• Sunday, 19 May 2024
logo

Silêmanî: Kalekî 70 salî xwe şewitand

Gulan Media February 3, 2013 Civakî
Silêmanî: Kalekî 70 salî xwe şewitand
Duh 2/2, li gundê Kanî pîre ser bi bajarê Silêmaniyê, kalekî temen 70 salî di hewşa mala xwe de xwe dişewitîne û jib o lêkolînê termê wî dişînin pizîşka dadwerî ya Silêmaniyê.

Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmaniyê neqîb Serkewt Ehmed ji Xendanê re ragihand ku: "Danê serê sibeha îro 2/2, agahî gihîştin wan ku welatiyekî temen 70 salî li gundê Kanî Pîre li bajarê Silêmaniyê xwe şewitandiye, piştî gihîştina tîmên belgeya tawanê û polîsê hewarê yê bajêr bo cihê rûdanê lêkolîn hatin destpê kirin."

Ehmed ragihand ku li gor lêkolînên destpêkê derketiye ku wî zilamî xwe şewitandiye kesûkarên wî jî gotine tu kêşeyên wan digel de nebûne, her weha bo lêkolînên zêdetir termê wî şandine pizîşka dadê a Silêmaniyê.Xendan
Top