• Thursday, 09 May 2024
logo

Bûk û xesû bi hev re şewitîn

Gulan Media November 12, 2012 Civakî
Bûk û xesû bi hev re şewitîn
Berevajî gelek bûk û xesûyan, Hêro û xesûya xwe Ayşe gelekî bi hev dikirin, lê xemsariyeke xesûyê, herdu ber bi mirinê birin.

Meha borî li bajarokê Qeladizê, bûk û xesûyek bi hev re şewitîn û piştî çend rojan li nexweşxaneyê man jiyana xwe ji dest dan. Ew bûk û xesû mirovên hevdu bûn û navê wan ( Ayşe Mihemed Husên – 55- û Hêro Resûl Ezîz – 25- salî) bûn, rûniştiyên taxa Raperîn a bajarokê Qeladizê bûn.

Fermanberê fermangeha tomara xanî û eqarên Raniye Îbrahîm Resûl, ku birayê bûka şewitî ye, derbarê çîroka şewata wan, ji Rûdawê re got: "Di destpêka meha 10an a îsal de gava xelkên wê taxê li benda hatina petrolê bûn, xwişka min Hêro û xesûya xwe, dixwestin bermîlekê vala bikin, ku hinek petrol tê de hebû, ji bo vê mebestê diçin çend galonên vala ji jêrzemînê dertînin, da ku petrolê bixin wan de, lê li wir çend lîtrên benzînê hebûn û pê nizanibûn."

Îbrahîm wiha axivî: "Xwişka min Hêro li ber derî bû, xesûya wê çû jêrzemînê, li wir çeqmaq pêxistiye, çiku jêrzemîn tarî bû, yekser benzîn agir girt û teqiya, xwişka min avête derve, lê dîtiye xesûya wê dişewite, çûye wê rizgar bike û ji ber vê yekê jî şewitî."

Ev bûyer saet 7ê serê sibehê rû daye û li gor gotina kesûkarên wan di dema bûyerê de endamên din ên wê malbatê hê jî ji xew ranebûbûn, tenê ew herdu, bi mebesta amadekirina bermîla petrolê ji bo wergirtina petrolê, ji xew rabûbûn.

Mihemed Emîn Omer (26), hevserê bûk û kurê xesûya şewitî, ji Rûdawê re got: "Di dema bûyerê de razabûm, gava gihiştim cihê bûyerê ew biribûn nexweşxaneyê û diya min ji sedî 70ê laşê wê şewitîbû û jina min jî ji sedî 30, lê birîna wê kûr bû, lewma hatin şandin ji bo Silêmaniyê û ji wir jî ji bo Hewlêrê. Diya min piştî 5 rojan û jina min jî piştî 21 rojan jiyana xwe ji dest dan."

Mêr û birayê Hêro red kirin ew bûyer bi mebest be û gotin qeza û qeder bû, ew bûk û xesû jî pir li hev bûn û ti kêşe di navbera wan de nebû û pêwendiya wan pir baş bû.

Mihemed Emîn got: "Me herdûyan bi dilê xwe zewac kir û zarokekî me yê du salî hebû, piştî bûyerê jî min biryar daye deriyê mala xwe bigirim û ez û kurê xwe li gel mala bavê xwe bijîn û vêga nafikirim jineke din bînim."

Berpirsê ofîsa şopandina şîdeta dijî jinan li Raniye Hesen Xoşnaw ji Rûdawê re got: "Li gor lêkolînên seretayî ew bûk û xesû ji ber benzînê şewitîne û dû re jiyana xwe ji dest dane û polis lêkolîn kiriye, lê biryara dawî li cem dadgehê ye. Kesî doz venekiriye, kes jî li ser vê bûyerê nehatiye girtin."

Rudaw
Top