• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Swêdê destên wî ji zêr hatin çêkirin

Gulan Media November 22, 2012 Civakî
Li Swêdê destên wî ji zêr hatin çêkirin
Peykertraşekî bajarê Silêmaniyê nêzîkî salekî ye peykera şanokarê navdarê kurd, Ehmed Salar çêkiriye û dixwaze li nav bajêr de dane, lê dibêje “şaredarî cih nade me”. Serokê encumena şaredariya Silêmaniyê jî dibêje, “Ev yek ne girêdayî min e û divê şaredar bersiv bide.”

Peykertraşê bi navê Çîner Nizar diyar kir ku wî ji zûve xwestiye peykerê şanokar Ehmed Salar ji bo rêzdariya xebat û westandina wî ya bi salan, çêbike û li bajarê Silêmaniyê dane. Navbirî got: “Min daxwaz ji çend cihan kir, lê herî dawî navenda kulturî û ragihandina PDK bersiva min da û ji min re gotin dê berpirstiya vî karî qebûl bikin.”

Çîner, diyar dike ku salek e wî peyker çêkiriye û ji ber nebûna cih her wisa maye erdê. Ew, gelek nîgeran bû ku rayedarên bajêr nehîştine peyker li parka Baxê Giştî bê danîn û wiha tîne ziman: “Ji ber wê jî me biryar da peykerê Ehmed Salar bînin Hewlêrê û li cihekî danin ku Salar jê razî ye.”

Ehmed Salar şanokarê herî navdar yê kurd e, li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û piraniya kar û çalakiyên wî jî li wir bûye.

Peykerên gelek kesên navdar yên siyasî, edebî û hunerî li parka Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê hatine danîn, lê cihek ji bo peykerê Ehmed Salar nehatiye dabînkirin.

Li gorî Çîner, cihê peykerê Ehmed Salar li Silêmaniyê nabe.

Hunermend Ehmed Salar, roja 27 Tebaxa îsal xelata Medalya Zêrîn ya Barzaniyê Nemir ji destê serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo rêgirtina li hember hunera xwe wergirt.

Herwiha, roja 4ê Mijdara îsal di merasimekê de li bajarê Yotoborî yê Swêd, peykerekî zêrên yê destê Ehmed Salar bi navê “Lep Zêrîn” ji aliyê 7 saziyên kurdan ve hat çêkirin û li bajêr hat danîn. Hunermend Ehmed Salar jî di wê merasimê de amade bû û li Mala Kulturî ya Iraqê de hat sazkirin. Peykerê zêr nîşana wê bû ku destên Ehmed Salar tijî berhem in. Di merasimê de herwiha gelek hunermendên kurd, ereb û cîhanî jî amade bûn. Biryar hat dayîn peyker li cihekî kifş yê wî welatî û li nav şûşê de bê danîn.

Ehmed Salar, nerazîbûna xwe li hember piştguhxistina peykerê xwe ji aliyê şaredariya Silêmaniyê ve nîşan da û ji Rûdawê re got: “Baxçeyek şaredariyê hebû. Min dixwest peykerê min li wî baxçeyî bê danîn, ji ber ku min temenê xwe yê xortaniyê li wî baxçeyê derbas kir. Lê wan got ew baxçe tenê ji bo helbestvanên wefatkirî ye. Min jî got cihê peykerî nabe goristan be û tiştekî normal e heke peykerê şanokarekî jî li wir be.”

Salar, herwiha diyar kir ku dibe hinek hunermend ji helbestvanan mezintir be, lê êdî biryara dawî ya şaredariyê bû û me jî hurmet lê girt.

Ji bilî baxçeyê şaredariyê Ehmed Salar pêşniyr kir, peykerê wî li kolana Salim li nêzîkî Pirtûkxana Giştî bê danîn, lê ev pêşniyara wî jî hat redkirin. Salar, wiha axivî, “Lê peykerêa guhdirêjî li wir danîn.”

Pêşniyar hatiye kirin ku peykerê Ehmed Salar li Parka Azadî ya Silêmaniyê bê danîn, lê Salar ew cih qebûl nekiriye û dibêje: “Cihekî baş nebû, ji ber hinek peyker li wir bûn ku li navbera wan de pêwendiyek tunebû.”

Ehmed Salar, spasiya Çîner Nizar dike û dibêje: “Çînerê hunermend, gelekî ji min hez dike û peykerê min çêkiriye. Gelekî baş çêkiriye ji ber ku gelekî li min diçû û pir rêk û pêk bû.”

Ehmed Salar, rexne li danîna peykerê kerê li baxçeya Nalî dike û dibêje: “Hunermendê ku peykerê kerê çêkiriye hunermendekî mezin e, lê divê ew peyker li wir neyê danîn. Ew der, baxçeya Nalî ye û danîna peykerê kerê tê wê wateyê ku Nalî li ser kerê helbest gotiye. Lê ez biguman im ku ew helbest ya Nalî be.”

Herwiha, şanokarê navdar gazinda wê jî kir ku li bajarê wî cihek ji bo danîna peykerê xwe nehatiye dîtin û wiha anî ziman, “Min daxwaz kir li Parka Azadî cihekî bidin min, lê li wir jî peykerê kerekî din danîn. Ji ber wê jî ez dikarim bêjim cihê peykerên keran bûye lê cihê peykerê hunermendekî ku kurê wî bajarî ye, nebûye. Ez gazinda li şaredar nakim, lê diviya ew di astek bilindtir de ba.”

Hunermend Salar, bi zimanê rexne spasiya rayedarên Silêmaniyê dike û dibêje, “Ez spasiya wan dikim û peykerê xwe ji Silêmaniyê dibim paytexta pîroz ya Kurdistanê, Hewlêrê û li wir datînim.”

Rudaw
Top