• Wednesday, 03 July 2024
logo

Malikî Dûbare Hêz Şande Xaneqîn Û Sediyeyê

Gulan Media November 26, 2012 Civakî
Malikî Dûbare Hêz Şande Xaneqîn Û Sediyeyê
Evro çavkaniyek ji Fermandariya hêzên Dîcleyê ragihand ku, di çarçoweya kom kirina hêzên leşkerî yên Îraqê li Deverên weqetandî de evro dûbare du lîwayên din bi fermana Serokwezîrê Îraqê hatine Devera Xaneqîn û Sediyeyê.

Ev çavkaniya han eşkere kir ku, ev du lîwayên han ji topxane û tankan pêk hatiye tevî tevahiya pêdeviyên leşkerî evro danê Sibê gehêşte Xaneqîn û Sediyeyê.

Hêjayê gotinêye ku, ev demeke Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî hewl dide daku, hêzên leşkerî bişîne Deverên weqetandî yên Kurdistanê û di vê çarçoweyê de jî hate niha hijmareke zêde hên leşkerî yên Îraqê hatine Deverên weqetandî.
Top