• Tuesday, 28 May 2024
logo

Dayîka zarokên xwe bi bivir kuşt

Gulan Media January 28, 2013 Civakî
Dayîka zarokên xwe bi bivir kuşt
Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê jina bi navê Fexirya Hamid, dema ku di xew de bû ji aliyê hevserê xwe ve , bi bivir hat kuştin. Hevserê wê ku berê xwe da Başûrê Kurdistanê, li ser sînor hat binçavkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê jina bi navê Fexirya Hamid, ji aliyê hevserê xwe ve di xew de hat kuştin. Mihemed Şêrîn ê ev demek e tadeyî lê dikir, dema ku Fexirya di xew de bû, bivir lê xist û ew kuşt. Mihemedê ku hevsera xwe kuşt, 2 zarokên xwe girt ba xwe û berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Mihemed, li ser sînor ji aliyê hêzên asayişê yên Dêrikê ve hat binçavkirin.


Birayê Fexriya Hamid diyar kir ku Mihemed bê kar bû û tim gefên kuştinê li Fexirya dixwar. Her wiha cîranan jî diyar kirin ku gelek caran Fexirya û Mihemed şer dikirin.

Rudaw
Top