• Monday, 20 May 2024
logo

Hîndistan: 8 kes destdirêjiya seksî bi ser jineke Siwêsrî dikin

Hîndistan: 8 kes destdirêjiya seksî bi ser jineke Siwêsrî dikin
Polîsê Hindistanê aşkira dike ku li wîlayeta Biradîş ya li nîverasta wî welatî, heşt kes destdirêjiya sêksî dikin ser jineke geştyar ya Siwêsrî ya temen 39 salî û li mêrê wê jî dixin.

Îro şeme 16`yî adarê ajansa Hindistan Tirst belav kiriye ku fermandeyê polîsê navxwe Sî Ês Solankî ragihandiye ku ew tawan li gundekî nêzîkî bajarê Datya di derengiya şevê rûdaye û ew du welatiyên Siwêsrî matorsiklêtek pêre bûye ji bo ku ji Ewtça berve Siyonda ve biçin li wan bûye şev û çadira xwe li nêzîkî wî gundî vegirtine.

Fermandeyê polîs gotiye: Ew kesên ku êriş kirine hejmara wan 8 kes bûne û destpêkê li mêrê jinkê xistine û piştre jî destdirêjiya jinkê kirine û hemû tiştên wan jî birine.

Her weha ajansê belav kiriye ku di sala 2011`an de destdirêjiya seksî gihîştiye 24 hezar û 206 rûdanan, lê belê di 2012`an de hîna amar nehatine bi cî kirin.

Xendan
Top