Kobanê koleke din di canê Kurdistanê de
Êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser bajarê Kobanê karesateke dine di canê Kurdistanê de, xuyaye ku bajarê Kobanê bi wî şêweyî ye ku tu sinûr bi Herêma Kurdistanê re tuneye daku hêza pêşmerge bi hawara wê biçe yan bi asan alîkarî bigehin wî bajarî, sedema vê jî vedigere wê yekê ku çekdarên DAIŞê dorpêçkirine û tenê dergehekî sinûrî bi Turkiya re heye, destpêka êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser Kobanê berêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê amadeyiya xwe nîşanda ku her core arîkariyekê pêşkêşî xelkê Kobanê bike herwiha hemû hewlên diplomasî dan daku Turkiya sinûr veke û hevpeymanên nêvdewletî êrîşên esmanî bo ser terorîstên DAIŞê li derdora Kobanê zêdetir bike, lê mercên Turkiya li ser hevpeymana nêvdewletî daku alîkariya Kobanê bike û dûrbûna sinûrê Kobanê ji Başûrê Kurdistanê ve bûye sedem ku terorîstên DAIŞê pêşkevin û di encam de hejmareke pir mezin ji xelkê Kobanê koçberî Turkiya bûn û ji bo sivikkirina tengasiya koçberên Kobanê bi biryareke serokê Kurdistanê dergeh ji wan re hatin vekirin daku werin Başûrê Kurdistanê û li welatê xwe pêşwazî li wan were kirin. Cihê destnîşankirinê ye ku berê jî zêdetir ji 200 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hebûn ku li kampên parêzgehên Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Duhokê hatibûn bicihkirin. Her vê yekê kir ku xelkê Kobanê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û hatina wan berdewame û hejmarek ji wan li kempa Gewîlan hatine bicih kirin, tîma Kovara Gulan seredana koçberên Kobanê kir di wê kempê de û ji nêzîk ve deng û daxwazên wan bîst.
Gewîlanê xelkê Kobanê berhemêz kir
Destpêkê koçberên Kobanê behsa rewşa xwe ya xerab kirin li Turkiya ku hukumeta Turkiya û rêzistinên nêvdewletî pir dereng û bi astekî kêm alîkarî gehandin kurdên wî bajarî di demekê de pir zû ji aliyê Rêxistina Xêrxwazî a Barzanî ve wek yekemîn rêxistina xêrxwazî alîkarî gihandin bajarê Kobanê, paşê koçberan anîn ziman ku dema wan bihîstî dergehê sinûrî Îbrahîm Xelîl ji bo koçberên Kobanê vekiriye, wan yekser berê xwe dan Îbrahîm Xelîl û bi pasan ew ji wir gehandin kempa Gewîlan, li nav kampê jî paş ku navê wan tê nivîsandin û cihê wan tê destnîşankirin ku çadir û cihê destavê û germav û av û eletirîk têdeye, paşê firaq û tiştên nav malê û pirti û xwarin û şîrê zarokan û kinc ji wan re hatin peydakirin.
Hatina koçberên Kobanê di demekê de bû ku Herêma Kurdistanê di rewşeke giran a darayî re derbaz dibe û Bexdayê dorpêçeke aborî li ser xelkê Kurdistanê meşandiye, ji aliyekî din ve her ku diçe hejmara koçberên Îraq û Rojava ber bi zêdebûnê ve ye ku niha hejmara wan gehiûtiye milyonek û 200 hezar kes, bi vê jî Herêma Kurdistanê ji bilî ku cihê pêkvejiyan û lêborînê ye di navbera ol û netewan de, niha bûye cihek ji bo bihana çûn û koçber û awareyan.
Ebdulrezaq Yosêf ku welatiyekî xelkê Kobanê ye û bi xêzana xwe re li Kempa Gewîlan bicihbûye, got: ((Paş ku em ji Kobanê bi sedan kîlo metro meşiyan ji bo bigehin bajarên Turkiya û em pir westiyan û zarokên me nexwaşbûn, hemû koçberên Kobanê li Turkiya di rewşeke derûnî xerab û nexwaş re derbazdibûn, lewra her dema me bi biryara serok Barzanî derbarê vekirina sinûrê Îbrahîm Xelîl di rûyê koçberên Kobanê de bîstî, me yekser berê xwe da Başûrê Kurdistanê li vir jî ez pir sipasiya rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê dikim ku pir zû bi hawara xelkê Kobanê û Rojavayê Kurdistanê hatin û cih û hemû pêdiviyên destpêkî ji me re peydaakirin)).
Azad Qasim wek welatiyekî din yê Kobanê ku li kempa Gewîlan bicihbûye, destpêkê behsa helwêsta neteweyî a cenabê serok Barzanî kir û got: ((Ez sipasiya serok Barzanî dikim ku biryar da dergehê Kurdistana Başûr li hember koçberên Kobanê vebibe û em rizgarkirin ji ew nexwaşiyên çend roje li Turkiya em ketibûnê, ev helwêsteke neteweyî ye û me her ev omêde ji cenabê wî dikir)).
Tevî ew bargiranî û rewşa çetin ku Herêma Kurdistanê têre derbaz dibe lê zû jî dezgeh û wezaretên Herêma Kurdistanê paş banga serokê Herêma Kurdistanê haziriya xwe derbirî ji bo pêşwazîkirina koçberên Kobanê, li kempa Gewîlanê ji bilî hemû pêdiviyên eletirîk û av û arav hevdem bingehên tendrustî û dibistan û ofîsên rêxistinên xêrxwazî jî têde ne, derbarê çawaniya pêşwazîkirin li xelkê Kobanê ji aliyê dezgehên li kempê bi taybet paş ku wan li Turkiya bi sedan kîlo metro bi piyan birîne û pir reht û helakbûne heta geheştine vê kempê.
Diyar Adil Mihemedî temen 30 sal bi hevjîna xwe re ji Kobanê derketiye û niha li vê kempê bicih bûye behsa şêwazê pêşwaziyê û peydakirina pêdiviyan kir û got: ((Dema em nû gehiştin Başûrê Kurdistanê hukumeta Herêma Kuridstanê û dezgehên xêrxwazî alîkariya me kirin û xwerin û vexwerin û pêdiviyên serekî yên jiyanê ji me re peydakirin)), hevdem hevjîna vî xortî tevî sipasîkirina hukumeta herêmê çend daxwazî jî hebûn bi taybet derbarê kişandina eletirîkê bo hinek çadiran û qîrkirina kolanên li nav kampê ku li gel hatina werzê zivistanê rastî westiyanek zûr dibin.
Jineke dan bi omir ya Kobanê sipasiya ((camêrî û sexaweta xelkê Kurdistanê û serokê wan kir)) ku bi vî şêwazî pêşwaziya xelkê Kobanê kirine. Eliye Şêxo ku temenê wê di ser 80 salî re ye, hên jî bi hizreta Kobanê ye û meraza vegera nav axa bav û kalan dixwast, wê bi dilxemgîniyek zor destpêkê behsa cihê xwe kir û paşê sipasiya serokê Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir ku bi hawar xelkê Kobanê hatin, û got: ((Dema em li Turkiya bûn, me pêwendî bi mirovên xwe yên li kempên Kurdistana Başûr re kir û wan ji me re gotin ku xelkê Kurdistanê alîkarî û pişevaniyeke baş ji me re kirine lewra me berê xwe da Kurdistana Başûr û li vir em hest bi tenahiyê dikin)).
Emanî Xelo wek dayikekê derbarê peydakirina şîr û şoşê şîrî zarokan û pêdiviyên din yên zarokan got: ((Tirsa me ji wê yekê bû ku zarokên me ji dest me herin, çûnkî li Turkiya em di rewşeke pir xerab de bûn û rewşa wan a tendrustî û derûnî ne baş bû, em sipasiya karbidestên kempê û rêxistinên xêrxwazî dikin ku kinc û pêdiviyên şoşe û şîrê zarokan ji me re peydakirin)).
Daxwazî û pêdiviya Kobanê li kempa Gewîlanê
Di dirêjiya seredanîkirin û axaftina li gel koçberên Kobanê li kempa Gewîlan û sipasiya xelkê ew bajarê xweragir ji bo xelkê Kurdistanê û serokê wê, hevdem ku ew li Turkiya di rewşeke nerihet û tendrustî a xerab debûn, piraniya wan tekez li wê yekê dikir ku rewşa wan a tendrustî û derûnî ne baş elewra wan pir daxwazî û pêşinyar hebûn ji bo baştir kirina rewşa jiyana wan, her di wê derbarê de Eyşe got: ((birêvebirina jiyanê di nav çadiran de karekî girane bi taybet digel hatina werzê zivistan û sermayê, lewra ez daxwazê dikim kabîne yan tenê odekê ji me re çêkin çûnkî li dema ba û boranê çadirên me ji nav diçin û vêxistina sobeyan jî tirsa agirvêketinê heye)).
Rêya serekî a kempê ku dûr e ji rêya serekî a navbera (Kelek – Berdereş) ne qîrkiriye û li dema baran barînê hatûçûna otombêlan jî bi zehmet dibe, heta li nav kampê rêyên serekî û kolan ne qîrkirîne. Di vê derbarê de Mihemed Adil bi rêya kovara me daxwaz li karbidestên kampê kir ku qîrkirin yan xîz kirina kolanên nav kampê di bernama wan de be ji bo ku koçber helaknebin, ev welatiyê Kobanê daxwaz kir ku dibistan ji bo zarokan werin vekirin daku ji xwandinê bi paş nekevin çûnkî li gor axaftina wan çêdibe şerê di navbera Kurd û DAIŞê de dirêjbike û ew demeke dirêj li vir bimînin. Her di derbarê daxwazî û pêwîstiyên jinên Kobanê wan pir tekez li bingehên tendrustî û başkirina çareserî û anîna bijîşkên jin kir. Ebdulletîf û Ebdulrezaq Yosêf daxwaz ji serokê herêmê kirin ku karê îqameyan were asankirin û rê bi xortan were dayîn ku biçin nav bajaran ji bo karkirinê, pêşinyar jî kir ku nivîsîngehên kar li kampan ji bo kurdên Rojava werin vekirin, çûnkî pêwîstiya wan bi kar heye. Ji aliyekî din ve li nav kampê hejmarek ji xortan daxwaz ji rêxistinên xêrxwazî kirin ku zêdetir giringiyê bi xizmetguzariyên bajêrvanî û elektrîkê bidin û aliyê tendrustiyê jî neyê piştguhkirin bi pêwîst jî zanîn, ku hana xelkê Kurdistanê were dayîn ku şêwazê alîkariyan ji kinc û pêdivî û tiştan biguhêrin ji bo komkirina alîkariyên diravî daku jiyana koçberan li nav kampan bi wan alîkariyên diravî ji çadiran bo kabîne yan dirustkirina odeyan were guhartin.