• Monday, 20 May 2024
logo

Silêmanî: 50 leşfiroş û parsekçî hatin girtin

Silêmanî: 50 leşfiroş û parsekçî hatin girtin
Serokê lijneya bidûvçûnê diyardeya parsekçiyan aşkira kir ku di dema borî de zêdetir li 50 kes ji ber karê parsektiyê hatine girtinû hindek jî ji ber karê din ku bi gotina welatiyan ew kes bi navê parsektiyê karê leşfiroşî jî dikin.

Serokê lijneyê li wezareta karûbarê civakî ya hikûmeta Herêma li bajarê Silêmaniyê Kurdistanê Emîr Ebdula ji Xendanê re got: "Di dema borî de heşt çalakî bo kêmkirina diyardeya parsektiyê encam dane çûnkî diyare diyardeya parsektiyê nayê tunekirin û ev diyardeye li hemû cîhanê heye.Elî cext kiriye ku berya demekê zêdetir li 50 kesan li dema parsektiyê de hatine girtin û ew ji li ba trafîkan û mizgeftan û şûnên giştî siwaltî dikirin û piştre jî lijneyên wan hemû girtine û birine navendên polîsan."

Ji aliyekî din ve îro duşeme 1/4/2013`an welatiyekî akinciyê taxa Rizgarî ya bajarê Silêmaniyê bi rêya telefonê ji Xendanê re ragihand ku çend kesek bi sedema parsektiyê hatine mala wan û xwestine diziya malê bikin lê ji ber ku hevjîna wî li mal bûye nekarîne wî karî bikin.

Serokê lijneyê aşkira kir ku: "Li navçeya pîşesazî ya bajarê Silêmaniyê hindek kes hatine girtin li gor gotina welatiyên navçeya pîşesaziyê ew kes bi navê parsektiyê karê leşfiroşî dikin."

Xendan
Top