• Thursday, 09 May 2024
logo

Nakokiyên navbera malbata Hemze Sêwê û Zêdan Axa didome

Gulan Media November 9, 2012 Civakî
Nakokiyên navbera malbata Hemze Sêwê û Zêdan Axa didome
Şerê di navbera Zirariyan û malbata Hemze Sêwê didome, di şerê herî dawî de du kes ji malbata Zêdan Axayê Zirarî di nêv Qeza Xebat de hatin kuştin, Qaymeqamê Qezaiyê dibêje nêzbibû, ew du malbate lihevbên lê ew du kes ji wan hatin kuştin. Demjimêr 3`î êvariya 30`î Cotmeha 2012`an di nêv bajarokê Xebat de (36 km rojavayê Hewlêr) du kes hatin kuştin bi navên Alî Kerîm Mihemmed, Serheng Hisên û kesek jî birîndar bû bi navê Îmad Îbrahîm Kerîm. Dadgehê jî biryara girtinê ji bo 7 kesan da, lê heta niha ti kes nehatiye gitin.

Kuştina wan du kesan û birîndarbûna keseke din jî, domandina wan şerane ku di navbera malbata Hemze Sêwê û malbateke Eşîreta Zirarî de heye û heta niha di çar şeran de 7 kes ji hevdu kuştine. Pirsgirêka wan jî li ser zeviyan destpêkiriye. Qaymeqamê Qeza Xebat, Rizgar Mistefa bo (Rûdaw) got ew du kuştî û birîndarane, xizmên malbata Zêdan Axayê Zirarî bûn ku Zêdan di şerê pêşîn de hat kuştin. Wan karê kontraktê dikirin û projeyeke wan li Xebat hebû ku kolanên nava Xebat bûn ``hêşta wan dest bi kar nekiribûn, ew ji bo serdanîkirina caddeyan hatibûn û yek du caran hatibûn Xebat. Ew bêyî xweamadekirin hatibûn, ji ber ku her du malbat di rewşa lihevhatinê de bûn û gelekî nêzîkî hev bûbûn.``

Weke Qaymeqam Rizgar Mistefa dibêje kesên şerker bi du otumbêlan hatibûn, yekem car teqe li Alî kirin û du yên din reviyane, lê ``zêde dûr neketin û teqe li wan jî tê kirin, yek jê kuştin û yek jî birîndar bû.`` Qaymeqamê Qeza Xebat balkişand ser vê yekê ku niha devera Ziraretiyê di bin kontirola Hêzên Zêrevaniyê deye da pirsgirêk mezintir nebe ``lêkolînên ciddî hene û dadgehê jî biryara girtina 7 kesan girtiye, lê kes negirtine. Ez di vê bawerê de me ku di van rojan de wan bigirin, malbatên kuştiyan term birin û sersaxiya wan li cîyê bûyerê danîn. Divê lêkolînên xurt bên kirin, ji ber ku niha bûye şerê du malbatan û divê zû bê çareserkirin.``

Berya niha çend kes ji herdu aliyan hatin girtin, lê hemû serbest hatin berdan ku hin ji wan ber lêborîna giştî ketin, ji ber ku sikala ser nebû, li gor zanyariyên polîsên Xebat yak ji vanên ku nû azad bûye "biryara girtina wî derketiye û dibêjin destê wî di kuştina wan du kesan de heye. Li gor gotina şahidan şerker 6 kes bûn û gulle baraneke zêde kirine.Kesê birîndar ew naskirine û dibêje ew zarokên Hemze Sêwe bûn."

Rêveberê Polîsên Hewlêr, General Ebdilxaliq Talet beriya niha bo (Rûdaw) gotibû "eger lêkolîn bi dawî neyê, bêguman wê pirsgirêk berbi xeraptirîn biçin." Ew rûniştvanên du gundên cînarên hevin, malbata Zêdan Axa xelkê gundê Xarwanin, aliyê din xelkên gundê Memûndiyanin. Ew du gund nêzîkî civatgeha Şaxolan a girêdayê nahiyeya Behirkêne, nêzî 3 km ji hev dûrin. Malbata Hemze Sêwê Pêşmergehên PDK`êne û Zêdan jî kadroyê YNK`ê bû.

Despêka şer bi sîlekê destpêkirye, ew jî li ser perçeke zeviyê bû ku dikeve sînorê gundê Memûndiyan ku carek Zêdan û carek jî Tariq Hemze Sêwê bi kirê girtibû. Despêka şer bi sîlekê destpêkirye, ew jî li ser perçeke zeviyê bû ku dikeve sînorê gundê Memûndiyan ku carek Zêdan û carek jî Tariq Hemze Sêwê bi kirê girtibû. û çekî li ser serê wî dadinin. Tehsîn Hemze Sêwê beriya niha bo (Rûdaw) gotibû "Zêdan sîleyek li poz (difin)a Tariq xistiye û şikandiye." Pirsgirêk bi vê bidawî nabe, roja 26`î Nîsana 2011`an yek ji xizmên Hemze Sêwê dimire, Namiq Hemze Sêwê û çend ji bira û xizmên wî vedigerin gundê Memûndiyan ji bo beşdarîkirina di sersaxiyê de. Malbata Zêdan vê bi derfet dizanin ji bo tolhildanê, ew jî ji çend aliyan li ber kurên Hemze Sêwê dadinin û şerekî giran çêdibe. Di encam de Namiq Hemze Sêwê û xizmeke malbata Zêdan bi navê Hêriş Tehsîn tên kuştin û 9 kes jî birîndar dibin ku 6 ji wan Pêşmergehên parêzvan bûn.

Berî kuştina wan duyan li bajarokê Xebat du kesên din ji malbata Hemze Sêwê hatin kuştin, yek ji wan navê wî Saman Hemze Sêwê (32 salî) bû ku bavê 4 zarokan bû. Yê din jî hevalekî Saman bû bi navê Ziyad Ferîq Xoranî. Ev du kes di şeva 25`î Hezîrana 2012` an de hatin kuştin li nêzî Super Markêta Macdî Mall li Hewlêr.

Li gor zanyariyên (Rûdaw), Saman Hemze Sêwê çend caran serdana Hewlêr kiribû û ligel hevalê xwe Ziyad digere, heta ku di wê şevê de di dema derketina wan de, otombêleke ji cûrê BMW ku du kes tê de bûn bi gulleyan teqê li wan dikin. Li gor axiftina rûniştvanên deverê niha di navbera herdu gundan de xaleke kontirolê heye û hêza Zêrevanî û Pêşmerge lê hene. Derbarê van pirsgirêkan çend caran berpirsên partiyan, rîhspî û serokên eşîretan ketine navbera wan, lê lihevhatineke dawî pêknehatiye.

Navên heft kesên kuştî:

Zêdan Axayê Zirarî

Namiq Hemze Sêwê

Hêriş Tehsîn (xizmê Zêdan Axa)

Saman Hemze Sêwê

Ziyad Ferîq Xoranî (hevalê Saman)

Elî Kerîm Mihemed (xizmê Zêdan Axa)

Serheng Hisên (xizmê Zêdan Axa)

Rudaw
Top