• Monday, 20 May 2024
logo

Li Akrê 3 jinan xwe şewitandin

Gulan Media February 18, 2013 Civakî
Li Akrê 3 jinan xwe şewitandin
Ji destpêka meha sibata îsal ve heta niha li devera Akrê ya Dihokê, 3 jinan xwe şewitandiye.

Jêderekî ji nexweşxaneya tengaviyan a Akrê ji Rûdawê re got ku ji destpêka meha sibatê ve heta niha 3 jinan xwe şewitandiye.

Wî jêderî da zanîn ku şewata 2 jinan zêde ye û wiha axivî: “Çend roj berê jinekî xwe bi gazê şewitandibû û rêjeya şewata wê 90% bû ji ber wê jî me şand nexweşxaneya tengaviyan a Dihokê.”

Li gorî agahiyên jêderê han, roja 13.02.2013 jî jinekî xwe şewitand û rêjeya şewata wê 95% bû ji ber wê jî şandin nexweşxaneya tengaviyan a Hewlêrê.

Li gorî wî jêderî, 2 ji wan jinan “hatibûn şewitandin” û tenê yekê bixwe xwe şewitandibû.

Rudaw
Top