• Thursday, 09 May 2024
logo

Jina alman ji min re digot ‘Kurdê min ê delal’

Gulan Media November 6, 2012 Civakî
Jina alman ji min re digot ‘Kurdê min ê delal’
Hinek ji wan re dibêjin mêrên lasfiroṣ, hinek dibêjin mêrên escortê, hinek jî dibêjin mêrên ku jin bo kêfa xwe wan dikirin anjî kirê dikin. Ji bo mêrek karibe vî karî bike, divê bejn û bala wî xweṣik be, bedena wî bala jinan bikiṣîne, tendirustiya wî baş be. Li Almanyayê hejmareke xortên kurd hene ku jîgolotiyê dikin. Yek ji wan Erdal e ku li Berlînê dijî. Erdal dibêje ku carinan wî di şevekê de 1800 Euro jî qezenc kiriye. Erdal (28) herwiha got, “Beriya vî karî min tenê çend bajarên Almanyayê nas dikir, lê piştî vî karî ez bi muşteriyên xwe yên jin re çûme gellek bajar û warên xweş.”

Erdal di restoranekê de garsonî dikir dema ku jê re deriyê pereqezenckirina ji laşê wî venebûbû. Di heftiyê de 6 rojan kar dikir û her roj ji beriya nîvroyê heta nîvê şevê bo 45 Euro kar dikir. Weke ew dibêje, ji neçariyê ev kar dikir: “Min nekarî dibistanê bi dawî bînim, tenê 10 salan min xwend û min fêm kir ku xwendin ne karê min e. Ti sertîfîkat û dîplomaya min nebû, lewma min garsonî hilbijart an jî ezê biçûma leşkeriyê û belkî li Afganîstanê tevlî hêzên Almanyayê dibûm, di salekê de min dikarî 25-30 hezar Euro pere bicivanda.”

“Jin pirr bi baldarî li min mêze dikinˮ

Sedemeke girîng hebû ku Erdal li Duisburgê dest ji dibistanê berda. Li dibistanê pirr hevalên wî yên keçik hebûne, hemuyan hevaltiya Erdal xwestine. Hinek keçikan bo wî şer jî kirine û bi gotina Erdal, “Porê hevdu dikişandin bo min.” Wê demê Erdal fêm dike ku rêyeke din heye bo wî, “Ne dîplomaya min hebû, ne ez di beşekî sporê de serkeftî bûm û ne karek ji destê min dihat, lê jin heyranên min bûn.” Di havîna sala 2006ê de Erdal 23 salî ye, ji mala dêbavên xwe cihê bûye û li bajarê Düsseldorfê di restoranekê de garsoniyê dike. Carinan jineke jorê 50 salî tê restorantê. Ew jinika ku paşê Erdal wê nas dike, jineke alman, her carê bexşîşek baş dike berîka Erdal heta ku carekê jê dipirse, “Piştî kar wexta te heye bo vexwarineke whisky?” Erdal qebûl dike, jinik telefona xwe dide û wê şevê Erdal diçe mala wê.

Ew jin çend carên din jî Erdal dibe mala xwe û bo kêf û eşqa şevên rengîn pereyekî baş dide Erdal: “Ez du şevan diçûm cem wê, ji miaşê garsoniya restorantê zêdetir pere diket destê min. Ew jin ji mêrê xwe veqetiyabû û bi rêya dadgehê bibû xwediyê milyonan, zarokên wê nebûn û jineke nexweşik bû.” Piştî demekê Erdal dest ji restorantê berdide, ji ber ku ew jin wî bi xwe re digerîne û jê re dibêje, “Ez naxwazim tu enerjiya xwe di restorantê de biqedînî, divê tu hertim teze bî, enerjîk bî û hişyar bî.“ Ew jin Erdal bi xwe re dibe hemaman, otêlên dîrokî li qeraxê Çemê Renê, dibe Parîs, London û Pragê. Di wan geran de Erdal rastî çend jîgoloyên din jî tê.

Di malperê de wêneyên wî yên tazî

Di sala 2008ê de Erdal jineke yûnan nas dike ku xwediya servîseke escorta mêran e. Vê jinê ajanseke escortiyê ava kiriye, nêzika 25 zilamên ciwan pê re kar dikin. Erdal jî tevlî vê escortê dibe û diçe Berlînê. Erdal ne tenê bi jinekê re radizê, eger karibe û bixwaze rojê dibe mêvanê du, sê jinan. Lê dibêje, “Ya baş ewe ku mirov carekê here cem jinekê û wê kêfxweş bikem daku bexşîş bide te û careke din te bixwaze, lewma divê mirov enerjiya xwe biparêze.” Di înternetê de malperek vê ajansa escorta mêran jî heye, jinên ku li jîgoloyan digerin di vê malperê de li wêneyên endaman dinêrin û kîjan xweşiya wê here nav an jî hejmara wî ditikîne û adresa xwe dinivîse. Eger ew jin li Berlînê be, di nava saetekê de jîgolo bo navnişana wê tê şandin. Erdal herwiha dibêje ku hinek jin dibin endamên wê malperê û dikarin bi bikaranîna şîfreyê wêneyên jîgoloyan ên tazî jî bibînin, ligel hemû agahdarî û taybetmendiyên wan.”

“Şev hebû min 1800 Euro jî standiyeˮ

Li gor Erdal, jîgoloyên ku bi escortê re kar dikin nikarin bi serê xwe herin cem muşteriyên taybet. Weke ew dibêje ji bo seksa du saetan jin 200 Euro didin ajansê, ji bo şevekê jî herî kêm 1500 Euro didin. Ew dibêje, “Eger jin ji te hez bike pereyê zêde dide û careke din jî dixwaze tu herî ba wê.” Erdal diyar dike ku her jineke nû jê dipirse ka ew kî ye, ji kîjan neteweyê ye: “Ez ji hemûyan re dibêjim ku Kurd im. Jineke 56 salî hebû, ez bawer dikim herî kêm 12-13 salonên wê yên kozmetîkê hebûn, pirr ji min hez dikir û ji min re digot ‘Du bist mein süsser Kurde-Kurdê min yê delal.’ Wê 300 Euro zêde dida min. Jina xwediyê escortê jî digot Kurdo.”

Rudaw
Top