• Saturday, 18 May 2024
logo

Seredana Barzanî ji bo Erdenê stasyona yekemîn e ji bo çareserkirina kêşeyan

Seredana Barzanî ji bo Erdenê stasyona yekemîn e ji bo çareserkirina kêşeyan
Seredana Berêz Masûd Barzanî li ser dawayeke fermî ya celaleta şah Ebdulla ji bo Erdena Haşimî, pêşandana pêge û giraniya Barzanî û Herêma Kurdistanê ye ji bo çareserkirina tengasî û kêşeyên Îraq û navçeyê, ev seredana serok barzanî tenê çwar rojan paş encamdana helbijartinên Civata Nûnerên Îraqê bû, di demekê de bû ku hên encamên destpêkî û nefermî yên helbijartinan zelal nebibûn, ev jî wê watayê dide ku li ser astê Herêmî û navçeyê û Rojhilata Naverast pêge û giraniya serok Barzanî têkilî bi encamên helbijartinan ve tuneye, lê ji ber ku helbijartin bingehekê amadedikin ji bo danûstanan ji bo çareserkirina kêşeyan û encamdana gorankariyan di hevkêşeya siyasî ya Îraqê de û ev gorankariye jî kartêkirinê li hevkêşeyên Herêmî dike ji ber ku hevkêşe bi hevduve girêdayî ne, wiha giringîdan bi boçûnên Barzanî ji bo çawaniya çareserkirina kêşeyan û hewildan ji bo peydakirina aramiyê li Îraq û navçeyê cihê giringiyê ye li cem wan dewletan ku yekser têkilî bi Îraqê re hene yan berjewendiyên hevbeş li gel Îraqê hene.

Aliyekî din yê ew pêşwaziya şahane ku li serokê Kurdistanê hatkirin û li kêleka ala şahnişîna Erden û komara Îraqê alayê Kurdistanê jî hatibû hildan, ev wê watayê dide ku alayê ku rojekê ji rojan dewletina bitaybet dewletên Erebî wek sîmbola nearamiyê temaşedikirin, niha wek sîmbola aştiyê û aramiyê û bihevrejiyanê rêzê lê digrin û dema pêşwaziyê li serokê wê dikin alayê Kurdistanê li pişt wî dîtînin, ev pêşveçûnên mezin ku carekê bo carekê di seredanên Herêma Kurdistanê de têndîtin, nîşana wê yekê ye ku li ser astê herêmî û nîvdewletî siyaseta lojîkane ya serok Barzanî, Kurdistan bi nimûneyeke wiha nîşanî cîhanê daye ku cîhan hemû rêzê lê bigre, ji vê jî zêdetir nimûneyeke cuda ya hukimraniyê ye ku cîhan û dewletên herêmî û dewletên navçeyê ne di wê baweriyê de bûn ku ev nimûneya nû ya hukimraniyê li vê navçeyê çêbibe, lewra normale li dewletên cîhanê û dewletên navçeyê ev pirsyar dirust bibe, heger berêz Mesûd Barzanî serokê hilbijartî yê Îraqê baya û Îraq li ber ronahiya siyaseta wî ya hekîmane bihata avakirin, gelo Îraq niha wê bigehîşta kuderê û wê çiqas rengvedana wê ya pozetîv li ser rewşa giştî ya navçeyê û Rojhilata Naverast heba?



Ji aliyekî din ve û ji ber ku di dîroka hevçerxa siyasî ya temama navçeya Rojhilata Naverast, heta niha li ser destê çi serokekî piroseya avakirina neteweyê serneketine û ezmûna birêz Mesûd Barzanî di serketina piroseya bonyatnana neteweyê de yekemîn ezmûne li ser astê Rojhilata Naverast, lewra tiştekî normale ku navçe hemû pêwîstî bi ezmûna Mesûd Barzanî be, herwek çawa di salên nûdiyên sedsala bûrî de hemû dewletên Rojhilata Asiya pêwîstî bi serketina Lî Kiwan Yo hebûn li Sengefora û niha ji cîhan hemû wek pêwîstîyekê temaşe dikin û Barak Obama serokê Amerîka li ser dawî pirtûka Lî Kiwan Yo ya bi navûnîşana (Nêrîna Peyakî Ji Bo Cîhanê) nivîsandiye ((dema Lî Kiwan Yo daxife gereke hemû cîhan guhê xwe bidine axaftina wî)), wiha îro gavên berêz Mesûd Barzanî ji bo çawaniya çareserkirina kêşeyan û nîşandana îradeya neteweyî ya gelê Kurdistanê ji bo aştî û pêşketinê wê peyamê ji bo Rojhilata Navîn belavdike, dema Barzanî daxife , gereke Rojhilata Naverast hemû guhê xwe bidinê û mifayê jê bibînin.



Ev axaftinên ku di ev raborta kin de em derdixin ji wê yekê zêdetire ku hildana ser milan ya serokekî be ku kariye îrada neteweya xwe bi ciwanî nîşanî navçeyê û cîhanê bide û rêya aştiyê û rêya dirust ji bo bihevre jiyana neteweyên navçeyê diyar bike, ji ber ku serokekî bi şehdeyiya hemû cîhanê bikare bala navendên mezin yên vekolînan ta bi wî astî bikşîne, paş 25 sal ji enfal û kîmiya baran û jînosaydê, navendeke wek şîretgeha Waşintonê ji bo xwendina siyaseta Rojhilata Nêzîk tîmekê bişîne Kurdistanê ji bo xwendinê li ser wê yekê bikin, ka çawa li ser şewata jînosaydê ev ezmûna serketî hatiye berhemanîn û çawa wek nimûneyeke nû di rêza pirosên serketî yên cîhanê bê danîn daku cîhan hemû mifayê jê bibîne, ev cihê serbilindiya her takekî Kurdistanê ye, ji ber ku dema li ser şanoya cîhanê disekine neteweya wî bi şêweyekî îrada xwe xistiyegerê ku hemû cîhan matmayî kiriye, ew serokê ev yek dirustkiriye, ew pêşmergeye ku şîretgeha birokîngiz dema mîvandariya wî kirî nekarî wesfa wî bike û bi hazirbûna wî ragihand ((Mesûd Barzanî pêşmergeye, ji bo ew ên vî serokî nasnakin, giringiya vî serokî ji bo Rojhilata Naverast wek ya Parîsê ye ji bo Ferensa û rê hemû diçin cem wî.))

Lewra di seredana vê carê ya berêz serokê Kurdistanê ji bo şahinşîna Erdenê û kombûna wî bi celaletê Şa Ebdulla carek din ew axaftina şîretgeha Pirokîngiz dûbare kiriye, ku ne tenê hemû rê diçin cem Barzanî, belku ev seredana li ser merasîma pêşwazîkirina şahane ya şah Ebdulla ji me re dibêje, destpêka hemû rêyan ji Mesûd Barzanî ve destpêdikinû wek berêz Salih Qelab jî di gotûbêjeke taybet bi vê seredanê de ji me re got (Mesûd Barzanî ne tenê hêma û sîmbolê Kurd e, belku hîma û sîmbolê temama navçeyê ye.)
Top