• Wednesday, 03 July 2024
logo

Rojane şîdet li hemberî jinekê hatiye kirin

Gulan Media December 12, 2012 Civakî
Rojane şîdet li hemberî jinekê hatiye kirin
Ti rojeke îsal bêyî şîdetkirin li hember jinên devera Pişder û Bîtwên derbas nebûye. Li gor amara ofîsa şopandina şîdeta dijî jinan li Raniye, rojane şîdet li hember jinekê hatiye kirin.

4 jin hatine kuştin

(Rûdaw) di hundirê 10 mehên borî de çend dosyayên jinan li devera Pişder û Bîtwên şopandine. Li gor şopandinan 4 jin di wê demê de ji aliyê malbatên xwe hatine kuştin.

Di sibata 2012an tenê di hundirê hefteyekê de du jin bi destê malbatên xwe hatin kuştin, mamoste Sakar Hemedemîn ji aliyê bavê xwe hat kuştin. Heriwha jineke din jî her bi navê Sakar Omer ji aliyê mêrê xwe hat kuştin.

Di tîrmehê de jinek bi navê Mîhreban, bi navê parastina rûmetê ji aliyê mêrê xwe hat kuştin. Di dawiya meha borî de jî, jinek bi navê Nesrîn, ji aliyê hevserê xwe hat qetilkirin.

Gef û lêdan

Şenge, navê sexte yê jinekê ye, 9 meh in li gel mêrekî zewiciye, li gor gotina wê heta niha çend caran rastî şîdetê hatiye, wê ji Rûdawê re got: "Roja 25.08.2012an hevjînê min bi dar û hesin li serî û laşê min da, da ku min bikuje, lê nemirim û serê min bi 12 kêlan hatiye dirûtin." Derbarê hoya lêdanê jî ji aliyê mêrê wê, Şenge got: "Tawana min ew bû li gel diya xwe çûme gerajê ku bi serdanê hatibû ba min û diçû."

Şenge ku ji qezaya Pişder e û temenê wê 20 sal in, dibêje: "Mêrê min du caran hewl da min bixeniqîne, lê ji destê wî filitîm."

Emîne Xidir, qurbaniyeke din e ya destê şîdeta mêran e û dibêje: "Meha borî mêrê min ji bilî ku li min da, gef jî li min xwar ku jinekê bîne ser min", Emîne ku temenê wê 34 sal e û diya 4 zarokan e û dibêje: "Heta niha bi dehan caran xeydîme û çûme mala bavê xwe, dû re bi hevkariya kesûkarên herdu aliyan haş bûme, lê jî kêşeya me bi dawî nehatiye."

Li gor amara ofîsa Raperîn a şopandina şîdeta dijî jinan, tenê di hundirê 10 mehên borî de li wê deverê 117 jinan lêdan xwarine û 87 jî rastî gefê hatine.

Rojane şîdet hatiye kirin

Li gor amara ofîsa Raperîn a şopandina şîdeta li dijî jinan li wê deverê, rojane jinek rastî şîdetê hatiye. 10 meh dike 305 roj, li gor wê amarê di hundirê wan 10 mehan de 307 jin rastî şîdetê hatine, ji wan jî 166 jin li qezaya Raniye û 141 jî li qezaya Pişder in.

Her li gor wê amarê ew 307 bûyerên şîdeta jinan ku qewimîn pêk tên ji 29 bûyerên şewitînê, 5 bûyerên xweşewitandinê, 117 bûyerên lêdanê, 87 bûyerên gefxwarinê, 4 bûyerên kuştin û 65 bûyerên cuda cuda.

Bi dîtina çalakvana warê parastina mafê jinan li bajarê Raniye Nîgar Hemed Elî, şîdeta li dijî jinan li wê deverê "ji bûyerên kêm bûye diyarde." Sedemê vê yekê jî wiha diyar kir ku: "Ragihandinê, mirin li cem takekesên civakê ciwan kiriye û wek tiştekî asayî nîşan didin. Herwiha hişmendiya eşîrî û êlperestî serdest e û mê wek mirova pile du tê hesibandin û dîtin."

Rudaw
Top