• Wednesday, 03 July 2024
logo

Di roja şiddeta li dijî jinê de 2 jinan xwe întihar kir

Gulan Media November 27, 2012 Civakî
Di roja şiddeta li dijî jinê de 2 jinan xwe întihar kir
Li Amedê du jinan di roja 25ê mijdarê roja roja tekoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê ya navneteweyî de xwe întihar kirin.

Li gor ANFê, jina bi navê Pakîze Karadag (19) li navenda navçeya Kayapiranê, li ser rêya Rihayê bi tebanceyê dawî li jiyana xwe anî.

Xwendevana zanîngehê ya bi navê Bahar Çalapgulu (20) li navçeya Baxlarê ji ber sedemek ku nayê zanîn xwe ji balquna xaniyê mala xwe ya qata 7ê avêt xwar û întihar kir.

Cenazeyê Karadag û Çalapgulu ji bo otopsiyê şandina saziya tiba edlî.

Rudaw
Top