Desthilata navendên nehîştina tundiya li dijî jinan zêde dibe
Seroka lêjneya parastina mafên mirovan li parlamentoya Kurdistanê, Geşe Dara ji Rûdawê re ragihand ku ji ber ku navendên nehîştina tundiya li dijî jinan desthilata wan a lêkolînê nîne parlamento dê protkola berê biguherîne û peyva “parastinê” lê navê wan navendan zêde bike.
Dara da zanîn ku navên wan navendan dê bibe “navenda nehîştina tundiyê û parastina jinan li hember tundiyê”.
Parlamentera hand a xuyakirin ku ev guhertin tê wateya ku êdî navendên nehîştina tundiya li dijî jinan, jibilî penahdayînê dê bixwe lêkolînê li bara rewşa jinên mexdûr bikin.
Ji aliyekî din berpirsê navenda parastina jinan li hember tundiyê, Serkeft Omer jî diyar kir ku ji bo vê yekê dê 10 ofîsên nû li seranserê Herêma Kurdistanê bên vekirin.
Rudaw