Peyva Mesûd Barzanî di Perlemana Kurdistanê de
Xwîşk û birayên birêz, Zor zor sipasiya we dikim û cihê xweşhaliya min e ku we ev derfet ji min re rexisand.
Zor sipas bo birêz serokê perleman Kurdistanê û desteya serokatiyê, pîrozbahiyeke gerim li serok û desteya serokatî û perlemanter û firakisyonan dikim û daxwaza serkeftinê bo we dikim, ez dixwazim ji were rabigehînim ku em dixwazin û çaverêya wê dikin ku xweştirîn peywendî di navbera me de hebe ji niha û pêde û em di hemû gavan de bi hev re bin û herwiha dixwazim ji were rabigehînim ku bo me hemûyan perleman cihê lê vegerînê ye.
Birêz cenabê serokê perlemanê, perlemanterên birêz, gera vê carê a perlementoyê xelkê kurdistanê hêviyeke mezin pê heye û hêviyên mezin jê dike, omêdewarin ku perleman vê carê aktîv be di çavdêrîkirina hikumetê de û herwiha di pesendkirina yasayên ku di xizmeta xelkê kurdistanê de ne, min bi pêwîst zanî ku bêm vir daku nêrînên xwe li ser rewşa niha ku bi ser navçeyê de hatiye û herwiha we agahdarkim li ser wan gavên ku hene û hatine encam dan, win agehdarin ku paş sala 2003ê ku rejîma Beis hilweşiya herêma Kurdistanê û xelkê kurdistanê bi giştî rolekî pir serekî dîtin di hilweşandina rejîmê de û herwiha di hewleke pir cidî de bûn da ku Iraqeke federal a demokrat û fere hizbî bê avakirin, bi cenabê serok Mam Celal û serokê aliyên din re em çend caran çûn Bexdayê û me hemû hewlên xwe bi aliyên birayên din yên erebên sune û şîe û aliyên din re kirin daku em yarmetiya wan bikin, ji me re gotin ezmûna Kurdistanê di jêr deshelatiya we deye daku Îraqeke nû avabikin Îraqek ku cihê hemû kes û takekî tê de xuya be, lê mixabin paş 10 sal ji çaverêkirinê roj bi roj rewş xerabtir bû, raste destûrek hat danîn bo Îraqê li sala 2005ê û kurdan rolekî serekî dîtin di nivîsandina wê destûrê de, her çiqas ku ne bê kêmasiye, lê bo wê serdemê û bo wê demê ji wê pirtir nedihat kirin, bo demekê rewş bi aramî bi rê ve çû lê paş ku deshelata Bexdayê xwe dît ku bi rastî şîyan li ber deste û şiyanên leşkerî yên mezin ketine ber destê wan ne ku tenê pêgîrî nekir belku paşdeçûneke wiha kir ku dijminatiya kurd û kurdistnê têde eşkeretir bû.
Ji aliyê ewlehî û leşkerî ve rêkeftinên di navbera me de hebûn, cêbecê nekirin, win bi xwe zanin ku mada 140 hat paşxistin û pirsa neft û gazê her giringî pê nedan, pirsa pêşmerge jî her em behsê nekin, rêkeftin wê demê bi wan û emrîkiyan re ew bû ku para pêşmerge ji çek û teqemeniyan ew bidin û pêşmerge beşek bû ji dezgeha bergirî ya Îraqê, beşeke pir ji wan çekan anîn li bingehê Tacî danîn da ku ji bo pêşmergeyan wer in veguhastin bo Kurdistanê, lê deshelata Bexdayê nehîş bigehin kurdistanê û Emerîka jî nikarî tiştek bikra û ta niha em nizanin ka ew çek çi lê hatine, ketin destê DAIşê yan ku ve çûne em jî nizanin. Lê nehîştin yek fîşek bo pêşmerge bê şandin.
Pirsa madeya 140 me çiqas caran hawar kiriye, her piran digotin mada 140 xelas mir, li ser pirsa neft û gazê li sala 2007ê me li ser projeyekê li hev kir ku mulheqek jî hebû heger meha 5 2007ê ev yasaye li perlemanê nehat pesend kirin wê demê herêm û hikumeta federal mafê wan e rêkeftinan îmzebikin û neftê derxînin bi kompaniyên derve re, yanê me tiştek nekir bê ku destorê da hebe yan li hevkirin li ser hatibe kirin. Me pir hoşdarî dan ku rewş ber bi takrewiyê ve neçe lê mixabin bi cidî wernegirtin heta geheşte îro ku em dibînin niha Îraq (çêdibe bi me ne xweş be jî ku em bêjin) lê Îraq perçe perçe bûye em li Herêma kurdistanê ne berpirsê wê perçekirinê ne, siyaseta şaş a deshelatdarên Bexdayê sedema wê rewşê ne ku hate serê Îraqê, ne hesab ji şîe re kir ne hesab ji sune re kir ne hesab bo kurd kir, ji koma teqrîben 16, 17 firqeyên leşkerê, Îraqê niha 12 ta 10 firqe ji nav birin, înca dixwazin têkin stûyê kurd siyaseta wan ya şaş bo sedema ku bi ser nekevin ji aliyê siyasî ji aliyê ewlehiyê ji aliyê eskerî ji aliyê xizmetguzariyan û ji aliyê abûrî û li cihê ku danpêdanê bi feşela xwe û şikestina xwe bikin tên li hiceta digerin û ji hemûyê asantir ji wan re ew e ku werin kurdan tometbarkin û bêjin kurd sedama vê ne, ev rewşa ku niha rûdaye bi taybet li ser Musilê rewşeke nû li Îraqê dirust kiriye û pir zehmete ev rewşe carek din vegere wek berê, renge ew wiha hest dikin ku kurd henekê xwe bi wan dikin, lê tu caran me ne xwastiye ne xwîna şîeyan birjê û ne ya suneyan birjê…zanyarî li ber destê me bûn ku ev terorîstane ji Sûriya ve li başûr rojavayê Mûsilê cihên xwe çêdikin û rahênanê dikin û serbazgeh çêkirine û çekan tînin û pir çek li Sûriya jî bi dest wan ketibû min ev zaniyarî dane şexsê cenabê Malikî û wezîrên wî û seyid Emar Elhekîm paşê bi telefonê min bi xwe jî jê re got tu mijolî Enbar û Feloceyî û te Mûsil jibîr kiriye, min jê re got rewşa Mûsilê pir xetrtire, ew ji me re jî xetere û ji we re jî xetere û hên wan xwe li wir bi cih nekiriye gerek operasyonek were encamdan daku ew li wir bi hêz nebin, li hinek cihan gotin kurd dixwazin hêza xwe li wan navçeyan belavbikin û wan navçeyan jî dagîr bikin, Malikî ji min re got bila çavê te li kurdistanê be cihên din hemû di bin kontrolê de ne.
Derbarê herêmê de siyaseta me eşkereye ku bi hemû şêweyekî em dijî teror û terorîstan e, lê gereke ev were cudakirin ku sune hemû ne terorîstin, em nabin beşek ji şerê taîfegerî, em ne şerê şîeyan dikin û ne şerê suneyan, lê siyaseta vî biraderî wiha kir ku li nav suneyan terrorist bi hêz bin li nav şîeyan jî herwiha aliyên tûndrê cihê xwe girtine û ew ên nerim û baweriya wan bi hev re jiyanê heye teqrîben çi deshelateke wan nemîne, lewra heger gilî li kurdan were kirin, em ê jî vê pirsyarê bikin ka em çi bikin..ez behsa berê nakim ez behsa ev deh salên dawiyê dikim em 10 salan li bendê bûn.. roj bi roj rewş xerabtir bû yanê ka em ê deh salên din li benda çi bin, gereke em hizir di pêşeroja xwe de bikin.
Demê ku yek takrewiyê peyrew dike û hemû biryaran bi xwe bide gereke tehmola encamên şaşiyên xwe jî bike, ew a li Mûsilê rûda ne tiştekî biçûk bû sedem jî ne ew bû ku bêjin terrorîst ewqas bi hêz bûn, li gor zanyariyên li ber destê me terorîstan tenê dixwastin zindana Badoş bi dest xin û girtiyan jê derxin, wan nizanî ew ji navçûne wê çêbibe lê fermandarên hêzên Malikî li Mûsilê ku malikî ser fermandarê hemû hêzên leşkeriye, dema ku hinekî zext li ser baregeha Gezlan zêdebû ew revîn, dema revîn leşker ji nev çûn û hatin ba pêşmerge û li pir cihan xelk bi xwe çûn ser bingehên leşkerî çekdarên DAIşê hemû ji 2000 kes zêdetir ne bûn, li kuderê 2000 kes karîn di 24 demjmêran de ta Tekrît biçin û hemû wan cihan bi dest xin.
Bê goman DAIŞ jî ne bi tenê ne teqrîben 10, 15 rêxistinên din hene Besî ne Artêşa Neqiş bendiye û Artêşa Muhemed Artêşa Mucahidîn in û çi goman tê de tune ye ku mumkune bi xwe jî di nav hev de şer di navbera wan de derketibe, Malikî yek fermandê leşkerî bi şêweyekî yasayî danenî ye, ku pêwîst bû li civata wezîran fermandeyê leşkerî bata destnîşan kirin û perleman pesenbike û serok komar îmze bike, yek ji wan fermandeyan bi vî şêweyî ne hatiye danîn hemû bi fêleke qanûnî wî bi xwe danîne û niha jî werin gileyîyê li herêma Kuridtanê bikin û bêjin ku ew bûne sedema ji nav çûna vî leşkerî bi rastî ev bêbextiyekî pir mezine, gilehiya wê tê kirin ku pêşmerge hatine ew cihe bi dest xistine û li ew navçeyên kurdistanî yên ne di bin deshelatdariya îdareya herêmê de yan heta navçeyên din pirsyar ew e, pêşmerge çi kiriba başbû bila rawestîna heta ku DAIŞ ew navçe bixistana bin destê xwe û ew xelk ji wir derxistana. Bo zanyariyên we 4 roj berî ku Mûsil bikeve destê DAIŞ ê dîsa ji wan re hat pêşinyar kirin ku pêşmerge amadeye hevkariyê bike daku Mûsil nekeve wan got na nabe pêşmerge hema nêzîkî Mûsilê jî bibin, ji ber vê ew bi xwe berpirsyarin ji ber ev a hatiye serê wan.
Pir kes renge wiha dibîne ku pêşmerge paş 9 hezîranê ew navçane bidest xistine, ne wiha ye her paş 2003 pêşmerge li Kerkûkê bû li Xaneqînê bû li şengalê bû li Mexmûrê bû li hinek cihan pêşmerge bi tenê bûn li hinek cihên din leşkerê Îraqê bi tenê bû û li hinek cihan bi hev re bûn, li ew cihên ku leşkerê Îraqê bi tenê bûn û revîn pêşmerge çûn ew navçane xistin bin destê xwe lê cihên din her di bin destê pêşmergan de bûn, niha em bi dirêjiya 1050 km hevsinûrin ligel cîranekî din, ligel dewleta nû, ew li cem me terrorist bin yan her tiştk lê dîfakto ew e ku em niha bi hinek kesên din re hevsînûrin, tenê 15 km sinûrê me bi hukumeta Iraqê re maye ew jî li aliyê Neftxane li herêma Xaneqînê. Eger pêşmerge ev nekiriba niha wê karesat du qatkî mestir ba, li aliyekî din nîv milyon koçberên din hatine û niha bûne barekî pir giran li ser herêmê, niha teqrîben yek milyon koçber li herêmê hene û ev jî erkekî pir pir girane ku hatiye ser herêmê û ev ji bo xelkê kurd û kurdistanê cihê serbilindiyê ye çûnkî bi rastî ev bûye cihê pesnê li ser astê cîhanê û hemû dunya bi çavê rêzê ve li kurdistanê temaşe dikin ku bûye cihekî tena bû xelkên lêqewmî. Ew ên gazindan ji me dikin ku em bûn sedem ku li Mûsil ev rûbide em ji wan dipirsin gelo li Remadî û feloce çi heye.
Niha rewşek nû heye ew navçeyên ku derveyî rêvebiriya kurdistanê bûn niha hemû di bin kontrola pêşmerge de ye û ez bi hemû baweriya xwe ji wan xwîşk û birayên berêz re çi ereb çi turkman çi kildan çi aşûrî li wan navçeya dibêjim, gereke em bi hev re jiyanek wiha avabikin ku bibe nimûne ji bo hemû aliyan, gereke em yeksan bin di erk û mafan de, niha dibêjin na, madeya 140 madeyek destûrî ye û em berevaniyê li yekperçeyiya Iraqê dikin û gefan li me dikin, berî niha digotin mada 140 miriye û temam bûye, em jî dema em dibêjin madeya 140 temam bûye. Bi wê watayê tê ku pir qûnax temam bûne, mesela refrandomê maye ku ew xelke biryara çarenivîsa xwe bide lewra ez dibînim gereke perlemana berêz gereke vê rewşê bixwîne ku çawa vê gave bavêjin, berovajî heger ew alî li benda wê ne ku bi zorê wan navçeyan bi dest xin ez dibînim wê xwe bixin şaştiyeke pir mezin, pêşmerge li wan navçana ye ji bo parastina xelkê wan navçan û pêşmerge li jêr zextên tu aliyan de venakşe .
Siyaseta şaş a wan Îraq perçe perçe kir. Sedem ne kurd bûn, behsa wê dikin ku nabe kurd biryara çarenivîsa xwe bide û ev yek berovajî destûrê ye, baş e ka em vegerin destûrê, ez behsa tiştekî nakim ku derveyî destûrê be, destûr dibêje (pabendbûn bi destûrê misogeriya mana Iraqê ye bi yekperçeyî), em ê bi dehan tiştan bînin ku ew pabendî vê destûrê nebûn,
bi çi destûrekî bi çi heqekî bi çi yasayekê, ew hemû tişt li dijî xelkê kurdistanê kirin, lewra em her tiştekî bikin em dibêjin destûrê ew mafe daye me, çûnkî heger ew pabendî destûrê nebin destûr misogeriya yekîtiya îraqê nake, bila kîjan rêxistineke nêvdewletî dibe bila bibe werin ka me pêgirî bi destûrê nekiriye yan wan, yekgirtina arezûmendane nebe bi ser nakeve û perçekirina arezûmendane jî bi ser nakeve, du nimûneyên zindî jî Elmaniya û Çîkoslofakiya ne, elmaniya bi zorî hat perçekirin paş çel salan bûn yek çûnkî ne li gor arezûya xelkê bû, çîkoslofakiya du milet bûn bi zor ê bi hev ve hatin girêdan û dewletek ji wan dirustkirin dîsan jî paş çel salan ji ber ku bi zorî bi hev ve hatibûn girêdan, ji hev cuda bûn. Gereke ew dersekê ji wan ezmûnan bistînin, ew nikarin zorê li Kurdistan û xelkê kurdistanê bikin û bêjin nabe gerek win her bi hev ve bin, vê perlemanê li sala 2003 yê biryar da ku em ê ligel Îraqê dewleteke federal avabikin, lê em dibînin ku wan ev Îraqe hilweşand.
Bila ew giliyan li xwe bikin nabe giliyê li xelkê kurdistanê bikin û ev yek nayê pejrandin . Her wek min got em nakevin şerê taîfegerî û em ê bergiriyê li sinûrên herêmê bikin û heta çarenivîsa me yekalî dibe em ê bi biratî hewil bidin alîkariya birayên xwe şîe û sune bidin daku ji vê kirêzê derkevin, lê birastî xelkekî ku baweriya wan bi hev re jiyanê hebe baweriya wan bi demokrasiyê hebe baweriya wan bi destûrê hebe nikarin digel van kesan bijîn ku Îraq têkdan. Bi wê siyasetê ne karîn terorîstan ji nav bibin û ne karîn yekrêziyê di nav Îraqê de çêkin û di encamê de dibêjin ev hemû şaşiya xelkê dine û wan bi xwe jî çi şaşî nekirine.
Em niha di rewşekê de ne gereke em çibikin, renge ew pirsyare li cem we dirust bibe ka helwêsta derve çiye li hember mafê çarenivîsa me wek Kurd, berê qedexe bû ev yek bata baskirin kes ne amade bû guhê xwe jî bidinê, niha nermbûneke pir heye û cuda ye ji welatekî ta welatekî din, lê encam gereke em bizanin ku em xelkê kurdistanê, em ê wê biryarê bidin ne kesekî din lewra ez bi pêwîst dizanim vê pêşinyarê pêşkêşî we bikim ku lez bê kirin di damezrandina komisyona serbixwe ya helbijartin bo Kurdistanê, ev gava yekê ye, duyem amadekarî bên kirin ji bo dest pêkirina refrandomê ji bo diyarkirina çarenivîsê ev yek helwêsta me bi hêz dike û çekeke bi hêz e di destê me de, lê ka ev çawa dibe, û gavên pêwîst çi ne. ev gereke win binirxînin û gavan bo bavêjin, lê dema wê hatiye em çarenivîsa xwe diyar bikin û ne li benda tu kesan bin ku ew ji me re diyar bikin, îsbat jî ji bo we, em tu carî nebûn tehdîd li ser cîran û derdora xwe, em fakterê xêrê bûn û em ê her wih jî bin û her wek min bas kir û min got em ê bi hemû şiyanên xwe alîkariya birayên xwe şîe û sine bin ji bo xelasbûn ji vê aloziyê, û di bingeh de mesela Iraqê meseleyeke siyasî ye û pirsa leşkerî di astê duyê de ye û ez li vir bi pêwîst zanim ku sipasiya yekhelwêstî û yekrêziya gelê kurdistanê bikim û siyasiyan û hemû cemawerê kurdistanê, çûnkî bi rastî ev mercê serketinê ye û ji her çekekî bi hêz tir û karîgertir e, sipasiyeke mezin bo hêzên pêşmerge ku carek din selimandin ku nifşê bi wefa û bi cergê yên vî gelî ne û niha bi 1050 km sinûrê herêma Kurdistanê diparêzin.
Ez piştrast dibêjim ku dustên me pirin piştevanên me jî pirin û dibe ku rîskek têde hebe lê wextek munasib e daku em ji cîhanê re bêjin em çi dixwazin û kes nikare gileyiyê li me bike û mesele ne ew e ku em dibêjin em ê niha hemû tiştan rabigehînin lê gereke em xwe amade bikin û ev amadekariye li vir tê kirin, ez li vir naxwazim zêdetir dirêj kim û dema we bistînim, ez sipasiya we dikim li ser guhdanê û rexsandina vê derfetê û em li benda rojin geş û xweşin înşala bo miletê me û zor sipas