Dîmena koçbûna xwîşk û birayên Êzîdî; îradeya Pêşmerge û sengeran bihêztir kir
Li mîhwerê Şêxan – Şelalat fermandeyên serbazî yên pêşmerge behsa pêşketinên pêşmerge û bidestxistina pir ji ew gund û navçeyan kir ku di bin destê terorîstên DAIŞê de bûn li enyên pêş şerê giran di navbera nîşandarên pêşmerge û çeteyên DAIŞê de diqewmî.
Li nêzîkî gundên Noran û Barîme hejmarek ji pêşmergeyên xwepexiş ji me re gotin: (Em bi can û xwîn parêzgariyê li kurd û axa Kurdistanê dikin û rênadin kuştina kurd û qirkirina pêkhate û kêmolên kurdistanê).
Hejmarek ji pêşmergeyên tayê 20ê Partiya Demokrata Kurdistanê ku di pêşrewiyê de bûn bo sengerên pêşve behsa neberdiyên pêşmerge dikir li hember pêşketîtirîn çek û amîrên serbazî yên Emerîkî û welatên pêşketî şerdikirin, ev jî piştî ku terorîstên îslamî yên tûndrew li 12 fîrqeyên îraqî bi destxistin, efserekî topçî ku serpereştiya yekeyeke topxaneya pêşmerge dikir sipasiya serokê herêma kurdistanê kir li ser gîştina çekên giran û topên pêşketî.
Hejmareke awareyên Êzdî û pêkhatên din yên Şengalê û derdorê ku di dibistan û mizgeft û heykelên avahiyên netemambûyî de li komelgeh û navçe û qezayên parêzgeha Duhokê dabeşbibûn ji kovara Gulan re gotin: (Êzîdî wek pêkhateyeke resen a kurd rastî hovtirîn reşkujî hatiye li ser destê ew taqimê çekdarên tûndrew û qurbanî û ziyaneke mezin dîtin bi astekî ku pir jin û mêrên me jî êserûşûnin û ji aliyê ew gropên îslamî yên tûndtîj ve hatine revandin).
Welatî Silêman Hesen behsa wê yekê kir ku xîlafeta îslamî li Îraqê biryardaye ku her kurdekî êzîdî nebe musliman bikujin, li perestgeha Lalişê ku zêdetir ji 700 xêzan pena bo birine di rewşeke xeraba jiyanê de neû tu girentiyek li ser tenduristiya wan tunebû wan ji me re ragihand ku ew bi çi şêweyekî destberdarî kurdbûn û ola xwe nabin û baweriya wan jî bi pêşmerge heye ku cihên wan azadbikin ku çekdarên DAIŞê ji destê pêşmerge derxistin û dagîrkirin.
Li parêzgeha Duhokê jî welatî Celîl Silêman ku awareyê Şengalê ye û di avahiyeke heykel de ew û xêzana xwe dimînin ji me re gotin: (Berpirsên Hukumeta Herêmê û rêxistinên Kurdistan û nêvdewletî wek pêwîst bi hawara meziniya karesatê ve nehatin di demekê de 500 hezar kurdên êzîdî aware û derbederbûn).
Piraniya awareyan daxwaza azadkirina qeza û gundan dikirin ji dest gropa tekfîrî û gerentiyeke nêvdewletî dixwastin.
Babe Şêx Xirto Merceê Olî Yê Gîştî Yê Êzîdiyan Bo Gulan: Em pir sipasiya helwêsta serok Barzanî dikin ku penageh û palpiştiyeke mezin a kurdên êzîdî û hemû pêkhate û kêm olên din yê kurdistanê ye
Rêzdar Babe Şêx Xirto merceê olî yê gîştî yê êzîdiyan amaje bi rolê cenabê Mesûd Berzanî serokê Kurdistanê kir di parastina êzîdiyan û parastina kiltorê bihevrejiyanê û bi hawar çûna bi dehan hezar kurdên êzîdî û rûbirûbûna ew çekdar û gropên ku kurdên êzîdî komkuj dikin.
Di vê derbarê de ji kovara Gulan re ragehand: (ji xwedê dixwazin serûmalê kurdên êzîdî û hemû pêkhat û kêmolên din yên kurdistanê biparêze û me ji vê tengiyê derbazbike, ev ne cara yekemîne ku pêkhateya êzîdî tê komkujkirin û sitem lê tê kirin çendîn care ji ber ol û kurdbûna wan rastî qirkirinê tên.)
Di dirêjiya axaftina xwe de merceê giştî yê ola êzîdî amaje bi helwêsta serok Barzanî kir û got: (Bi navê kurdên êzîdî e pir sipasiya helwêsta kurdane ya serok Barzanî dikim ku penage û palpiştiyeke mezin a kurdên êzîdî û hemû pêkhate kêmolên din yê kurdistanê ye, em ji xwedê dixwazin Barzanî û hemû aliyên din bi yekgirtî bikarin temama ew navçeyên kurdistanî yên êzîdî lê dimînin ji destê terorîstan rizgarkin û kurdên êzîdî biçin ser mal û warê bav û kalên xwe û pêşmergejî gerentiya parastina wan navçeyan be).
Merceê olî yê êzîdî daxwaz ji hukumeta herêmê jî kir hemû şiyanên xwe bikarbînin ji bo rûbirûbûna ew tengeyiya penaberên êzîdî têre derbazdibin hevdem derman û xwerin û komekê bigehînin ew awareyên li çiyayê Şengalê û navçeyên dagîrkirî yên Şengal û derdorê hatine dorpêçkirin.