Hebît di gotareke hejmara niha a Gulanê de amajê pê dike, Nûrî Malikî bawernedikir ew çekane di destê DAIŞê keve belku wiha danîbû ku Kurdistanê pê dagîrbike, DAIŞê xwest miradê wî hasil bike lê nekarî, lewra em bi omêdin şikandina DAIŞê pendek be yan dersek be ji bo ew ên ku di paşerojê de hukumraniya Bexdadê dikin.
Hemû ev xalane ku hinek jê helsengandina leşkeriyane a Rojava helwest li ser dikin, heger ne wiha be ew şerê heftiya borî ji bo bidestxstina Tilwerd li sinûrê parêzgeha Kerkûkê têde hejmarek pêşmergeyên qehreman şehîdbûn ku yek ji wan şehîd Eta kurê rêzdar Hacî Mehmûd sekreterê partiya Sosyalîsta Kurdistanê ye û ev yek amajeyeke bo astê bilind a çavnetirsî û azayetiya hemû hêza pêşmergê Kurdistanê.
Li vir em dikarin bi belge amajê bi wan gurankariyan bikin ku paş bidestxstin Zumarê li cem hevpeymanan ji bo alîkariya pêşmergê Kurdistanê dirust bûye bikin.
Kobanê û Zimar Guhartinek
Di Pênasa Pêşmerge De
Heger em ji wê yekê dûrkevin ku ji qehremanên Rojava re dibêjin: Şervan û ji qehremanên Başûr re dibêjin: Pêşmerge, wiha em dikarin bêjin: serketina pêşmergan li Zumar û bergiriya şervanan li Kobanê, pêşmerge bûye şervan û şervan bûye pêşmerge, ev jî ji ber wê bû ku şervanên Kobanê peyama pêşmerge gehandine cîhanê, pêşmergan jî peyama şervanan bi dunyayê da naskirin, ji Kobanê şervanan ji cîhanê re got: Em li hember terorîstên DAIŞê nakevin û li Başûr pêşmerge ji cîhanê re got: DAIŞ çiqas bi hêz be xwe li pêşiya pêşmerge nagire.
Ev peyame wek peyama perlementar (Viyan Dexîl) ku dibêje: Serok Obama ji me re got, erê peyama Pêşmerge û Şervanan gehîşt û gereke pêşmerge û şervan yek hêzbin ku ew jî hêza parastina Kurdistanê ye.
Rojnama Today Zeman a turkî çapa înglîzî derbarê şandina alîkariyan ji Hewlêrê bo Kobanê û çûna pêşmerge di nav axa Turkiya re bo Kobanê, beşek ji peywendiya navbera Erdogan û Obama de belavkir û têde amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Emerîka bi balefiran alîkariyên Herêma Kurdistanê biriye Kobanê, paş pêwendiya telefonî a di navbera Erdogan û Obama de Erdogan razîbû pêşmerge di nav axa Turkiya re here Kobanê û ew jî paş pêwendiya navbera Obama û Erdogan bû.
Xuyaye Turkiya wek endamê NATO û hevkarê bi deh salan a Emerîka li Rojhilata Naverast, berî serketinên pêşmerge li wan navçeyan eşkere ragihand PYD beşeke ji PKKê û em wan bi terorîst dizanin û cudahiyê nakin navbera terorîstan de, lê di hemberê de Emerîka bi emrê waqêi hevkarekî nû jê re peyda bûye ku ew jî Herêma Kurdistanê ye li nav Îraqê, ev hevkarê nû pir tişt li ser astê Emerîka li navçeyê guhartiye:
1- Emerîka neçar bû bê Bexdadê yekser alîkariya pêşmergê Kurdistanê bike.
2- Emerîka rêz li biryara Serokê Herêma Kurdistanê û Perlemanaa Kurdistanê girt bi şandina hêzê ji bo Kobanê û herwiha Emerîka guvaş kirin heger Turkiya bi xwe beşdariya şer neke nabe rê li pêşmerge bigre ku di nav axa Turkiya re herin ji bo alîkariya Kobanê.
3- Herêma Kurdistanê bi kiryar PKK û PYD ji lîsta terorîstan derxst, bila bi sedema guvaşên welatekî mezin û giring wek Turkiya PKK di lîsta terorê de hatibe tomarkirin, lê Mesrûr Barzanî şîretkarê Civata Ewlehiya Nîştimanî a Kurdistanê li nav Perlemana Ewropa ragihand em PKKê bi terorîst nizanin, ev jî wate siyaseta serokê Kurdistanê ji bo derxstina PKKê ji lîsta terorê, dunya jî rêzê li biryara serokê Kurdistanê digre, çûnkî bi kiryar dunya piştevanî û hevkariya Başûrê Kurdistanê dike ji bo Rojava.
Lewra û ji vê xalê gereke du nav ji bo Pêşmerge û Şervanan bikar neyê, pêşmerge wek sîmbolekê ji bo Kurdistanê ji bo Esparteya Rojhilata Naverast were bikaranîn, di bingeh de jî pêşmerge ne taybete bi beşeke Kurdistanê, belku wek ala me sîmbola Komara Kurdistanê ye li Mehebadê.
Heger em li vir wê pirsyarê bikin: gelo çûna pêşmerge ji Başûr bo Rojava çi peyamek da cîhanê? Di bersivê de em behsa peyama navxweya Kurdistanê nakin, belku pêwîste behsa wê yekê bikin ku ev bûyere di şerekî cîhanî de çêbû û kartêkirina wê cîhaniye, herwiha giringe em wê pirsyarê bikin ku ketina Turkiyê wek serokkomarê Turkiya ragihandî, Kobanê temam bûye û dikeve, li ser astê cîhanê çi watayek hebû? Bersiva vê pirsyarê jî em ê di çend xalan de bidin:
Ketina Kobanê di stratîjiyeta hevpeymanan de bigiştî û Emerîka de bi taybet wate stratîjiyeta hevpeymanan di şerê dijî DAIŞê de şikiya û Emerîka Vîtnameke din derda.
Lê ku niha pêşmerge çûye Kobanê û pêşmerge bûye şervan û şervan bûye pêşmerge û bi hev re şerdikin û arasteya şer hatiye guhertin û beşeke mezin a Kobanê hatiye azadkirin, ev çi watayê digehîne? Bêgoman ji bo hevpeymanan bi giştî û Emerîka bi taybet wateya wê ew e ku bi piştgrêdana bi hêza leşkerê Kurdistanê stratîjiya hêvîbirîn û bi dawîanîna DAIŞê biserdikeve.
Lê niha ev leşkerê Kurdistanê wek leşker hebûna xwe tuneye û gereke were binyatkirin derbarê vê çendê de profîsor Maykil Nayt nivîsandiye: ((Di dehî Novemberê de Ed Roys ku yeke ji endamên mezin yê kongresê biryarek xistiye rojevê ku derbirînê ji kongresa Emerîka dike, ev biryare daxwazê ji serok Obama dike ku yekser û ji bo mawê sê salan çekên teqlîdî û pêşketî bide Hukumeta Herêma Kurdistanê, ji vê jî zêdetir wê biryarê daxwaz kiriyerasewxo çekên dijî tank, zirpoş, topên dûravêj, zexîre û şîretkarên leşkerî ji bo çawaniya rahênana pêşmerge li ser wan çekan bidin Hukumeta Herêma Kurdistanê. Profîsor Nayt destnîşan jî kiriye ku serok Obama daxwaz ji kongresê kiriye ku 1.6 milyar dolar ji bo meşqpêkirina 9 firqeyên Îraqê û 3 fîrqeyên Pêşmerge were terxan kirin.
Heger em bala xwe bidin vê berpêşçûnê em ê bibînin ku Emerîka di mawê salên 2003 heta 2011 kojmê 25 milyar dolar li 109 lîwayên Îraqê xerckiriye, lê tenê bi buhayê 92 milyon dolar hevkariya pêşmerge kiriye di mawê 8 salan de, lê niha ji bo meşqpêkirina sê firqeyên pêşmerge hevşêwê firqeyên Îraqê pare tên terxan kirin, ev berpêşçûne tenê wateya leşkerî û siyasî nade, belku dikeve di xana serweriya Kurdistanê de, niha Kurdistan xudan serweriye û cîhan rêzê li serweriya Kurdistanê digre.
Pirsyara giringtir di ev berpêşçûna cîhanî de li hember Kurdistanê ew e: gelo ev hevkariya cîhan bi navê Hukumeta Herêma Kurdistanê dike, tenê ji bo beşeke Başûrê Kurdistanê ye? Bersiv vê pirsyarê terwanîna nû a cîhanê dide, ev hevkariye ji bo hemû ew cografiya ku serokê Kurdistanê bi Kurdistan dizane ye.
Cîhan Wek Neteweyekî Mezin Li Kurdan Dinêre Gereke Em Xwe Biçûknekin
Singefora ne biqasî Herêma Kurdistanê ye, lê serok Obama li ser dawî pirtûka serokwezîrê berê yê sengafora nivîsandiye: Dema Lî Kiwan Yo diaxfe, hemû dunya neçare guhdarê bike, ev rêza li Sengafora tê kirin ne ji bo piyadekirina sîstema lîbral demokrat a rojava ye, belku ji bo dahênana sîstemeke din a hukumraniya başe ku lîbral demokrat derbaz kiriye. Niha li eniya şerê dijî terorîstên DAIŞê, Kurdistanê ne tenê Sengafora derbazkiriye, belku berpirsên Pêntagonê nav lê kirine Esparteya Biçûk a Rojhilata Naverast, ev jî wate pêşmergeyê Kurdistanê û serokatiya vê hêzê ji aliya serokê kurdistanê ve cîhan matmayî kiriye, lewra bi şihadeta wezareta derve a Emerîka û hemû welatên NATO niha Kurdistan ew welate ye ku cîhan hînî şerê dijî terorîstan û terorîstên DAIŞê dike, ev navê mezin ji bo Kurdistanê nasnama Kurdistanîbûneke nû di cîhanê de li cihê her takekî kurd dike, ev Kurdistanîbûneya nû ji wê mezintire ku takên Kurdistanê PKK bin yan Partî yan Yekîtî yan Goran yan Îslamî, ev pêgeha Kurdistanê û ev qehremaniya Pêşmerge dike ku cîhan bi xwe daxwazê ji me bike ku em bibin Esparte û pêşmerge bikin leşkerê Kurdistanê, lewra gereke em di astê ew berpêşçûna mezin de bin û em partiyên xwe ji Kurdistanê mezintir nebînin, di şoreşa Eylolê de hemû cîhanê digot: Barzanî Mustefa kurd bi cîhanê nasandin, lê di vî serdemî de û li jêr sîbera serokatiya Mesûd Barzanî de, cîhan li naznavekî din digerin ji bo Kurdistanê û hemû cîhan jî şanaziyê bi Kurdistan û bi Kurdistanîbûnê dikin.