• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Hewlêrê kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn

Gulan Media October 22, 2012 Civakî
Li Hewlêrê kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn
Berî demekî li nahyeya Kesnezan a girêdayî Hewlêrê eşîra Xeylan û Biradost a Gerdî şerê hev kirin. Di encamê de kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Şahidekê bûyerê ji Rûdawê re got: “Berî demekê 2 malên cîranê hev û her yek ji eşîrekê, li ser pirsgirêkekî civakî ya kevin şerê hev kirin û gule li hev reşandin. Di encamê de kesek ji eşîra Xeylan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.”

Kesê hatî kuştin ciwanekeî bi navê Erselan Mamzoye û ji eşîra Xeylan Cigeleweş Babe. Herwiha birayekî wî jî birîndar e. Ji eşîra Biradost a Gerdî jî 7 kes birîndar bûne, di nava wan de jinek û 6 mêr hene. Birîna birîndarekê jî girane. Niha birîndar li nexweşxaneyê ne û derdora wê taxê jî ji aliyê polîs, asayîş û hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin.

Rûdawê ji bo zanyariyên zêdetir ên derbarê bûyerê de peywendî ligel rêveberê polîsên Hewlêrê Ebdulxaliq Tel’et danî, lê navbirî got: “Niha bi lêkolîn û wergirtina zanyariyên derbarê bûyerê de mijûlin. Emê piştre hemû zanyariyên derbarê bûyerê de ji raya giştî re ragihînin.”

Rudaw
Top