• Thursday, 09 May 2024
logo

Ciwanekî kurd xwe ji qata 7ê avêt xwarê

Gulan Media November 10, 2012 Civakî
Ciwanekî kurd xwe ji qata 7ê avêt xwarê
Îna heftiya borî, 02.11.2012, li bajarê Almanya Wuppertalê ciwanekî kurd yê 21 salî xwe ji qata 7ê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer di derdorê saet 11ê nîvro rûdaye. Li gor agahiyên ji nasên malbatê, xortê bi navê Avent Faris ev bêtirî salekê pirsgirêkên dijwar dijiya û bi tena serê xwe li malekê dijiya.

Malbata Avent ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Duhokê ye û malbat weke penaber di sala 1996ê de hatiye Almanyayê. Cenazeyê Avent wê li Dihokê bê veşartin. Ji ber tinebûna nasnameyan malbata ku xwest ligel cenazeyê Avent here Duhokê destpêkê rastî pirsgirêkan hat, lê paşê berpirsên almanî ji ber giraniya bûyerê diyar kirin ku ewê alîkariya malbatê bike û nasnameyan ji bo malbatê çêbike. Dayik û bav û birayê Avent wê ligel cenazeyê wî herin Dihokê.

Rudaw
Top