• Thursday, 09 May 2024
logo

Gulîzar û mam Cebar di 70 saliyê de zewicîn

Gulan Media November 4, 2012 Civakî
Gulîzar û mam Cebar di 70 saliyê de zewicîn
Zêdebûna temen û dûrbûna ji kesûkarên nebûne rêgir li pêşberî hêviya wan pîrên ku rojên dawî yên jiyana xwe li xaneya pîran a Hewlêrê derbas dikin. Hinek pîrên li wê xaneyê heta niha jî wekî serdema ciwantiyê bi coş û kelecan in û dest bi jiyaneke nû dikin û wekî Kurd dibêjin “lihêfên xwe nû dikin.”

Cebar û Gulîzar, ku temenê wan zêdeyî 70 salî ye, berî 4 meh û nîvan li xaneya pîran a Hewlêrê jiyana hevseriyê pêk anîn û li xaneya pîran maleke biçûk li odeyeke biçûk ji wan re hatiye danîn. Gulîzar, ku zêde ji mam Cebar hez dike, dibêje: “Mêrekî hingî paqij û nimêjker û tobekar e, wî bi kesî naguherim.” Gulîzar sedema zewaca xwe ligel mam Cebar ron kir û got: “Kesûkarên min hemû mirine, kes nebû min xwedî bike, li vir min Cebar nas kir û pê re zewicîm.”

Mam Cebar, ku heta roja ku Gulîzar mehr kiriye bêjin bûye, niha jî wisa hest dike ku xortekî 25 salî ye û dibêje: “Bi şevan sê caran diçim ba jina xwe. Bi hêvî me zarokekî me çêbibe.” Mam Cebar ji nişka ve biryara zewacê ligel Gulîzar nedaye, lê berî wê dildarî pê re kiriye: “Du meh û nîvan dildarê wê bûm.”

Xaneya pîran a Hewlêrê di sala 1978ê de hatiye avakirin. Xane ji sê beşan pêk tê: beşê pîrên asayî, pîrên kêmendam û navenda rojane ya pîran. Dora 60 pîr, jin û mêr, li wê xaneyê dijîn. Heta niha jî 4 pîr li wir zewicîne.

Evîndariya di navbera Cebar û Gulîzar de bûye cihê şaşmayîna karmendên mala pîran. Beyan Ehmed, ku berpirsa beşa kêmendaman e li wê male, dibêje 4 bûyerên zewacê hebûn, lê hemû jî wekî pirsa Cebar û Gulîzar nebûne cihê şaşmayînê. Beyan got: “Bûyereke pirr xweş bû, pirr ecêb bû, mirov bawer nake, mam Cebar temenê wî zêdeyî 70 salî ye, berê jin neaniye, ji hevdu hez kirin, gotin me li hevdu mehr bikin.” Beyan, ku demekê çavdêriya Cebar û Gulîzar kiriye, daku ji evîna wan piştrast be, got: “Min demekê ew taqîb kirin, şaş mam ji wê eşqa ku di navbera wan herdu kalan de heye, bawer bikin ew eşq di navbera kur û keçên ciwan de nîne.”

Pirraniya pîrên li wê xaneyê behsa heyama xwe ya ciwaniyê dikin, ku pirraniya demên xwe bi xweşî qedandine û di wan de çend jinek anîne û zarokên wan jî pirr in, lê ji aliyê kesûkarên xwe ve bo mala pîran hatine şandin. Mam Xerîb, piştî ku 4 jin anîne û çend zarokên wî jî ji wan jinan hene û hinek ji wan li derve ne, di dawiyê de li mala pîran a Hewlêrê hêwiriye, ji ber ku zarokên wî ne amade bûn wî xwedî bikin, jinên wî jî yan mirine yan telaq dane. Lê mam Xerîb, ku temenê wî 70 sal in û pirraniya jiyana xwe ya xortaniyê li bajarê Bexdayê derbas kiriye, piştî ku hat mala pîran biryar da bi jineke pîr a li wir re bizewice.

Mam Xerîb nexwest navê jina xwe diyar bike, ji ber ku wek dibêje kesûkarên wê, nemaze birazayên wê, ne razî bûn ku di wî temenî de mêr bike, lê mam Xerîb gellekî ji jina xwe razî ye û dibêje: “Dil nakim xulekekê jî jê cuda bibim, ji ber ku pirr jê hez dikim, eger jê dûr bim, dilniya me wê dîn bibe.” Jina wî jî got: “Erê welle, xulekekê ji min dûr bikeve ezê dîn bibim.”

Ew pîr dibêjin li wê malê pir bi xweşî dijîn, tenê pirsgirêkeke wan heye, ew jî biçûkiya cihê wan e. Gulîzar, ku berê 2 caran mêr kiriye û mam Cebar mêrê wê yê sêyemîn e, got: “Cihê me nîne, cih, odeya me biçûk e.”

Rudaw
Top