• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ji heman malbatê 2 jinan bedena xwe da ber agir

Gulan Media December 25, 2012 Civakî
Ji heman malbatê 2 jinan bedena xwe da ber agir
Li Hewlêrê di nav meh û nîvan de ji heman malbatê 2 jinên bi navê Xanîe Kerîm û Zehra Kahraman Kerîm a 13 salî, ji ber şîdeta navmalbatî bedena xwe dan ber agir.

Li Herêma Kurdistanê jî xwekuştinên jinan didomin. 2 hefte beriya niha li bajaroka Harîr a Hewlêrê jina bi navê Zehra Kahraman Kerîm a 13 salî ji ber tundiya navmalbatî bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Welatiyên li derdorê, Xanîe Kerîm a ku li malê bedana xwe da ber agir, rakirin nexweşxaneyê. Kerîm a ku 2 saetan li nexweşxaneyê hate dermankirin, bi zora malbatê birin malê. Kesîm a ku 2 hefte bû li ber xwe dida, duh jiyana xwe ji dest da. Mehek beriya niha, jinbira wê Zehra jî bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû. Sedema întîxara jinbiraya Zehrayê hate veşartin û gotin, "Ji ber hinek bûyerên civakî" wisa kiriye.

'Sedemên civakî'

Zavayê Zehrayê Riza Kadîr û mamê wê Sertîp Kerîm, sedemên di nava malê de jiyîn aşkera nekirin û tenê gotin rastî tundiya birayê xwe hatiye. Mamê Zehrayê Sertîp Kerîm wiha got: "Ji ber sedemên civakî birayê wê sîleyek lê da. Ew jî aciz bû û çû bedena xwe da ber agir." Zavayê Zehrayê Riza Kadîr jî wiha got: "Divê jin wisa dawî li jiyana xwe neyne. Li hemberî pirsgirêkên civakî xwe şewitandin çareserî nîn e. Ya girîng ew e ku hevdu fêm bikin. Hêvîdar im ku tu bûyerên din ên wisa neyên jiyîn."

Rudaw
Top