• Thursday, 09 May 2024
logo

‘Zarokên Kurdistanê ji şîr û tîrên dramayên Koreyî biparêzin'

Gulan Media November 25, 2012 Civakî
‘Zarokên Kurdistanê ji şîr û tîrên dramayên Koreyî biparêzin'
Pisporên derûnî û civakî hoşdarî didin derbarê bandorên xirab ên van dramayên dîrokî yên Koreyî ku tevahiya televizyonên lokal û asîmanî yên Herêma Kurdistanê dagîrkirine. Hijmareke lêkolerên civakî û derûnî di daxuyaniyekê de derbarê dramayên Koreyî daxwazê ji aliyên têkildar û televizyonan dikin "zarokên Kurdistanê ji şîr û tîrên dramayên Koreyî biparêzin."

Di vê daxuyaniya ku kopiyeke wê bo (Rûdaw) hatiye şandin, ev lêkolerên civakî televizyonan haydar dikin ku nîşandana kuştin û xwînrijtinê di dramayên Koreyî de bandoreke xirab kiriye ser zarokan û rojane zarok taqlîda van lîstikvanan dikin û ev jî bûye sedema berhemanîna tundûtîjiyê di nava zarokan de û birîndarkirina hevdu.

Herwiha daxwazê ji aliyên têkildar û polîsan jî dikin ku anîna lîstikên zarokan ên weke şîr û tîran asteng bikin, ji ber ku "dibin sedema zerar û çêkirina pirsgirêkan bo zarokan."

Semîn Îbrahîm di dikanekê de ne jidilê xwe şîrekî bo zarokê xwe dikire da hêncetên wî qut bike, ji ber wek wî got tiştê ku zarokê wî bi şev di diramayên Koreyî de dibîne "bi roj dixwaze bibe yek ji van aktoran û teqlîda wan bike." Herwiha got "nîşandana van dramayên Koreyî rewiştê zarokan têkdaye. Her kolan û taxê mirov biçê zarokan şîr û tîr girtine destên xwe û pê şer dikin û xwe kirine Cumung û Daiso."

Dramayên Koreyî pêşbirkeke berçav jî di nav televizyonan de jî çêkiriye ku fakterê çavlêkirin û bê bernameyî rola serek têde dilîze.

Mîna Hejar Omer (30) dibêje "ev drama pêwîste piştî demjimêr 10`î şevê bên nîşandan da zarokan nebînin." Herwiha got "ji ber ku ev drama hemû şer û xwînrijandinin, bandoreke xirab ser zarokan çêdikin û generasyoneke tundûtûj berhem tine."

Herçende firoşkarê lîstikên zarokan, Piştîwan Ziyad dibêje ku yariyên zarokan ên weke şîr û kelûpelên şer di bazaran de hatine qedexekirin, lê hêşta ew di bazar û dikanan de tên dîtin. Piştîwan got "zarok tên dibêjin em şîrên Cumung û Dayso dixwazin." Wî sedema vê qedexekirinê jî vegerand bo wê yekê ku "çendîn zarokan çavên wan kor bûne û laşê wan bi şûr û tîran birîndar kirine. Em jî ji aliyê polîsan hatine haydarkirin ku wan nefiroşin. Lê her defiroşrên." Rêvebirê Giştî yê Ragihandinê li Wezareta Rewşenbîrî, Hogir Cundiyanî dibêje li Kurdistanê em li gor yasaya Civata Birîtanî ya Rêzkirina Fîlman (BBFC) dikin bo diyarkirina van fîlmên ku tundûtîjiyê berhemtînin û bandoreke xirab pêktînin ser zarokên temen ser 16 "divê piştî demjimêr 10`î şevê bên pexiş kirin." Herwiha got "lê heta niha li Kurdistanê televizyon kar pê nakin."

Lêkolereke civakî dibîne ku pexişkirina van dramayên Koreyî karekî xirabe "zarokên Kurdistanê hînî peyvên nehejî û dubarekirina van tûndûtijiyan dike ku di van dramayan de tên nîşandan." Emmar Necmedîn di vê bawerê de bû ku pêwîste bi lez sînorek bê danîn bo "televizyon ji ber destkeftiyên diravî guh nadin xelkê."

Di bêtiriya welatan de pexişkirina van fîlm û diramayên ku tûndûtîjî têde heye, divê bi danîna nîşaneyekê li ser ekranan bîneran haydar bikin. Bo mînak nîşana (12+) wate ev drama yan ev fîlm nabe kesên jêr temenê 12 salî de berê xwe bidinê. Yan (16+) û (18+) wate ku ev kesên ku temenê wan li jor 16 yan 18 salî deye. Lê li Kurdistanê ev rêzkirin tune û televizyon bi şêweyekî tevlihev fîlm û dramayan pexiş dikin.

Rêvebirê giştî yê kompaniya ku van dramayên Koreyî dublaj dike, behsa vê yekê dike ku ew bi mebesta bidestxistina destkeftiyên madî vê xebatê encam nadin "em tenê dixwazin kulturê Koreyî bo Herêma Kurdistanê bidin nasandin, bidin nîşandan ka Koreya bi çi şêweyekê dewlet avakiriye."

Rêvebirê Giştî yê Kompaniyeya Rengale û Kanalên Nîga, Piştîwan Mecîd bo (Rûdaw) got "armanca me hişyarkirina hevwelatiyên Kurdistanê ye derbarê avakirina dewletê, ji ber ku gelê Kurd li ber deriyê avakirina dewleta serbixweye û divê xelkê wê weke Koreyiyan hewlê jêre bidin û ji xaka xwe hez bikin."

Berpirsê Bernameyên Kurdistan. Tv, Kamil Fexredîn kanala xwe berpirsyar nabîne ji pexişkirina van dramayên Koreyî û dibêje "eger çend tiştên xirab jî di van dramayên Koreyî de hebe, li himber de bi dehan tiştên baş jî têde hene ji aliyê civakî û çawaniya avakirina dewletê." Ew herwiha daxuyaniya Komeleya Derûnnasan nerast dibîne û dibêje "pêwîste ev komele ji me re bêje ka zarokên Kurdistanê kengî dirazên? Da em jî di wê demê de van dramayan pexiş bikin, lê kes nizane kengî zarokên Kurdistanê radizên."

Rudaw
Top