• Thursday, 09 May 2024
logo

Ji ber pirseke civakî li Amedê 5 kes hatin kuştin

Gulan Media October 24, 2012 Civakî
Ji ber pirseke civakî li Amedê 5 kes hatin kuştin
Li gundekî bajarê Amedê ji ber pirseke civakî yek jê zarok 5 kes hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên deverê, duhî li demjmêr 16.20`an tirimbêleke taybet ya ku rêwiyên gundê Ûgrak a bi ser navçeya Dîcle ve tê de ne, ji aliyê komeke çekdar ve li ser rê tê sekinandin. Koma çekdaran şifêr piya dikin û didin alî, paşê kesên bi navê; Remezan Bîlge, Latîfe Bîlge, Remezan Akelmaa, Hacer Akelma û yek jê zarok bi navê Brahîm Akelma ji tirimbêlê piya dikin û her 5 kes ku yek ji wan zaroke ji aliyê koma çekdar ve têne gulebaran kirin. Li gor lêpirsîna polîsan bi şifêr re, li sala 2005'an de di navbera du malbatan de ji ber revandina keçekê neyartî çêbûye û ev bûyera kuştinê bi vê pirsê ve girêdayî ye. Lê navê kesên kuştin kirîn nehate aşkere kirin. Hate zanîn, polîsên niha li van kesan digerin.


Avestakurd
Top