• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Duhokê kesekî xwîşka xwe kuşt

Gulan Media February 11, 2013 Civakî
Li Duhokê kesekî xwîşka xwe kuşt
Rêveberê nehîştina gunehbariyê li parêzgeha Duhokê ragihand ku, ku duhî bûyera kuştinê li gundê Êtîtê ya ser bi parlzgeha Duhok`ê ve rû daye.

Raîd Îsmet Ferec bo malpera Xendan got: Piştî ku em hatin agahdar kirin ku jinek temen 40 salî li mala xwîşka xwe bi destê birayê xwe hatiye kuştin em berbi cihê bûyerê ve çûn, lê bikujê xwîşka xwe reviya û hîna ji aliyê polîsan ve ne hatiye girtin.

Her weha diyar kir ku çê dibe ev bûyer ji ber arîşeyeke civakî rû dabe.

Hîjayî gotinê ye ku, di van çend rojên borî de li gundê Kêve ya ser bi parêzgeha Duhok`ê ji ber arîşeyeke civakî kesekî din jî hevjîna xwe kuştibû.

Xendan
Top