• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Şengalê di demekê de keç û jinek xwe dikujin

Gulan Media February 10, 2013 Civakî
Li Şengalê di demekê de keç û jinek xwe dikujin
Li komelgeha Gohbel a li sînorê nahyeya Sinonê ya girêdayî qezaya Şengalê jineke 38 salî saet 08.00’an xwe darve kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî wê nîv saetê, keçeke 14 salî agir berda xwe û jiyana xwe ji dest da.

Temenê jina bi navê T.Ş. 38 e, dayîka du keçane û hevserê wê di şerê 8 salan ê navbera Îran û Iraqê de winda bûye. Kesekî nêzî vê jinê ku nexwest navê wî bê diyarkirin, ji Rûdawê re got: “T.Ş. nexweşiyeke derûnî hebû.”

Keçika 14 salî ya bi navê Ş.E jî agir berda bedena xwe û li nexweşxaneya lihewarçûnê ya Dihokê jiyana xwe ji dest da. Heta niha nayê zanîn ku ji ber çi xwe şewitandiye.

Berpirsê nivîsîngeha nehiştina şiddeta li dijî jinan li Şengalê Felah Hesen ji Rûdawê re herdu bûyer piştrast kir û wiha got: “Em li ser kuştina wan lêkolînê dikin û eve bûyera sêyemîn e di vê mehê de rûdide.”

Rudaw
Top