Li Hîndistanê jin di bin xetera destdirêjiyê de ne
Li gorî nûçeya rojnameya Îngîlîz a bi navê Daily Mirrorê, jina 21 salî ya navê wê nehat aşkerakirin, destpêkê rastî destdirêjiyê hatiye piştre jî ew fetisandine. Li gorî agahiyan di bûyera li herêma Noîda qewimî, jina ciwan piştî qetilkirinê hatiye tazîkirin û avêtine kêleka rê. Malbata jina ciwan, diyar dike ku keça wan roja înê piştî ji kargehê derketiye, xwestiye here mala xwe, revandine. Cesedê jina ciwan roja şemiyê hat dîtin.
Rudaw