• Thursday, 09 May 2024
logo

Hewlêr: Bi nave şêxîtî û diktoriyê destdirêjiya jinan dike

Gulan Media October 23, 2012 Civakî
Hewlêr: Bi nave şêxîtî û diktoriyê destdirêjiya jinan dike
Li bajarê Hewlêrê kesek di bin nave şêxîtî û diktoriyê hewldaye bi awayên xcur be cur pewywendiyên Sêksî li gel wan jinan bike ku serdana wî dikin, lê piştre ew şêx ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hate girtin.

Birêveberiya asayîşa Hewlêrê di beyannamekê de ku wêneyek şandiye ji Xendanê re tê de hatiye ku, “Berya niha li bajarê Hewlêrê tawanbarek weha li xwe derxistiye ku pizîşke û şarezaya di çareserkirina nexweşiyên nezokî ya jinan û çêkirina perdeya keçîniyê û xwe wek şêx daye naskirin.”

Li gor beyannameya asayîşa Hewlêrê, amaje bi wê yekê daye ku piştî girtina wî esî hemû tawanên xwe mukir hatiye û bi madeya 160`ê hatiye ceza kirin.

Ew tawanbar bi nave (S.H.S) ji dayîkbûye sala 1960 û nişteciyê taxa Minare ya bajarê Hewlêrê ye. Her weha vî kesî aliyekî mala xwe kiribû cihê pizîşkiyê û aliyê din jî kiribû tekiya şêxîtiyê.

Xendan
Top